LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Reqayiyekî ku jinekê Êzîdî ‘kiribû’ axivî: Yê sê caran bêje Allah û ekber dibû ê wî

Reqayiyekî ku jinekê Êzîdî ‘kiribû’ axivî: Yê sê caran bêje Allah û ekber dibû ê wî

REQA – Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Reqayê ku bi hemû lez û beza xwe didome, bi operasyonan sedan kes tên rizgarkirin. Tiştên ku Abdulah Mihemed a li Reqayê jinekê Êzidî kirîbû vedibêje, hindik be jî derbarê aqûbeta jinên Êzidî de ronî dike.

Li Reqayê ku di roja 9’emîn de “Cenga Mezin” a ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatî destpêkirin, di taxên Sînea û Xatin de pêş dikevin. Şervanên QSD’ê ku di cebheyên rojhilat û rojava de bi du milan ve gav bi gav navendê ve pêş dikevin, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, mal bi mal paqij dikin. Li bajarê ku pêvçûnên dijwar diqewimin bi sedan çete hatin kûştin û bi sedan niştecihên Reqayê ji bin esareta DAIŞ’ê tên rizarkirin. Di Reqaya ku wek e navenda ji hêla DAIŞ’ê ve jinên Êzidî yên êsîr hatibûn girtin tê nasîn, niha gelek jinên Reqayî tên rizgarkirin. Abdulah Mihemed a 50 salî ku jinekê Êzidî ya ji “Bazara Koleyan” kirîbû, derbarê aqûbeta jinên Êzîdî de agahiyên girîng da.

Jinên Êzidî di bazarên rojhilat û başûrê Reqayê de dihatin firotin

Abdullah Mihemed ku mala wan li Taxa Sebehiyê ya Reqayê ye, diyar kir ku jinên Êzidî di bazarên ku di rojhilat û başurê Reqayê de hatibûn avakirin de dihatin firotin. Mihemed, destnîşan kir ku bi taybetî di cihekî Taxa Sîneayiyê ku li rojhilatê bajêr dikeve wek e ‘Bazara Koleyan’ dihat bikaranîn û anî ziman ku piranî jinên Êzîdî lê hin jinên ku ne Êzidî bûn jî hem difirotin çeteyên DAIŞ’ê û hem jî difirotin hin kesên dewlemend ên di Reqayê de dijîn û yên ji derve ve dihatin.

‘Min jineke Êzidî ji bazara ku li başurê bajêr hatibû avakirin kirî’

Muhamed, da zanîn ku wî bi xwe jî jinekê Êzidî ji bazara koleyan a li başûrê bajarê Reqayê kirîye û destnîşan kir ku li gelek cihên di bajêr de ji van bazaran hebûn. Muhamed, wiha got: “Lê yê herî dihat naskirin bazarên li rojhilat û başurê bajêr bûn. Min jî ji wir jinekê Êzidî kirî. Dem amin ji berpirsiyarê bazarê jin girt, sê caran bi min û bi jina Êzidî peyva ‘Allah û Ekber’ dane gotin, piştre dane min. Jinên ciwan û xweşik ji bo serçeteyan û kesên dewlemend re vedişartin. Wan bi buhayek bilind difirotin. Ji bilî çeteyan gelek kesên di Reqayê û derveyê bajêr jî dihatin wan jinan dikaribûn bikirin.”

‘Piştî sê caran gotin Allah û Ekber’

Mihemed, da zanîn ku ya jinên Êzidî wek e cariye bikar tanîn û anî ziman ku jinên Êzidî yên hatibûn kirîn hêj di bazarê de piştî sê caran peyva ‘Allah û Ekber’ êdî wek e misliman dihatin dîtin. Mihemed, destnîşan kir ku kesên ya jinan di bazaran de dikirîn digotin ku ‘ji bo kesên ji Îslamê re şer dikin re helal e’. Mihemed, ev tişt gotin: “Ew jina Êzidî ku min wê wek e cariye kirîbû bi mehan li cem min ma. Tenê pêdiviyên jiyanî pêk dihat. Ji ber ku min vê rewşî pê da jiyankirin ez di hêla ujdanî de pir aciz im. Dema min bihîst QSD nêzî Reqayê dibe, min wê jinî careke din teslîmê çeteyan kir.”

Ji Siûdî Erebîstan heta Dûbayî…

Mihemed, anî ziman ku gelek jinên Êzidî şandine Siûdî Erebîstan, Qetar, Dûbayî, Iraq û Dêra Zorê û da zanîn ku serçeteyên (Emîr) ji Reqayê reviyan gelek jinên Êzidî jî bi xwe re birine. Muhemed, ragihand ku hin kesên ji derveyê Reqayê jî hatibûn jinên Êzidî ji van bazaran kirîn û van agahiyan da: “Ew sûcên ku DAIŞ kirin hin Reqayî jî bûne hevpar. Niha li navenda Reqayê hêj jî bi dehan jinên Êzidî tên girtin. Min jî ya jina Êzidî ku min kirîbû piştî demekî bir dîsa da DAIŞê. Min wê teslîmê hevalekî xwe ya naskirî kir. Gelek hevalên min û naskiriyên min bi vê awayî kirin, yanî wan jinên kirîbûn berdan, hinek ji wan dane çeteyan.”

 

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً