LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Yên ji bo wekhevî û serxwebûnê kîbrîta raperînê vêxistin: Constance û ‘Jinên 1916 an’

Yên ji bo wekhevî û serxwebûnê kîbrîta raperînê vêxistin: Constance û ‘Jinên 1916 an’

NAVENDA NÛÇEYAN -Ew hem hunermendek, hem siyasetmedarek, hem sosyalîst, hem jî şervaneke li ser xendekên di şerê serxwebûna Îrlandayê bû: Constance Markîevîcz. Wê û xwişkên wê li pişt xendekan teslimiyetê qebûl nekirin dîrokê wan, wek e ‘Jinên 1916’an’ nivîsand. Ji kesên ku teslimiyetê qebûl nedikirin bûn. Bersivek zelal da rayedarên Brîtanî yên jê re digotin “Ji ber tu jinî em dê te darve nekin”, wiha got: “Min hêvî dikir ku tîma we di zerafeta ku karibûya min gulebaran kiribûna…”

Di dîrokê de portreyên jin

“Jinên 1916’an”: Vê navê li jinên ku li pişt xendekên di “Serhildana Paskalya” ku weke şerê serxwebûna Îrlanda jî tê zanîn de şer dikir re tê gotin. Yê fermandariyê ji jinên ku di barîkat û xendekan de şer dikirin, birîndaran derman dikirin, agahiyan kom dikirin re dikir jî kontes, yanî hunermend, siyasetmedar, serxwebûnparêz, şoreşger, sosyalîst Constance Markîevîcz bû.

Li gor pênaseya ferhengê; portre “nivîs an jî vegotinek a derbarê kesek, an jî tiştekî de” tê tarîf kirin. Ji bo tu kesekê vebêjî lazime di jiyana we de di hişmendiyê de şopa wê hatibe xêz kirin lê eger tu bibêjê ez ê ‘portreyeke jin’ çêkim, divê tu li cem wê pêvajoya ‘çewa tu bi derziyê bîrê bikolî agahiyan kom bikî’ lê zêde bikî.

Vegotina dîroka hatî veşartin, an jî xwe vedişêre û di nav hevokan de kêm tên dîtin qet ne hêsan e. Vaye Constance Markîevîcz jî yek ji wan jinan e; ji bo bigihijin jiyana wê û derheqê wê de hindik be jî bibin xwedî agahî divê pêşî tu dakevî dîroka welatê mêtîngeriyê. Di nava vê dîrokî de ji bo wê jiyana muhteşem derbixin her çiqas rêwîtiyek diwestîne be jî ewqas jî bi heyecan e.

‘Rabe, ji min pêxistina kîbrîta raperînê bixwaze’

Constance yek ji kesên ku di Serhildana Paskalya ku wek e ‘şerê barîkat û xendekan’ jî tê zanîn di şerê serxwebûna welatê xwe de yekemîn kîbrîta raperînê vêxistiye ye. Di helbestekê ku di meydana şer de hatibû nivisandin de Constance ji hevalê xwe yê zarokatî ya di heman barîkat û xendekan de bi hev re şer kirin re wiha bang dikir ‘…rabe, ji min pêxistina kîbrîtê ya raperînê bixwaze…”

Ji serhildana jinan ber bi îlana Komara Îrlanda ve

Di Serhildana Paskalya ku di 1916’an de destpê kir jinên ku têkoşîna mafê deng bikaranînê û wekheviyê didan, li hemberê êrîşên leşkerên Brîtaniyan di bin fermandariya Constance Markîevîcz de barîkatan danîn, xendekan kolan, yekîneyên parastina cewherî ava kirin. Jinên ku li pişt xendek û barîqatan teslimiyetê qebûl nekirin û li berxwe didan, wek e ‘Jinên 1916’an’ di rûpelên dîrokê de hatin nivisandin. Serhildan wek e encam bi xwe re “Îlana

Komara Îrlanda” ku makezogonekî xwedî taybetmendiya yekemîn a mafên jinan nas dike, anî. Constance di serhildanê de hate girtin û bi darvekirinê hat cezakirin. Rayedarên îngilizan gotin ku “Ji ber tu jinî wê neyê darvekirin”, Constance jî vê bersivî da wan; “Min hêvî dikir ku tîma we xwedî zerafetek a li min bidin û min gulebaran kiribûna.”

Constance, di sala 1868’an de wek zarokekî ji malbata bûrjuva ya Îrlandî ya ku di bin mêtingeriya Brîtaniya (îngilîstanê) hate dinê. Bi hunerê re eleqedar dibû, ji bo di dibistana Slade School hunerê bixwîne çû Londrayê.

Di 1898’an de li Parîsê di Dibistana Julîan de perwerdehiya xwe dom kir, piştre bi Kont Casimir Dûnîn Markîevîcz ku wê pê re bizewice re hev naskirin. Di 1903’an de derbasî welatê xwe Îrlanda bû û li Dûblînê wek e hunermendê wênesazê xwezayê ‘manzarayê’ hat nasîn.

Fikrê serxwebûnê nas kir û tevlî tevgera jinan bû

Constance gelo eleqeya wê ya bi fikirê serxwebûnê û siyasetê rast an na nayê zanîn lê li gor pirtûk û nivisên derbarê biyografiya wê de hatî nivisandin, tê gotin ku nivis û pirtûkên di mala wê ya kirê kiribû derketine eleqeyê wê hebû ye. Di sala 1906’an de li ciheke çoltar a derdora bajarê Dûblînê xaniyek kirê kiriye û tê gotin ku beriya wê de helbestvanekî bi navê Pâdraîc Colum rûniştibû ye. Constance ku nivisên vê helbestvanî ya tê gotin alîgirê serxwebûniyê ye, di 1908’an de Kontes bi awayek aktîf daxilê siyaseta serxwebûnkarê ya di Îrlanda bû ye. Tevlî tevgera jinan a bi navê Sînn Fêîn û Inghinidhe na herann bûye.

‘Serxwebûnî encax bi serhildana çekan dibe’

Constance, di sala 1909’an de ku nêrîna “Serxwebûyîn encax bi serhildana çekdarî dibe” esas girt, Fîanna Êireann ku perwerdehiya çek û teorî dide jinên Îrlandayî ava kir. Di nirxandinên li ser vê serdemî hatî kirin de tê gotin ku avakirina Fîanna Êireann herî kêm wek e avakirina saziya Dildarên Îrlandayê ya di sala 1913’an de girîng bûye. Avakirina Dildarên Îrlandayê her çiqas wek e ‘dîroka ji bo amadekariya serhildana çekdarî ya Îrlandayê yekemîn yekîneyên gerîlayê hatî avakirin’ tê zanîn jî lê avakirina destpêkê 4 sal berê di pêşengiya Constance ji hêla jinan ve hatibû avakirin. Û vê tefasilî dîroknas pir kêm dinivsîn in.

Constance û jinên pê re, di sala 1911’an de di dema ziyareta Qralê (Melîk) ê Brîtanyayê ya Dûblînê kir xwepêşandanek pir mezin lidarxistin û bi hinceta “pencere şikandine û aramiya kolanan xira kirine” hatin girtin. Di sala 1913’an de ji bo rêxistina ku ji bo mafê berxwedêrên mafên sendîqayê ya 20 hezar karkeran a bi mehan dom kir biparêze hatibû avakirin, Constance û rêhevalên wê di mutfaxên ku kaboyên bajarên Dûblînê de hatibûn avakirin de ji bo karkerên li berxwe didan re xwarin çêdikirin, modela kincên leşkerî ya artêşê danî û sirûda artêşê nivisand.

Serhildana Paskalya

Piştî şerê cîhanê ya yekemîn di Îrlandaya ku êdî nêrîna serxwebûyînê mezin bibû de, di meha nîsanê ya sala 1916’an de, Bratiya Komarevanên Îrlandayê, li bajarê Dûblînê amadekariya ji bo serhildana ku wê di cejna Paskalya de pêk hatibûya, temam kirin. Di pêşengtiya Bratiya Komerevanên îrlandayê de hêzên jinan Fîanna Êirean, Dildarên Îrlanda ku hêza zilaman bû, yekîneyên parastina karkeran, ketîbeya Artêşa Hemwelatiyên Îrlanda li hev civiyan û Artêşa Komara Îrlanda ava kirin. Di destpêkirina cejina Paskalyayê re ku serhildan jî destpê kir de di îlankirina “Îlana Komara Îrlanda” yê re, madeyên wek e jin û mêr xwedî heman mafî bin, jin jî wê di hilbijartinan de bibin xwedî deng û dengê xwe bikar bînin, hat îlan kirin.

Constnce ku xwişka wê Eva jî di nav de rêjeya jinên ku di nava Artêşa Komara Îrlanda de sedî 10 bûn, lê li pişt barikat û xendekan ev hejmar digihişt sedî 40’an. Di cepheyê de jibilî şervanên jin, di bin fermandariya jina bi navê Kathleen Lynn ku di heman demî de wek e dixtor û jineke siyasetmedar jî dihat nasîn de, piraniya wan ji jinan yekîneyên tenduristiyê jî ava bibû.

Constance di Serhildana Paskalya de, di Artêşa Komara Îrlanda de fermandareke payabilind bû û avakirina barîkat û xendekên di bajarê Dûblînê de dihatin çêkirin pêşengtiyê dikir û birêve dibir. Constance ku di Parqa Stephen’s Green a pêvçûnên herî xûrt di wir de diqewimîn de peywira fermandariya wê heremî girt serxwe, bi rojan di xendekên hatin kolandin de, li hemberê segvan, çek û cebilxaneyên giran a leşkerên îngilîzan li ber xwe dan.

Jinên ku teslîm nebûn

Qehremantiya gelek jinên di Serhildana Paskalya ku di pêşengtiya Constance de bûn jî bû sedema di dîrokê de wek e “Jinên 1916’an” bên nasîn û bên qeydkirin. Yek ji van jî Rosemary McNamara bû û di encama serhildanê de ku gelek berxwêdêr teslîm bûn, 22 jinên ku di bin fermandariya McNamara de bûn, teslimiyetê qebûl nekirin.

Dîsa Margaret Skînnîder (navê wê ya Galcayê Maîrêad Nî Scînneadora), bîranînên xwe yên a serhildanê ya bi navdar nivisand. Margaret ku li îskoçyayê ji dayik bibû, mamostetiya matematîkê dixwend, têkoşîna mafê dengdayînê ya jinan bi riya tora ragihandinê ya navneteweyî de bihîst ku serhildan tê plankirin û ji bo serhildanê amûrên bombayê bi riya kaçaxî anî Dûblînê. Margaret ku bi bisiklêta xwe ji ber fişekên segvanan direviya, di serhildanê de di peywira keşifkirinê, mektub û segvantiyê de cih girt. Margaret, di serî de berxwedana Parqa Stephen’s Green û gelek çalakiyan de cihê xwe girt.

Margaret, di nivîsa xwe ya bîranîna xwe ya fermandara wê çima nehiştibû tevlî serhildanê bibe, wiha vegot: Fermandar Mallîn di encamê de ji bo beşdarbûna min re got ‘erê’ lê erêkirinek bêdilî bû, ji ber ku nedixwest jin rîskên wisa bigirin. Li hember nêrîna Mallîn bersiva min jî wisa bû; mafê me jî herî kêm wek e ya mêra heye ku em jiyana xwe bavêjin tehlûkeyê an jî rîskê, di makezagona Komara Îrlanda de jin û mêr wekhev in. Û bi rastî jî di dîrokê de cara yekemîn e makezagonekekî ku naveroka wê de mafê jinan a bikaranîna deng û dengdayînê heye, hatibû nivisandin.”

Cezayê darvekirinê dan

Şervanên jin ên wek e Mary Hyland, Lîly Kempson, Constance ku bi dizî ketin navenda bajêr û êrîşên segvaniyê li hemberê leşkerên brîtanî pêk anîn, di serî de jî xwestin li dora Otela Shelbourne ya mezin çalakiyê pêk bînin, lê bê ku çalakî pêk were ji hêla leşkerên brîtanî ve kemîn hate danîn. Bi teslîmbûna şervanên ku li derve mabûn re Constance jî hate dîtin û hatin girtin. Bi 70 hevalên xwe yên jin re xistin hucreya tecrîtê ya Girtîgeha Kîlmainham ê. Constance ku cezayê darvekirinê lê hate birîn, ji ber jin e cezayê zivirandin muhebet hepsê.

‘Min hêvî dikir ku tîma we di zerafeta min bikûjin de bin…’

Rojname û tevahî ragihandina Brîtanya ya wê demî, bi hinceta fermandarekê jin ji ber serî radike wek e “Ji bo bekaya dewletê tehlîkeye” hat dîtin dest bi reşkirina Constance kirin. û derheqê Constance de nivîs û gotinên wek e “Ev fermandar gotiye ku ez jinek xesirî me, hûn nikarin li jinekê bixin û bikûjin” xwest belav bike û vê yekê jî qaşo di raporên dadgehan de heye didan nîşandan. Ev rastî wê piştî demek dirêj derketibûya holê û Constance li dijî gotina kesên ku gotibûn ‘ji ber jine’ em dê cezayê darvekirinê pêk neyinin, bersiva wê wiha bû: “Xwezî hûn ewqas dirûstbûna ku karibûna li min bidana… Min hêvî dikir ku tîma we di zerafetekî karibûya li min xistibûna û min kûştibûna. Lê ka ew hêza we…” bi vê gotinî Constance meydan xwendibû li wan.

Constance, di çerçoveya Efuya Giştî ya ku hikûmeta Londrayê di sala 1917’an de ji bo kesên di Serhildana Paskalya de cih girtibûn derxistibû de, serbest hate berdan. Constance, piştre tevlî siyasetê bû. Di sala 1918’an de ji ber tevlî faliyetên li hemberê xebitandina bi zorê derketiye, dîsa hate girtin. Dema di girtîgehê de bû wek e namzetê parlementeriya Sînn Feîn hate hilbijartin lê ji bo sondxwarina ji bo sadaqatiya Qralê Brîtanyayê neke parlementeriyê red kir. Costance ku ji bo nûnertiya Dublînê bike di Kamara Avam a Brîtanyayê cara yekemîn wek e jin hat hilbijartin lê ji bo hikumeta mêtînger şermezar bike vê jî qebûl nekir. Piştî ji girtîgehê derket milîtaniya xwe berdewam kir.

Di şerê navxweyî ya Îrlandayê de, Constance ji Brîtanyayê di nava parazvanên ku serxwebûniyê di parêze de bû û wek e gelek jinan ev car di hûndir de jî hedef hatibû girtin. Ji bo împaratoriyê Îrlanda ji ber ku makezagona 1921’an a mafê hegemonyayê (desthiladariyê) nas dike, fikira nîv serxwebûnê ji bo Constance xiyaneta bi xeyalên xwe re pênase kir. Ji ber vê yekê ji hêla ‘siyasetmedarên mêr’ a wê demî ve ji bo Constance nirxandinên zayendparêst ên wiha dihatin kirin “Xwe winda kiriye, hema ji bo her tiştî li ser tetikê ye, bê exleq e”

Ji bo xebatên şoreşgerî ya jinan hêsan bibe qrêşa şoreşgeran a ji hêla Cumanna mBan ve hatibû ava kirin rastî êrîşa polîsan hat. Ji bo ‘Jinên 1916’an’ bidin jibîrkirin adeta operasyona hişmendiyê hatibû destpê kirin û Constance, yek ji jinên siyasetmedar ên di wê demî de avêtibûn zindanê bû. Constance bi 92 jinên girtî re dest bi greva birçîbûnê kir û xwesteka wan; divê hemû jin serbest bêne berdan. Ev çalakî encam girt û daxwaza wan hat qebûl kirin, bi hemû jinan re serbest hat berdan. Dema hilbijartina yekemîn a meclîsa Komara Îrlandayê pêk hatibû Constance di girtîgehê de bû û nikaribû ketibûya hilbijartinê, lê di meclîsa duyemîn de hat hilbijartin û bû Wezîra Kedê. Bi vê re Constance di Îrlandayê de yekemîn, di Ewropayê de duyemîn wezîrê jin bû.

Constance ku nexweş ketibû ew daxwaza malbata wê ya ‘ji bo tedawiyek baş divê herî Brîtanyayê’ red kir û ji bo li cem gelê Îrlandayê bimîne xwest ku di nexweşxaneya dewletê ya feqîr tê de dihatin dermankirin de, ew jî tedawî bibîne. Yê ku li vê nexweşxaneya feqîran tedawiya Constance girte ser milê xwe jî Fermandarê Tenduristiyê Kathleen Lynn ku di Serhildana Paskalya de bi hev re di cebheyê de şer dikirin bû. Constance, di 15’ê Tîrmeha 1927’an de serê wê li ser çoka Kathleen Lynn de jiyana xwe ji dest da.

Hunermendekê Îrlandayê ya ku jiyana xwe ji bo serxwebûn û wekheviyê da bû ya Constance… Di welatê xwe de gelek îmze avêtibûn bin rêgezan. Li bajarê Dûblînê ku bi sed hezaran Îrlandayî tevlî merasîma Constance bûn, hem ji bo wê û hem jî ji bo sedan “Jinên 1916’an” ku navê wan nayê zanîn mînet û silav dihate şandin.

05.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً