LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Helîkoptêra ku generalê operasyona Katoyê birêve dibir di nav de: Ket an jî hat xistin?

Helîkoptêra ku generalê operasyona Katoyê birêve dibir di nav de: Ket an jî hat xistin?

ŞIRNEX- Fermandarê 23’yemîn Tumena Sînor a Cendirmeyan General Aydogan Aydin, ku operasyona li herêma Katoyê bi rê ve dibir, di helîkoptera ku li Bajaroka Sêgirkê ket de bi 13 leşkeran re mir. Pirsa ‘gelo helîkopter ket an jî hat xistin?’ tê kirin.

Helîkoptera leşkerî ya ku ji Qişleya Cendirmeyan a Bajaroka Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê rabû, li herêma Kume Evlerê ya li Taxa Ay Yildizê ye ji ber sedemeke ku nehat zanîn ket. Leşkerên payebilind jî di nav de 13 leşker mirin. Hat daxuyandin ku di nav kesên ku di qezaya helîkopterê de mirine Fermandarê 23’yemîn Tumena Sînor a Cendirmeyan General Aydogan Aydin jî heye.

Aydin, operasyona ku ji 18’ê Nîsanê ve li herêma Katoyê dest pê kiriye bi rê ve dibir. Aydin demekê Fermandariya Tugaya Komando a Qeyserî jî kiriye, ku ev Tûgay yek ji amûra girîng a terora dewleta Tirk a li Kurdistanê ye. Her wiha Aydin operasyona 18’ê Nîsanê ya ku li herêma Çiyayê Kato a Elkê bi tevlêbûna bi hezaran leşkerên ji Tûgaya Komando a Jandarma a Çakirsogut, Fermandariya Tumena Sînor a Jandarma a 23. û Fermandariya Alaya Jandarama a 8. a Elkê destpêkirî jî bi rê ve dibir.

Tekmîl dabû Erdogan

Aydin roja 28’ê Gulanê dema ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû çûbû Katoyê hevaltî pê re kiribû û bi telefonê tekmîl dabû Erdogan.

‘Pêşî çend dengên gule û teqînê hat û piştre agir helîkoptêrê ket’

Li gor niştecihên Bajaroka Sêgirkê ku şahidiya bûyerê kirin, diyarkirin ku ji êvarê ve tevgeriyek di fermandariya leşkeran a bajarokê çêbû û ev tişt gotin: “Piştî tevgerîna wesayîtan, dengê helîkoptêran dihat. Piştî demekî dengê çend guleyan û teqînek mezin çêbû. Piştre jî agirek pêket.”

Piştî ketina helîkoptêrê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîska da û ragihand ku ji ber şev tarî bû pîlot nedîtiye û xwe li têlên ceyranê daye.

Ket an jî hat xistin?

Rayedarên dewleta tirk û fermandariya giştî ya Artêşa Tirk, di her çalakiyên gerîlayên HPG’ê, xistina helîkoptêr û balafirên şer de, daxuyaniyên wek e “Qûtiya teyarê şewitiye”, “Xaza mutfaxê teqiyaye”, “Çûk xwe li perwana teyarê ketiye” û hwd dixwestin, têkçûna xwe veşêrin. Dema daxuyaniya Fermandariya giştî ya Artêşa Tirk li ser ketina helîkoptêrê daxuyaniya “Şev bû pîlot pêşiya xwe nedît û xwe li têlên ceyranê daye” ev pirsa “Gelo helîkoptêr ket an jî hatiye xistin?” tîne bîra mirov.

Gerîlayên HPG’ê jî, piştî çalakiyên xwe yên serkeftî bi daxuyanî û dîmen û wêneyên dema çalakiyê de dikişandin, ji rayagiştî re aşkere dikirin. Niha jî, her kes li benda daxuyanî û dîmenên gerîlayên HPG’ê ya derbarê vê ketina helîkoptêrê ne.

01.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً