LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bajarê girîng û stratejîk: Reqa – DOSYA

Bajarê girîng û stratejîk: Reqa – DOSYA

REQA – Piştî rizgarkirina navçe û bendava Tebqayê ev car Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berê xwe didin bajarê Reqayê ku DAIŞ ji bo xwe wek peytext dihesibîne. Eger Reqa jî bê rizgarkirin wê qada Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ku ji hêla hemû gelan ve hatiye qebûl kirin wê hineke din berfirehtir bibe.

Şervanên QSD’ê piştî rizgarkirina navçeya Tebqayê ku navçeya herî mezin a bajarê Reqayê ye, niha jî amadekariya ketina bajarê Reqayê dike.

Bajarê Reqa yê Sûriyê bi navê xwe yê din Bûka Çolê; paytexta ‘xîlafeta’ DAIŞ’ê, niha çavên xwe li azadiyê digerîne. Azadkirina vî bajarî tê wateya “Destpêka dawîkirina serdema tarî ya DAIŞ li Rojhilata Navîn”.

Baş e ev bajar çima girîng û stratejîk, erdnigariya wî, dîroka wî çiye, çavkaniyên aborî ji ku tê, di rewşeke çewa de ye, em dê hewil bidin bersiva van pirsan bibîn in.

Erdnîgarî û demokrafiya Reqayê

Bajarê Reqa 160 km ji aliyê rojhilatê ve dûrî bajarê Helebê ye. Bajar bi qasî 1,962 Km2 li başûrê bajarê Girê Spî, rojavayê bajarê Hesekê û bakur rojavayê bajarê Dêrazorê, fireh dibe. Di dema desthiladariya rejîma Baasê de, weke parêzgehekê dihat hesibandin. Bajarê Girê Spî û hin gundên Kobanê jî girêdayî vê parêzgehê bûn.

Li gorî serjimara 2011’an, 944 hezar kes li bajar jiyan dikirin. Piraniya van Ereb bûn, lê hejmarek mezin a Kurdan jî lê jiyan dikirin. Ji aliyê baweriyê ve jî, piranî şêniyên wê ji Muslimanên Sunî ne.

Li Reqayê rêbaza jiyana eşîrtiyê (êl) serwer e. Ji navdartirîn êlên wê jî; êla El-Cês, El-Bo-Seraya, El-Sexane, El-Bo-Esaf, El-Bo-Hemîd, El-Amir Bo-Şeiyan, Evdalê, El-Mûsa El-Zahir, El-Xanim El-Zahir, El-Kewatî, El-Birêc, El-Xûl,  El-Cemase, El-Becrî El-Kerame, El-Şiêb û El-Kiwêdir in.

Kurdên Reqayê jî piranî li taxên El-Rimêla, El-Methene (taxa Kurdan/El-Endelus), El-Dirêîyê û bakurê xeta tirênê bicih dibûn. Piraniya tevgerîn, çalakî û kombûnên Kurdan li van pêk dihatin.

Di dîrokê de Reqa

Bajarê Reqa di dîrokê de vedigere sala 244-242 B.Z.  Wê demê li ser navê damezirênerê bajar Silûqus ê yekemîn (ku binavê Kallînîkus dihat zanîn), navê Kallînîkus li bajar hat kirin. Hin çavkanî jî vedigerin ku navê bajar ji navê Fîlozofê Yûnanî Kallînîkus ku li vî bajarî jiyana xwe ji dest dabû, tê.

Hin dîroknas jî navê Reqayê vedigerînin gotina (Req) a Kurdî ku tê wateya (kûsiyên avê). Tê texmînkirin ku li vî bajarê ku li qeraxên rojhilatê çemê Firatê ye, req zêde bûn, lewra jî navê Reqa li bajar hatiye kirin. Di sala 639’an jî de fetihên îslamî gihiştin bajar. Li vir navê wî kirin Reqa ku bi zimanê erebî tê wateya kevirê req.

Di sala 772’an de xelîfeyê Ebbasî El-Mensûr paytexta havînê ya dewleta Ebbasî ya bi navê El-Rafîqa li nêzî Reqayê ava kir. Bi demê re paytext bi Reqayê re bû yek.

Di navbera salên 796 û 808’an Xelîfeyê Ebbasî Harûn El-Reşîd jî Reqa weke paytexta xîlafeta Ebbasî destnîşan kir. Ji lewra bajar bû navendek girîng a zanistî û çandî. Lê di sala 1258’an de jî, dema Moxol hatin herêmê, Reqa mîna Mûsilê bi temamî wêran kirin.

Li vî bajarî weke şahidên dîroka herêmê, hin şûnwarên dîrokî yên mîna Kela Caber, Bab Bexdad, Qesir El-Benat û Sûrê El-Rafîqa hene.

Çavkaniyên Aborî

Çavkaniyên sereke yên ku gelê vê herêmê debara xwe jê dikin, çandinî û xwedîkirina sewalan e. Çandinî herî zêde li erdên li qeraxên çemê Firatê belav dibe.

Dîsa bendava Firatê ya li bajarê Tebqa ku 50 km dûrî bajarê Reqayê ye, jî weke çavkaniyek aborî ya herêmê jî dikare bê binavkirin.

Rêxistinkirina bajêr

Di destpêka şoreşa Sûriyê de, Kurdên li Reqayê hewl dan ku weke aktorek şoreşger di nav şoreşê de cih bigirin. Van di Adara 2013’an de Cebhet El-Ekrad ava kirin û bi sedan ciwanên kurd û ereb ên Reqayê tevlî kirin. Di aliyê civakî de jî, li herêmê Meclîsa Rûspiyan, Meclîsa Têkiliyên Dîplomatîk, Meclîsa Gel, Desteya Bilind a Kurdî û Yekîtiye Siyasetmedaran jî hatin avakirin û dest bi rêxitinkirina civakê kirin.

Serdema rejîmê û cûdakariya gelan

Bajarê Reqa ku li ser riya bazirgan, rawestgeha petrolê ya welatên derve bû, di heman demî de ji bilî Ereb û Kurdan, wek Suryanî kêmek jî Ermen û Turkmen jî di bajar de dijîn. Lê yê herî zêde di vê bajarî de polîtîkaya “Kemera Ereban” a ji hêla Rejîma Beasê ve dihat meşandin, pêk hat. Ji bo hejmara Ereban li bajêr zêde bibe, ji Heleb, Şam û bajarên din ên ku xwestin li Reqayê bi cih bibin, rê hate vekirin û hemû cure derfetên bi cihbûna li bajêr hate kirin. Di hêla çandiniyê, vekirina karsaziyan û hwd ji bo Ereban de hat hêsankirin. Ji bo vê jî hem ji bo Kurd, Ermen û Tirkmen ji bajêr koçber bibin, di hêla belavkirina derfet ên ji hêla rejîmê ve dihat kirin, kêmbûn. Ji ber vê yekî jî hejmarek zêde kurd, tirkmen neçar man koçberê Kobanê, Serêkaniyê, Dêrik, Qamişlo û piraniya wan Tirkmen jî koçberê Minbicê bûn.

Pêşî Ehrar El-Şam û Cebhet El Nûsra dagir kir

Ev pêkanîna rejîma Beasê ne bes bû, ev car bajar ji hêla çeteyan ve hat dagirkirin. Bajarê Reqa di 4’ê Adara 2013’an de ket destê komên çeteyan. Çeteyên Ehrar El-Şam bi hevkariya çeteyên Cebhet El-Nusra wê rojê bajar dagir kirin û dest bi sînaryoya wêrankirina herêmê û binpêkirina mafên şêniyên wê kirin. Ev çete ku jixwe paşeroja wan di ser dizî û talana gelan dihat zanîn, ev car rasterast dest datanîn ser mal û milkên niştecihan, kesên alîkariya wan nekiribûna di îşkenceyan de derbas dikirin.

Li gor rapora lêkolînê ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatî amadekirin de, di nava nêzî 10 mehên ku bajêr di bin dagirkeriya van her du komên çete de, di nava wan de jin û zarok jî heyî 32 kes hatin kûştin, 43 jin ên temenên wan di navbêra 14 û 25 salî de rastî tecawizê hatine, 20 jin hatine revandin û hêj jî agahî ji wan tune ye. Nêzî 50 teqemenî pêk hatine, 25 xanî ji ber teqînan hilweşiyan e.

Serdema herî tarî: Serdema DAIŞ’ê

Serdema dagirkirina van çeteyan ji herêmê re zêde dirêj nekir. Di mehên destpêkê yên sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajar ji komên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra girtin û weke “Paytexta xîlafeta îslamî” binav kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê tevahiyê avahiyên fermî ku ji serdema rejîmê mabûn, ji xwe re wek e navend bikar tîne. Li gor agahiyên malbatên ku ji Reqayê neçar man koçberê bajaroka Sirrînê ya Kobanê kirine, ya derbarê hejmar û zilm û zordariya çeteyan dikin, destpêkê bi hejmareke bi 2 hezar 500 kesî ketin bajar. Hat gotin ku piraniya komên çete yên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra jî ji bajar derneketin, jixwe ew jî tevlî DAIŞ’ê bûn. Hat ragihandin ku ji nişka ve hejmara wan 5 hezarî derbas bû. Hemû cihên petrolê hatin girtin, kesên bi ya wan nedikirin dihatin kûştin, serê gelek kes hatin jê kirin û di îşkenceyên cûr bi cûr de derbas kirin.

Hemwelatiyan van agahiyan dan: “Çeteyan zêdetir giringiyê dida hawizên petrolê, li ser vê maliyeke cuda vekir. Di hêla leşkerî de jî 6 beş hene. Beşek dorpêçkirina dora bajêr an go çûn û ketina bajêr qontrolkirin, ev hejmar ez bawerim hezar kesî derbas dibû. 2 yekîne (birîm) jî ji hêzên taybet pêk dihat. Ev her tim di nava bajêr de, avêtina ser malan, îşkenceya li ser niştecihan û hwd dikirin. Yekîneyek jî ji bo li ser tucaran disekinî hebû. Ev yekîne hemû tucaran bi xwe ve girêdan û yê bê wan tevbigeriya hemû tiştên bazirganiyê ji wan distandin û ew bi alîkariya hêzên derve dike gumanbar dikirin û an di îşkenceyê derbas dikirin an jî wan diqewirandin.”

Bazara firotina jinan

Li Reqayê di serdema DAIŞ’ê de ku yê herî zêde kete rojeva rayagiştî ya cîhanê jî, bazara firotina jinan bû. Ya sereke jinên Êzidî ku di dema hewildana Şengalê de hatin revandin, di van bazaran de dihatin firotin. Du bazarên firotina jinan ên mezin û esasî yek jê li rojhilat û yek jî li başurê bajêr hatibûn ava kirin e. Di van bazaran de, yê herî zêde kesên ji welatên Erebîstanê dihatin, dikirîn.

Hemwelatiyan, anîn ziman ku ji bo “kirînê” tenê 3 caran peyva “Allah û Ekber” bes bû êdî wek e zewac dihat hesibandin. Hat gotin ku jixwe piraniya jinan wek e “Cariye” bikar tanîn. Li gor çeteyan di “Firkeya” (Qanûn) de Cariye ji kesên ji bo “Xwedê, Îslamê” şer dikin re cayîz e an go helal e. Çeteyan dema jinên Êzidî û Ermen, difirotin jî, şert datînin pêşiya wan kesên dikirin û tê gotin ku divê mislimantiyê li ser wan ferz bikin e.

Li Reqayê jiyana berî û piştî DAIŞ’ê

Beriya li Suriyê şerê navxweyî dest pê bike di Reqayê de zanîngeheke taybet û dibistanên dewletê hebûn. Jiyana li bajêr li gor welatên Ereb ên din cuda bû. Niştecihên bajêr di mehên havînê de heta derengê şevê dikaribûn di kuçeyên bajêr de bigeriyan, parq û bahçeyan ziyaret bikin, diçûn qafeyan, jin, mêr û zarok bi hev re dikaribûn di restorantan de şîva xwe bixwin. Hat balkişandin ku di xwepêşandan û çalakiyên li hember rejîma Esad jin û mêr bi hev re pêk tanîn.

Lê piştî şerê navxweyî ya di sala 2011’an de piştî Reqa ket bin dagirkeriya çeteyên girêdayên Koalisyona Netewî ya Suriyê, rewşa bajêr her çiqas çû guherî û bajêr hat asta ku qanûnên şerîatê tê birêvebirin.  Piştî destpêka sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê qontrola bajêr bi temamî xist destê xwe, rewşa bajêr zêdetir û dijwartir guherî û ket qereqtêrekî îslamî ya radîkal. Bajêr êdî di astekî ku ji hemû cîhanê re bû xetere, ji bo çete û herikînên cîhatkar re jî bû ciheke “Hicê”.  Çeteyên DAIŞ’ê ku bajêr bi temamî dagir kir, bi gel û xebatkarên berê ya rejîmê re li gor xwe pergalek ava kir. Di çerçoveya vî pergalî de yasayên şerîatê anî û dadgehên şerîatê ava kir.

DAIŞ ku di her qadê dagir dike li gor pergala ava kiriye, waliyek datîne. Ev walî ji hêla emîrên ku perpirsiyarên her qadekî ve tên destek kirin. Îro Reqa jî waliyê ji hêla çeteyan ve hatî diyarkirin ji hêla van emîran ve tê destek kirin.  Di bajarê de ne mimkune li hemberê pêkanînên çeteyan berxwedan an jî çalakiyên nerazîbûnê pêk werin. Lewra DAIŞ di çerçoveya qaşo zagonên xwe ji ber çalakiyên wek sûc dihesibîne lîsteya yên hatine cezakirin pir dirêj e. Çeteyên DAIŞ li ber çavên gel, pêkanînên ser jê kirin, îşkence, recm, darvekirin û hwd pêk tîne.  Ji ber vê yekê yên di bajêr de dimînin, ji ber ewlehiyê, xizmet û gidayê nikarin bigirin, neçar mane di bin dagirkeriya çeteyan serî bitewînin.

Jiyana jinan a di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de

Jinên ku ji hêla şervanên YPG/YPJ û hêzên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û di qadên hatî rizgarkirin bi cih bûne, pêkanînên çeteyên DAIŞ’ê vedibêjin. Jin tînin ziman ku jinên ciwan û tevahî jin, heta li cem wan xizmekî mêr ev piranî divê (bav, bira an jî hevjîna wan” in tune be, destur nadin ku bi tena serê xwe derkevin derve. Jin, ji serê xwe heta lingê xwe divê bi pac û çarşevên reş girtî bin.

Di kuçeyên bajêr de, cil û bergên mêr jî di nav de qontrol dikin û li gor qanûnên şerîatê pêkanînan dikin asayîşeke taybet a dewriyê derxistine. Yê cixare dikşînin ku ji hêla vî ekîba asayîşê ve bên girtin wê cezaya qirbacê bên ceza kirin. Her wiha hemû zilam divê di dema nimêjê de herin mizgeftan.

Her wiha çete kesên di telefonên berîkê de wêneyên jinan hebe bi cezayê 30 qirbacê ceza dikin. Temaşekirina lîstika futbolê ku qedexeye, kafe û xwaringehên ku van lêstikên futbolê diweşînin jî tên girtin an jî tên kûştin.

Her wiha çeteyan, tugayeke tenê ji jinan pêk tê yê bi navê El Hansa ku di kuçeyên bajêr de cil û bergên jinan qontrol dike, ava kiriye. Piraniya jinên ku di vê tugayî de peywir girtine hevjinên endamên DAIŞ’ê ne. Peywira van jinan ew e ku kinc û bergên jinên ku ne li gor yasayên DAIŞ’ê li xwe kiribin, ceza bikin û li girtiyên jin îşkence kirin e.

Jin, ji ber vê yekê ji bo bi endamên çeteyan re neyên zewicandin şûna di bajêr de bigerin, di hûndirê mala xwe de dimîn in.

Çete di ser Reqa de petrolê difroşe dewletan

Çeteyên DAIŞ’ê ku rafîneya petrolê ya di navbêra Dêre Zor û Reqayê de jî girtibû, petrol hatî şixûlandin û hemû cure petrolê, di ser Reqayê de difiroşe an jî beranberê sîleh û lojîstîkê dide dewletan. Piraniya van dewletên Ereb, Tirkiye, Iraq û di ser van welatan de jî tê belav kirin. DAIŞ tenê di dema amadekirina ji bo Cerablus ji hêla dewleta Tirk ve bê dagirkirin de, ji Reqayê 850 hezar varêl petrol firotiye Tirkiyê.

Derxistina kurdan û ermenan a ji bajêr

Ji dema dagirkirina DAIŞ ji bajarî re û Reqa bi temamî ji cîhana derve qut bûye. Hin çalakvanên herêmî carinan dikaribû bi wêneyan rewşa herêmê ragihînin. Di van wêneyan de çete çawa şêniyan îdam dikin û herêmê wêran dikin derdiketin. Lê dîsa jî nikaribûn bi awakî zelal hovîtiya çeteyan bighînin cîhanê.

Xala ku tevahî çeteyên hatin vê herêmê bihev dide girêdan, derxistina kurdan ji Reqayê û guherandina demografiyaya herêmê ye. Çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra destpêkê û paşê jî çeteyên DAIŞ’ê ev pêk anîn. bi hinceta ku Kurd ne niştecihên resen ên herêmê ne, kurdên Reqayê bi darê zorê û gefa kuştinê ji bajar derxistin û neçarî koçkirinê hiştin. Niha hema bêje tu kurd an jî ermen li bajar nemane.

Reqa bajarek stratejîk e

Reqa li Sûriyê xwedî cihek stratejîk e. Reqa li nîvê Sûriyê di navbera bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûriyê dikeve. Her wiha Bendava Firatê ku ji bo çandinî û stasyonên Hydroelectric girîng e û weke mezintirîn bendavên Sûriyê û Erebîstanê tê zanîn, lê heye. Li başûr rojavayê wê jî balafirgeha Tebqa ya leşkerî heye. Ev hersê xal girîngiya herêmê di aliyê ceografî, leşkerî û aborî nîşan didin.

Baş e rizgarkirina Reqa wê çi bi xwe re bîne?

Niha Reqa weke paytexta xîlafeta DAIŞ’ê tê naskirin. Nexasim bajar weke navendek DAIŞ a leşkerî û rêxistinî tê zanîn. Lewra rizgarkirina bajar û derxistina DAIŞ ji wir tê wateya dawîkirina vê xîlafetê. Ew ê jî bibe gava destpêkê ya dawîkirina serdema tarî ya DAIŞ’ê ya ji Rojhilata Navîn. Nemaze, niha li Mûsilê ku ew jî navenda duyemîn a DAIŞ’ê ye, operesyona rizgarkirinê dest pê kiriye, gav bi gav tê rizgarkirin.

Ango bi rizgarkirina Reqayê re ew ê DAIŞ firehiyek bi qasî zêdeyî 2 hezar Km2 ji dest bide û hebûna wê li Sûriyê bi tenê di bajarên Bab û Dêrazorê de sînordar bimîne. Ji xwe eger Mûsil jî bê rizgarkirin, çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê dikevin çembera hêzên şoreşger de. Ev jî tê wateya ku bi rizgarkirina Reqayê re DAIŞ dê rojên xwe yên dawî li Sûriyê û Rojhilata Navîn bijmêre.

Bi meclîsa sivîl gel xwe bi xwe bajar birêve bibe

Eger Reqa bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibe, bi avakirina meclîsekî ku hemû pêkhate di nav xwe de dihewîne, xwe bi rêve bibe. Ji bo parastina bajêr jî bi meclîseke leşkerî ya ji gelên Reqayê pêk tê, bê kirin. Rûspiyên Reqayê ku derbarê mijarê de agahî dan, destnîşan kirin ku ew jî di çerçoveya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi riya Pergala Federalîzma Demokratîk a Bakurê Suriyê re meclîsek serbixwe ku hemû nûnerên gel û pêkhateyan hebin, bajêr bi rêve bibin. Hat gotin ku ji niha ve amadekariya ji bo meclîsa leşkerî û sivîl tê kirin. Rûspiyên Reqayê anîn ziman ku her wiha ev meclîs di hêla pratîkê de wê meclîsên sivîl û leşkerî ya Minbicê ji bo xwe mînak bigirin.

06.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً