LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Reqayê ew kena hatî jibîrkirin jinûve rû da!

Li Reqayê ew kena hatî jibîrkirin jinûve rû da!

REQA – Li Reqayê di taxa yekemîn a hatî rizgarkirin Sabahiyê de, ew kena hatibû jibîrkirin malbata ku ji bin tarîtiya DAIŞ’ê xilas bûn, bi mertalê parastinê ya QSD’ê re jinûve pêk hat.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi navê “Cenga Mezin” a operasyona rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 6’emîn de bi pêvçûnên dijwar didom e. Di operasyona ku DAIŞ nikare li hemberê hêza QSD’ê li berxwe bide, di taxa Sebahiyê ya ku ji milê rojavayê Reqayê de, jina bi navê Almada ku neçare li dayika xwe ya nexweş ê di nava livînan de ye, kur û keça xwe ya biçûk a bi navê Ayşan binêre, serpêhatiya wan a ji me re vegot, kurteçîroka zilma DAIŞ’ê radixe ber çavan.

Mertalê parastinê ya QSD’ê

Ji hêla şervanên QSD’ê ve di Taxa Sebahiyê de ji bo bandora pêvçûnên dijwar li ser wan neke ya sivîlan tahliya cihên bi ewleh tên kirin, jina bi navê Almada û malbata wê ji ber dayika nexweş Lama di mala têde ne hildane parastinê. Malbata Ereb ku 24 seatan ji hêla 5 şervanên QSD’ê ve tên parastin, ew kena xwe ya jibîr kiribûn ji şervanan re kêm nedikirin. Almada, diyar kir ku xaniyên Reqayiyan ji hêla çeteyan ve hatin xirakirin û ew zilma li ser jinan dihat kirin wiha vegot: “Eger li cem me mêr tûnebûna em nikaribûn derketana kolanê, nedihiştin jinan nîşanê dixtorên mêr bikin. Digotin pêwîste dixtor jin be.”

‘Jinûve devlikenî’

Almada, diyar kir ku ew salek berê li Palmîra bûn, DAIŞ dema ketin wir bi gotina “Em hatine we ji rejîmê biparêzin” dixwestin bi me dagirkeriyê bidin qebûlkirin û wiha got: “Lê hatin xaniyên me di ser serê me de hilweşandin. Êdî zarokên me nikaribûn bişevê raketibûna. Ji dibistana xwe jî bûn. Tu karek nemabû ku hevjîna min bixebite û nanek bîne malê.”

Almada û malbata wê, bi hatina şervanên QSD’ê re bi avakirina rewşa ewlehî de, ew kena ku ji ber zilma DAIŞ’ê jibîr kiribûn, careke din xwe di rûyê wan de rû da û dest bi xeyala paşerojeke ronahiyê kirin.

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً