LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Taxa Romaniyê ya ku ev du roj in bibû qada şerê dijwar, ji alî şervanên QSD’ê ve hat rizgarkirin.

* Şervanên QSDʹê bi alîkariya şênyên gundê El-Hedac a di navbera herêma Mehmûdlî û Tebqayê 2 çeteyên ku mizgefta gund bitqînin, girtin.

* Ciwanekî ji bajarê Dêrezorê û 2 ciwan ji bajarê Tebqayê ji nava refên çeteyên çeteyên Cebhe EL-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirk veqetiyan û xwe radestî hêzên QSD′ê kirin. QSD′ê jî ew radestî malbatên wan kirin.

* Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Qerd Wêran topbaran kir yê Minbicê, di encamê de gelek ziyana madî di malê welatiyan de çêbû.

* YPG’ê diyar kir, di nava 4 rojên dawî de 21 çeteyên dewleta Tirk ji ber êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hatine kuştin.

* Komên demokratîk ên niştimanî yên Sûriyê bi armanca nîqaşkirina rewş û aloziya Sûriyê, her wiha dawîkirina binpêkirinê li dijî gelê Sûriyê pêk tê li bajaroka Rimêlan a kantona Cizîrê civiyan.

* Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û wesayîtên bombebakirî êrîşî nuqteyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li gundê Ebû Qibab ê Tebqayê kirin. Şervanan bersiv dan di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin.

* Fermandetîya artêşa Sûrîyê ragihand, di encama opêrasyonê hêzên çekdar ên vî welatî da, rêyên gîhandina alîkarîyan bo koma têrorîst a DAIŞ`ê li deverên ê nêzîkî sînorê Iraqê birrîn.

* Komeleya karê bo penaberen Filestînî li Sûriya diyar kir ku xelkên her du kampên Yermûk û Deraa bê av dijîn, û ji ber vê yekê berê xwe dane ava bîran.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi beşdariya hemû endaman civîna xwe ya yekemîn lidar xist. Di civînê de rêzikname hate diyarkirin û komîte hatin destnîşankirin.

* Parlamenterê YNK’ê Ferhad Sengawî anî ziman ku ne demê dewleta Kurdistanê û ne jî demê referandûme ye, pêwistiya gel bi rewşeke navxweyî û derve ya baş heye û wiha got: “Referandûm tenê weke kerta zext xistina li ser Bexdayê tê bikaranîn.”

* wesayîtek bombebarkirî li ber dîwana noqteya sekinînê ya li navçeya Sefre ku dikeve di navbera Bexda û Kerkûkê de hat teqandin. Di encama teqînê de du kes hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

* Berpirsê polîsên Fedral yê Îraqê, Şakir Cewdet da xûyakirin ku, hêzên Îraqê taxê Zincîlî yê li aliyê rojava yê navenda kevin ya bajarê Mûsil bi temamî ji çekdarên DAIŞ’ê rizgar kir.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Ji ber ku Karîkaturist Melih Guler ê name ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş re şand rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat. Bi hinceta di naveroka nameyêde heqaret li Wezîrê Dadê kiriye doz lê hat vekirin.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Berdevkê fîrmeya veguhestina asmanî yê Îranê şahrox, Noş Abadî ragihand ku Tehran 5 balafirên mişt xwarin ji welatê Qeter re şandin.

– CIHAN

* Mîrê Qeterê, Teyîb Oraloglu genralê tirkîyeyî 6 mehan wekî cîgirê fermandarê giştî yê artêşa Qeterê hilbijart.

* Wezîrê karên derve yê Qeterê dîyar kir ku welatê wî li dijî her cure gurrkirina gêreyê ye û li ser pêwîstîya çareserkirina nakikîyan di çaçrova Civata Hevkarîya Kendava Farsê de sekinî.

* Erebistana Saûdî û dewleta Bahreyîn helwesta Donald Trump serokê welatên Yekgirtî yên Amerîka derbarê Qatar bilind niraxnd û gotin, helwêstek “bi biryar bû”, dema serok Trump Qatar hişyar kir daku êdî piştevaniya terorê neke.

* Balyozxaneya Riyadê ya Amerîkayê hişyarî da hemwelatîyên Amerîkî ku xwe ji êrîşên muhtemel ên terorê yên li wî welatî pêk werin biparêzin.

* Gera yekê ya hilbijartinên parlamena Fransayê dest pê kir. 7 hezar û 877 namzedên parlamentarîyê ji bo 577 endamên parlamentoya Fransayê têdikoşin.

11.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً