LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Di Reqayê de ji jiyana nû re: Merhaba-ehlen û sehlen

Di Reqayê de ji jiyana nû re: Merhaba-ehlen û sehlen

REQA – Di Reqayê de ku bi hemû leza xwe operasyon berdewam dike di taxên hatine rizgarkirin de jiyan nû hat. Di Taxa Sebehiyê ya hatî rizgarkirin de niştecihên taxê di bexçeyên nû hatine çandin de dest bi xebatê kirin, di kolan û kuçeyan de dengê zarokan bilind dibe. Jinan kincên reng bi reng lixwe dikin, ji jiyana nû re dibêjin “Ehlen-merhaba”. QSD ku ji bo sivîlan heremên ewleh ava dike, niştecihên taxê jî jiyana nû vedibêjin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku qonaxa dawî ya pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina navenda bajarê Reqayê ya bi navê “Cenga Mezin” dane destpêkirin bi hemû leza xwe didom e. Şervanên QSD’ê ku ji aliyê rojhilat ve Sînea, di cebheya rojava de jî ketine Taxa Xatunê, pêvçûna dijwar a di navbêra wan û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike. Heta îro şervanan ku sê taxên bi navê El Meşleb, Sebehiyê û Romaniyê ji çeteyan paqij kirin, di taxan de lêgerîn û qontrolkirina mayîn û teqemeniyan jî bi hemû leza xwe berdewam dike. Berî 3 rojan ku Taxa Sebehiyê hatibû rizgarkirin jiyan ji nû ve zindî bû, niştecihên taxê dest bi çandiniya baxçe û erdê çandiniyê kirin. Kûçe û kolanên taxê jî bi dengê zarokan bilind dibe. Jin ku ji çarşefên reş xwe xilas dikin û kincên reng bi reng li xwe dikin, hinek ji wan jî şervanên YPJ’ê hembêz dikin û ji azadiyê re dibêjin “Merhaba-Ehlen û sehlen”. Her wiha niştecihên taxê ji bo nebin hedefa guleyan diçine ku paçikên spî vedikin.

Ketina Sebehiyê

Qenala avê ya ku di nava taxê de derbas dibe pira li serî ji hêla çeteyan ve hatibû hilweşandin û nedihat bikaranîn. Lê şervanan hesinek mezin avêtine serî, çêkirine û wê riyê careke din ji çûn û hatinê re vekirine. Ji hêla şervanan ve al û lewheyên aîdê DAIŞ’ê hatine hilkirin, li aliyê din jî çeteyan ji bo pêşveçûna şervanan asteng bikin ji kolanekî ku derbasî kolana din dibe tunelan vekirine û binê gelek xaniyan bi vê awayî hatine kolandin.

Di deşta çandiniyê de ber bi jiyana nû ve

Di rojavayê Taxa Sebehiyê erdekî pembûyê ya berfireh heye, di ber erdê pembûyê de jî qenalên avê derbas dibin. Şervanan ku cihên bi ewleh kirine ji bo sivîl karibin vegerin malên xwe di nav liv û tevgerê de ne. Tax ku bi temamî kete bin qontrola şervanan hemwelatî bi awayek ewlehî careke din vegeriyan nav erdê pembûyê xwe û dest bi çandiniyê dikin, şivan jî bi dilekî rehet keriyên pezê xwe berdane çêrandinê. Di dema DAIŞ’ê de ji ber di bin navê “Zekatê” de nîvê berhemiyên wan (mewsîm) ji wan digirtin nikaribûn bi sewalkariyê û çandiniyê re eleqadar bibin, lê niha niştecih bê ku kesek mudaxeleyê wan bike karê xwe yên rojane dikin.

Herêma bi ewleh’

Şervanên QSD’ê, mayinên ku ji hêla çeteyan ve li rojavayê taxê hatine danîn yek bi yek îmha dikin û operasyona paqijiyê dikin û vir bi temamî kirine qadekî bi ewleh. Şervanan ku bi taybetî li dora qanalên avê konan vedane, ji bo ya sivîlan ji pêvçûnan biparêzin wan li vir bicih kirine. Bi sedan sivîlên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin ku di van konan de hatine bicihkirin, ev der ji hêla niştecihên taxê ve wek e ‘herema bi ewleh” tê pênasekirin.

Ala spî

Di taxa ku ji nû ve jiyan zindî bûye, Reqayî ji bo nebin hedefên guleyan li her derî perçeyên paçên spî bi xwe re digerîn in. Ev perçeyên paçên spî ku bi wesayît û motorsîklêtan ve tên daliqandin, sivîl jî bi destê xwe hildidin. Di van rojên dawî de li taxê ev rewş herî zêde bal dikşîne ye. Reqayî ku vê wek e ‘Ala spî’ bi nav dikin, dibêjin “Dema em van bixwe re digerînin bi awayek dil rehet diçin û tên. Em vê yekî tenê li qadên ku şervanên QSD’ê li wir in pêk tînin. Jixwe em nikarin di qadên çeteyan de pêk bînin, ew tiştekî nas nakin hema gule direşînin.”

Ji jiyana nû re: Merhaba

Jin û zarok ên ku şervanên YPJ’ê dibînin bi jidil dikenin, li hin ciha jî jin û zarok ku bi coşek mezin ya YPJ’iyan hembêz dikin bêrîkirina wan a azadiyê datîne holê. Hin jin ku hêstirên çavên xwe nikarin bigirin, hin ji wan jî bi avêtina sloganan, kêfxweşiya xwe ya azadiyê parve dikin. Şervanên YPJ’ê jî hem bi zarokan û hem jî bi jinan re sohbet dikin, lê piranî axaftin û vegotina jinan a zilma DAIŞ’ê guhdar dikin. Jinên ku ji zilm û zordariyê hatine rizgarkirin bê navber ji YPJ’yiyan re dibêjin “Merhaba-ehlen û sehlen, em û hûn tev bixêr hatin.”

DAIŞ çandinî û zekat

Ji niştecihên taxê yên di nav erdê pembûyê de dixebitin a bi navê Salîme Mihemed a 45 salî, diyar kir ku hin ferdên malbata wê ji hêla çeteyan birine navenda bajêr. Salîme Mihemed, da zanîn ku çete wan weke mertalên zindî bikar tîne û destnîşan kir ku niha çeteyan wan biriye rojavayê taxa Sebehiyê. Salîme Mihemed ku bi kurek û keça xwe re di nav zeviyê de dixebite, diyar kir ku di dema DAIŞ’ê de ji ber di bin navê “Zekatê” de nîvê berhema (mewsîma) ji wan dihat standin wan nikaribûya bi rehetî çandiniyê bikin û wiha got: “Niha taxa me ji hêla QSD’ê ve hat rizgarkirin. Ev çend rojeke heremekî bi ewleh hatiye avakirin em li wir in. Çeteyan dest danîne ser her tiştên me. Her tim dest datanîn nîvî zêdetir mal û milkên me yanî mewsîma me. Lê niha ez bi malbata xwe re di erdê xwe de dixebitim. Niha tenê fikara me ferdên malbata me ya di destê çeteyan de mane ye. Em hêvî dikin ku demildest wan jî rizgar bikin.”

Jiyan hat ser axa me!

Ji niştecihên taxê Abdilah Samî jî diyar kir ku kesên rewşa wan a madî tune ne nikarin tiştekî di erdê xwe de biçînin. Samî, da zanîn ku bi vê awayî bi dehan naskiriyên wan nikarin erdên xwe de çandiniyê bikin û destnîşan kir ku bi hatina QSD’ê re her tişt guheriya ye û naskiriyên wan dest bi erdên xwe de dixebitin. Samî, wiha got: “Em jî bi derfetên kêm erdê xwe diçînin, lê gelê me kêfxweşiyek mezin dikin. Ji berk u jiyan ji nû ve hatiye ser axa wan, em ji QSD’ê re minetar in.”

Ew rojên tarî dawî dibin

Mahmûd Ehmed ê ku bi 4 zarok û hevjîna xwe re ji Taxa Romaniyê hatine Taxa Sebehiyê, diyar kir ku DAIŞ ji ser jê kirinê û tarîtiyê başqe tiştekî din nîne. Mahmûd Ehmed, anî ziman ku ev yek hema bêje bûye rewşek rojane û diyar kir ku ji ber tirsa xwe wan nikaribû dengê xwe bikin. Ehmed, da zanîn ku yê li hemberê vê rewşî derdikevin jî tên înfazkirin û ev tişt gotin: “Şikir ji xwedê re hêza demokratîk hat. Bixêr hatin bajar û warên me. Em pir li benda wan man ku ji bom e ji van hovan rizgar bikin. Ya dawî em jî êdî ji van rojên tarî xilas dibin.”

12.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً