LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got: Kurd êdî li Rojhilata Navîn hêza şer û aştiyê ye. Çareserî jî wê piştî rizgarkirina Reqqayê bikeve rojevê. Reqqa wê xala diyarker be û pêkhatina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê wê were wateya hilweşîna faşîzma Erdogan-Bahçelî”. Herwiha got ji ber ku ‘şirîkên hev ên gunehan’ e, Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriyê dide Qatarê .

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Şervanên YPG’ê bi armanca bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çalakiyek li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û Cebhet El-Şamiyê li dar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 28 çete hatin kuştin.

* Şervanên QSDʹê li taxên rojhilat ên Reqqayê tirmpêleke bombebarkirî destserkirin.

* Şervanên QSD`ê di operasyona paqijkirina taxa Sînaa ya rojhilatê Reqqayê de, kargeheke çêkirina maşîneyên bombebarkirî ya çeteyan dîtin.

* Hêzên Demokratîk ên Sûriyê civîna xwe ya li bajaroka Rimêlan bi nerînên hevbeş bi dawî kirin û destnîşan kirin ku dê civînên xwe di demeke pêş de heta bighîjin rêbazekî ji bo çareserkirina aloziya sûriyê bidmînin.

* Artêşa Tirk a dagirker topbarana gundên gundê Ewin El-Dadat û El-Mihsinlî piştî tobarana ku 4 saet dom kir, rawestand. di enamê de ziyanek mezin di mal û milkên welatiyan ên li gundê Ewin Dadat de çêbû.

* Artêşa Tirk a dagirker firehkirina riyên leşkerî yên li gundê Balayê ya navçeya Bilbilê ku dagir kiriye fireh dike, di heman demê de lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Bakur de didomîne.

* Wezîrê karê derve yê Sûrî Fêsel El-Muqdad di hevdîtineke xwe de ligel rojnameya Weten ya Sûrî diyar kir ku kirîza li kendava Erebî rûdaye, rewşa Sûrî baştir kiriye.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Silêmanî serdana xwe ya pêşî li Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) kir.

* Seroka Koma Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî ji wezîfeya xwe ya serokatiyê hate dûrxistin.

* Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd diyar kir serxwebûna Herêma Kurdistanê daxwaza gele, nabe ku bikin mijareke hizbî û got: “Divê parlemento biryara referandumê bide.”

* Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, ew dê di vê serdana xwe de peyama lidarxistina referanduma Herêma Kurdistanê bigihînin berpirsên Yekîtiya Ewropayê.

* Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Frank Baker ragihand ku şert û mercê niha yê Iraqê û herêmê, ji bo pêk anîna referandûma Başûrê Kurdistanê ne dest daye û bi ti awayî ew ne li gel wê referandûmê ne.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma gundê Sîda ya li geliyê Balinde ya dikeve herêma Avaşîn a navçeya Amêdî ya Dihokê bombebaran kir.

* Di 6’ê Hezîranê de li 19 gund û herêmên navçeya Licê ‘Qedexeya derketina derve’ hatibû îlankirin, qedexe hat rakirin.

* Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan li Amedê li otela lê dima hate binçavkirin.

* Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê di dema derbasbûna wesayîtên leşkerî de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de çawîşekî pispor hate kuştin.

* Li Şirnexê, dest bi rûxandin avahiyên ku der barê wan de biryara rûxandinê tune ye jî hat kirin.

* Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê qala dewama gotûbêjên digel Rûsiyê ji bo kirrîna pergalên mûşekî yên S400`ê kir.

* Li Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Tirkiyeyê rûniştineke taybet hate kirin û Raportorê Taybet ê NY Davîd Kaye bang kir ku bila li Tirkiyeyê kesên ji ber diyarkirina fikir û ramanên xwe hatine girtin, werin berdan.

– CIHAN

* Dozgerên Amerîkî, bi tohmeta ku Serokê Amerîka Donald Trump di riya şîrketên xwe re ji hikûmetên bîyan pereyan distîne, doz li wî vekirin.

* Berdevkê DAIŞ’ê Ebu Hasan el-Muhacir bang li çekdaran kir ku di meha Ramazanê de li Amerîka, Ewrupa, Rûsya, Avustralya, Îraq, Sûrîye, Îran û Fîlîpînê êrîşên nû bikin.

* Rêberê opozîsyona Rûsya Alexei Navalny û 730 kesên din yên ku li Moskowê dixwestin protesto li dar xînin hatine desteser kirin.

* Rêxistina Libihurîna Navneteweyî destnîşan kir ku boykotên li ser Qeterê ji aliyê Erebistan û hevpeymanên wî welatî va binpêkirina Mafên Mirov e û jiyana gelê Qeter, Erebistan, Imarat û Behrêynê dêxe ber xeterê de.

13.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً