LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê dest pê kir

Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê dest pê kir

REQQA –Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi navê ʺCenga Mezinʺ destpêkirina qonaxa rizgarkirina bajarê Reqqayê,ragihand.

Daxuyaniya dîrokî ya fermandairya QSD`ê ku ev demeke her kes li bendê ye ji aliyê berdevkê QSD` Telal Silo hate xwendin. Daxuyanî li bajaroka Hezîma yê bakurê Reqqayê bi beşdarbûna Fermandarên QSD`ê, nûner û Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqqayê Leyla Mustefa û nûnerên êlên herêmê, hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

ʺPiştî berxwedana demdirêj a hêzên me û hêzên hevkar a li dijî teroristan, efsaneyên dîrokî û qehremanî hatin afirandin. Ji berxwedana dîrokî ya Kobanê heta rizgarkirina Girê Spî, Hol û Şedadê, heta rizgarkirina gundên Dêra Zorê û Reqqayê, rizgarkirina Bendavên herêmê, azadkirina bi deh hezaran şêniyên wan herêman ji teroristan û li gorî derfetên xwe pêkanîna pêdiviyên wan ên jiyanî, hêzên me gelek pêngavên dîrokî biserxistine. Em îro dest bi Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê ku çeteyan ji xwe re kiriye paytexta teror û terorîstan, dikin.

Hêzên beşdarî vê cenga dîrokî bûne ev in: YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tugaya Mexawîr Humis, Siqûr El-Reqqa, Lîwa El-Tehrîr, Tugaya El-Selaciq, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Erka Xweparstinê û Hêzên Nuxbe.

Ev şer bi piştgiriyeke mezin ji Meclîsa Sivîl a Reqqayê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), mezinên eşîran û rûspiyên herêmê û bi alîkariya gelê me yê li herêmê pêk tê.Em mizgîniya destpêkirina Cenga Dîrokî ya rizgarkirina Reqqayê radighînin û destnîşan dikin ku hêzên me bi moraleke bilind û amadekariyeke mezin ji şer re amade ne da ku pîlana leşkerî ya bi hevkarên me yên Koalîsyonê Navneteweyî re hatibû girtin, pêk bînin.

Hêzên cuda weke di mînaka êrîşa li ser Qereçox de hate dîtin, xwestin pêşî li vê pêngava dîrokî bigrin û asteng bikin. Lê ev hewildanên beyhûde tev hatin pûçkirin û van êrîşan, berovajî hedefa xwe, îradeya me hîn xurtir kir û israra me ya tekoşînê ya li hember terorîzmê hîn zêdetir kir. Şehîdên Qereçox ji me re bûn meşale. Em ê xwedî li bîranîna wan derbikevin û serkeftina cenga mezin diyarî ruhê wan pakrewanan bikin.Careke din em bang li gelê me yê bajarê Reqqayê dikin, da ku dûrî navendên dijmin, noqteyên hesas û cihên şer bikevin. Li derdora hêzên me kom bibin û alîkariya hêzên me bikin, da ku erkên xwe pêk bînin. Di heman demê de em bang li ciwanên Reqqayê dikin ku ji bo di rizgarkirina bajarê xwe de cih bigrin, bila
tevlîbûna xwe ya nava hêzên me dewam bikin.

Bi vê boneya dîrokî, em şehîdên xwe yên ku ji bo gihiştina vê qonaxê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û şîfayê ji birîndarên xwe yên qehreman re dixwazin.Em bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) hemû hêz û komên beşdarî Cenga Mezin dibin, bi şervan û fermandarên wê, silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Di heman demê de em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin. Em hemû gelê xwe yê ji hemû mezheb û olan ku li dijî teroristan li berxwe dan silav dikin. Her wiha em hemû hevalên rojnamevan ên ku şerê me ji raya giştî re ragihandine û ji bo dîmenên zindî veguhezînin li kêleka hêzên
me bûn, silav dikin.ʺ

Piştî daxuyaniyê şervanan berê xwe dane cepheyê ya herî pêş.

06.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً