LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bîlançoya 15 Roj Ya ‘’Çenga Mezin’’ Li Reqqa

Bîlançoya 15 Roj Ya ‘’Çenga Mezin’’ Li Reqqa

DESTPÊKA RIZGARKIRINA BAJARÊ REQQA

06.06.2017
Oparasyona Rizgarikirina Navenda Reqqayê di 06/06/2017 an de ji aliyê Meclisa Hêzên Sûriya Demoqratîk ve li gundewarên Reqqayê hate raghandin, oparasyon bi armanca kontrol kirin û rizgar kirina navenda Reqqayê hat îlan kirin.

Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê dest pê kir , şervanên QSD’ê îro ji rojhilat û rojava ve ketin bajarê Reqqayê

Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi navê ʺCenga Mezinʺ destpêkirina qonaxa rizgarkirina bajarê Reqqayê ragihand. Daxuyaniya dîrokî ji aliyê berdevkê QSD` Telal Silo hate xwendin. Daxuyanî li bajaroka Hezîma yê bakurê Reqqayê bi beşdarbûna Fermandarên QSD`ê, nûner û Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqqayê Leyla Mustefa û nûnerên êlên herêmê, hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD): ʺPiştî berxwedana demdirêj a hêzên me û hêzên hevkar a li dijî teroristan, efsaneyên dîrokî û qehremanî hatin afirandin. Ji berxwedana dîrokî ya Kobanê heta rizgarkirina Girê Spî, Hol û Şedadê, heta rizgarkirina gundên Dêra Zorê û Reqqayê, rizgarkirina Bendavên herêmê, azadkirina bi deh hezaran şêniyên wan herêman ji teroristan û li gorî derfetên xwe pêkanîna pêdiviyên wan ên jiyanî, hêzên me gelek pêngavên dîrokî biserxistine.
Em îro dest bi Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê ku çeteyan ji xwe re kiriye paytexta teror û terorîstan, dikin. Hêzên beşdarî vê cenga dîrokî bûne ev in: YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tugaya Mexawîr Humis, Siqûr El-Reqqa, Lîwa El-Tehrîr, Tugaya El-Selaciq, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Erka Xweparstinê û Hêzên Nuxbe.
Ev şer bi piştgiriyeke mezin ji Meclîsa Sivîl a Reqqayê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), mezinên eşîran û rûspiyên herêmê û bi alîkariya gelê me yê li herêmê pêk tê.
Em mizgîniya destpêkirina Cenga Dîrokî ya rizgarkirina Reqqayê radighînin û destnîşan dikin ku hêzên me bi moraleke bilind û amadekariyeke mezin ji şer re amade ne da ku pîlana leşkerî ya bi hevkarên me yên Koalîsyonê Navneteweyî re hatibû girtin, pêk bînin.
Hêzên cuda weke di mînaka êrîşa li ser Qereçox de hate dîtin, xwestin pêşî li vê pêngava dîrokî bigrin û asteng bikin. Lê ev hewildanên beyhûde tev hatin pûçkirin û van êrîşan, berovajî hedefa xwe, îradeya me hîn xurtir kir û israra me ya tekoşînê ya li hember terorîzmê hîn zêdetir kir. Şehîdên Qereçox ji me re bûn meşale. Em ê xwedî li bîranîna wan derbikevin û serkeftina cenga mezin diyarî ruhê wan pakrewanan bikin.
Careke din em bang li gelê me yê bajarê Reqqayê dikin, da ku dûrî navendên dijmin, noqteyên hesas û cihên şer bikevin. Li derdora hêzên me kom bibin û alîkariya hêzên me bikin, da ku erkên xwe pêk bînin.
Di heman demê de em bang li ciwanên Reqqayê dikin ku ji bo di rizgarkirina bajarê xwe de cih bigrin, bila tevlîbûna xwe ya nava hêzên me dewam bikin.
Bi vê boneya dîrokî, em şehîdên xwe yên ku ji bo gihiştina vê qonaxê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û şîfayê ji birîndarên xwe yên qehreman re dixwazin.
Em bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) hemû hêz û komên beşdarî Cenga Mezin dibin, bi şervan û fermandarên wê, silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Di heman demê de em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin.
Em hemû gelê xwe yê ji hemû mezheb û olan ku li dijî teroristan li berxwe dan silav dikin. Her wiha em hemû hevalên rojnamevan ên ku şerê me ji raya giştî re ragihandine û ji bo dîmenên zindî veguhezînin li kêleka hêzên me bûn, silav dikin.ʺ

Telal Silo, da zanîn ku ji bo bidawîkirina operasyona Cenga Mezin a rizgarkirina Reqqayê, tu dem jê re nejhatiye diyarkirin û gotegotên derbarê derketina çeteyan ji bajarê Reqqayê, derewandin.

Silo, di bersivên xwe de diyar kir ku pêngav ji aliyê rojhilat, rojava û bakurê Reqqayê ve hatiye destpêkirin û got:”Hêzên me li benda baskê rojava bûne ku bighêje bajar û bi vê yekê re”Cenga Mezin” hate destpêkirin.”

Derbarê gotegotin, derketina DAIŞ`ê ji bajarê Reqqayê, Telal Silo got: “Gotegotin ku hêzên me bi çeteyan re rêkeftinek kiriye ku çete ji bajar derkevin, ev yek ne rast e. Ji ber ku ev yek ne li gorî rêgezên me ye û berpirsyartiya me derbarê gelê me ye.”

Silo di berdewamiya axaftina xwe de, bi bîr xist ku aliyê başurê Reqqayê beriya destpêkirina operasyona rizgarkirinê ji xwe vekiriye.

Şervanên QSD′ê ketin bajarê Reqqayê

Di 06/06/2017 an de saet di 16.00’an de Şervanên QSD’ê ji milê rojhilatê Reqqayê ve ketin taxa Al-mişleb a dikeve rojhilatê bajêr bûn ku şerekî giran di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ′ê de rû dide.

Kela Til Hirqel a rojavayê Reqqayê hat rizgarkirin

Şervanên QSD’ê ji milê rojava ve jî gihîştin bajarê Reqqayê û Kela devera stratejîk Til Hirqel ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Di şer de gelek çete hatine kuştin, lê hejmarek zelal nehat naskirin.

Til Hirqel a dîrokî ku weke “Kela Til Hirqel” tê binavkirin û li rojavayê bajar, weke deriyê ketina Reqqayê tê naskirin.

Kela Til Hirqel ji aliyê împaratoriya Romayê ve li ser qadeke bi firehiya 10 km çargoşe hatiye avakirin û bilindahiya wê 6 metre ye. Avahiya dîrokî di dema Ebasiyan de ji aliyê Xelîfe Harûn Reşîd ve bi destê hosteyan hatiye avakirin û bûye qesra Harûn Reşîd.

QSD`ê li Reqqayê bi pêş ve diçe: 75 çete hatin kuştin.

07.06.2017

Li taxa El-Meşleb a rojhilat û El-Cezra ya rojavayê bajarê Reqqayê şerê giran rû didin. Şervan tevî şerê dijwar gav bi gav pêş ve diçin. Ji duh êvarî ve 75 çete hatin kuştin.

Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina bajarê Reqaayê di roja duyemîn de ye.

Şervanên QSD’ê piştî ku duh saet di 16.00’an de ketin taxa El- Meşleb a rojhilatê Reqqayê, ji şevê din de bi çeteyên DAIŞ’ê re ketine nava şerekî dijwar.

Li rojavayê Reqqayê jî, şervanan piştî ku duh êvarî Keleha Herqel ji çeteyan paqij kirin, îro ji bo xwe gihandina mal û taxên destpêka bajar ketin nava tevgerê.

Hew weha li taxa bi navê ‘El-Cezra’ de, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derketiye û her diçe dijwariya şer zêde dibe.

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ gelek caran bi motosikletên bombebarkirî hewil didin êrîşî nuqteyên şervanan bikin û ji duh êvarî heta niha di şerê li rojhilat û rojavayê Reqqayê de, zêdetirî 75 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Şervan li taxa Meşleb pêşve diçin
07.06.2017
şervanên QSD′ê ku duh taxa Meşleb (yekem taxên bajarê Reqqayê yên rojhilat) û 500 m li taxê pêşve çûn û hejmarek sivîlên ku piraniya wan jin bûn, rizgar kirin. Li taxê pevçûnên dijwar rû didin.

Ji eniya rojava ya Reqqayê wêneyên destpêkê

Şervanên QSD`ê li taxa El-Meşleb a rojhilatê Reqqayê, çekên artêşa Tirk a dagirker ku çeteyên DAIŞ`ê li peyî xwe hîştibûn, dîtin. Hêjayî bi bîrxistinê ye, ev ne cara yekemîn ku şervanên QSD`ê di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqqayê çekên artêşa Tirk a dagirker, dibînin. Bi vê yekê re, careke din têkiliya xurt a di navbera çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker, diyar dike.

Li taxa El-Mişleb erebeyeke bombekirî hat îmahkirin
08.06.2017
Li taxa El-Mişleb şerê di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de didome û maşîneke bombebarkirî ya çeteyan saet di 19.45’an de li taxê hat îmhakirin. Li taxê şer didome û şervan pêşve diçin.

Şervanên QSD′ê li bakurê Reqqayê Navendeke leşkerî ya ku bi navê Firqeya 17′emîn tên naskirin û kargeheke şekir ji çeteyan hatin paqijkirin

Li taxa El-Mişleb jî, tevî mayînên çeteyan, şervanên QSD′ê 850 m pîş ve çûn. Li taxê şer didome, 16 çete hatin kuştin û cenazeyên 6 çeteyan ketin destê şervanan.

Şervanên QSD’ê piştî xeta parastina xwe rojhilatê Tebqayê xurt kirin, niha li bakurê Tebqayê jî ket nava tevgerê. Şervanan nîvro di saetên piştî nîvro de, berê xwe dan gundên Ebû Asî yê 18 km û Mişêrfa yê 17 km dikevin bakur rojavayê Tebqayê. Di encama şerê ku li herêmê qewimî, herdû gund ji çeteyan hatin rizgarkirin. Piştre şervanan berê xwe dan depoyên genim (Sawami) ên nêzî gundê Mişêrfa û piştî şerê 2 saetan, depo jî  rizgar kirin. Hat gotin ku di şer de gelek çeteyên DAIŞ′ê hatine kuştin.

09.06.2017
Şervanên QSD′ê li taxa El-Mişleb a rojhilatê Reqqayê pêşve diçin û pevçûnên dijwar di navbera wan û çeteyan de rû didin. Çavkaniyekê ji hundirê bajar ragihand ku bi pêşveçûna şervanan re, tirs ketiye dilê çeteyan û da zanîn ku çeteyên Sûrî û yên biyanî ji refên xwe vediqetin.
dema şervan derbasî bajêr bûn, çeteyan destûr nedan ku welatiyên sivîl ji bajêr derkevin, da wan ji xwe re wekî mertalên zindî bikar bînin. welatiyên ku hewl didan bi riya çemê Belîx ji bajêr birevin, ji aliyê çeteyan ve hatin hedefgirtin û di encamê de kuştî û birîndarên sivîl hene. çeteyên DAIŞ′ê Reqqayê veguherandine bajarê mayînan, da pêşveçûna asteng bikin. çete bi darê zorê dihêlin ku sivîl cebilxaneya wan ji cihekî bibin cihekî din, da depoyên wan ên cebilxaneyan ji aliyê balafirên koalisyona navneteweyî ve neyên hedefgirtin.

ROJANÊ PÊŞKETINÊN QSD

09.06.2017 09:08
1- Di roja 4’an de ji Cenga Mezin a rizgarkirina Reqqayê Şervanên QSD`ê taxa yekemîn a Reqqayê El-Meşleb ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin .Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû dan. Di şer de herî kêm 20 çete hatin kuştin. Di encama şer de ber destê sibehê tax bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.
Li taxa rizgarkirî şervanan dest bi xebata lêgerînê û bêbandorkirina mayînan kirin.
Li baskê rojavayê bajar jî şevê din şer dijwar bû. Li qada El-Cezra çeteyên DAIŞ`ê xwestin bi maşîneyên bombebarkirî erîşî noqteyên şervanan bikin. Şervanan 2 maşîneyên bombebarkirî îmha kirin. Paşê şervanan li heman qadê kargeheke maşîneyên bombebarkirî lê dihatin amadekirin dîtin û ev der îmha kirin.

09.06.2017 11:09
2- Di roja 4’an de ji Cenga Mezin a rizgarkirina Reqqayê Şervanên QSD`ê danê sibehê li aliyê rojava ya Reqqayê, ketin taxa Sebehiyê. Di taxê de şerên dijwar di navbera

09.06.2017 11:37
3- Şervanên (QSD) piştî ku gundê EL-Cezra ê rojavayî Reqqayê rizgar kirin şervanên QSD`ê ala reş a çeteyên DAIŞ`ê, li ser malên sivîlan yên gund bi cih kiribûn, rakirin.

09.06.2017 13:05
4- Şervanên QSD`ê hejmarek ji mayîn, teqemenî û gelek rokêtên tangan ku çeteyan li gundê EL-Cezra gundê dawiyê ye ji aliyê rojava yê Reqqayê ya rizgarkirî li peyî xwe hîştibûn dîtin.

09.06.2017
5- Welatiyên Reqqayê ku xewna wan xelasbûna ji çeteyan bûn û li benda dîtina şervanên QSD`ê bûn, êdî xewnên wan bûn rastî, kêfxweşiya hevdîtina şervanên QSD û şêniyan diyar, diyar dikin .
Di çarçoveya Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê de, Şervanên QSD‘ê îro bi dehan sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û ew gihandin cihên bi ewle.

09.06.2017 18:32
6- Li taxa El-Mişleb a rojhilatê 4 rojnamevanên ku pêngava rizgarkirina Reqqayê dişopandin, birîndar bûn. Dema ku rojnamevanan berê xwe dan taxa El-Mişleb ya rizgarkirî da rewşa dawî ya taxê bişopînin, çeteyan topeke hawanê avêt taxê, di encamê de 4 rojnamevan birîndar bûn.

09.06.2017 19:22
7- Şervanên QSD′ê taxa Sebehiyê ya dikeve rojavayê Reqqayê de di saetên ber êvarê de ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Piştre rizgarkirinê şervanan li taxê dest bi xebatên lêgerînê kirin. Di encamê de miqdarek çek û cebilxaneyên (di nav de çekên Tirkî jî hene) û bi dehan cenazeyên çeteyên DAIŞ′ê ketin destê şervanan.

09.06.2017
8- Li aliyên rojhilat û bakurê Reqqayê, di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de pevçûnên dijwar rû didin. Piştî ku şervanan taxa El-Mişleb, kargeha şekir û firqeya 17 rizgar kirin, şervanan depoyên genim a dikevin bakur rojavayê bajêr, dorpêç kirin.

09.06.2017
9- Şervanên QSD′ê îro di saetên êvarê de, taxa Sebehiyê yê dikeve rojavayê bajarê Reqqayê rizgar kirin.
Li taxên Reqqayê pêşveçûna şervanan didome.

10.06.2017
10- Hemleya rizgarkirina Reqqayê di roja 5`an de bi lez didome Şervanên QSD`ê li eniya rojava ya bajarê Reqqayê, piştî rizgarkirina taxa Sabahiyê, îro vê sibehê ketin taxa Romanî û di encamên şerên giran de ku heta niha didome 21 çete hatin kuştin.
operasyona lêgerinê dane destpêkirin. Di encama lêgerina şervanan de, 3 çeken BKC,  6 guleyên RPG7, doçkayek 23.5 tevlî erebeya wê, ketin destê şervanan. Her wiha 3 cenazeyên  çetayan jî ketin destê şervanan.

10.06.2017
11-Operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 5′an de didome. di saetên ber êvarê de komeke çeteyên DAIŞ′ê (ku 4 ji wan êrîskarên xwekuj bûn) êrîşî kargeha şekir a dikeve bakurê bajarê Reqqayê kirin. 2 çeteyên xwekuj beriya ku bigihêjin çeperên şervanan hatin kuştin. Herdû çeteyên xwekuj ên din jî, nêzî çeperên şervanan xwe teqandin.
Çeteyên DAIŞ′ê di heman demê de êrîşî taxa El Mişleb a rojhilat û taxa Romaniyê ya rojavayê Reqqayê yên rizgarkirî, kirin. Di şerê dijwar ê li ku taxa El-Mişleb rû da de, 11 çete hatin kuştin.
Li taxa Romaniyê jî servanan 2 maşîneyên bombebarkirî yên çeteyan gulebaran kirin û ji dûr ve teqandin. Di şerê ku li vê taxê rû da de, 9 çete hatin kuştin. 2 şervanên QSD’ê jî di berxwedana li hember êrîşa çeteyan de, şehîd bûn.

10.06.2017
12- Çeteyên DAIŞ′ê saet di 17.00′an de, li rojhilatê gundê Ebû Qibab ê girêdayî bajarê Tebqayê, bi maşîneyên zirxî û çekên giran êrîşî çeperên şervanên QSD′ê kirin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanên QSD′ê hat û piştî şerê dijwar ê ku 3 saetan dom kir, hat pûçkirin.

11.06.2017
13- Şervanên QSDʹê bi alîkariya şênyên gundê El-Hedac a di navbera herêma Mehmûdlî û Tebqayê 2 çeteyên ku mizgefta gund a bi navê El-Xîlafa bitqînin, girtin. herdû çeteyên bi navê Ebû Mihemed û Ebû Hemam dema madeya teqemenî di mizgeftê de bi cih dikirin, hatin girtin. Psporên QSDʹê yên mayînan demil dest teqemeniya ku bi qasî kîlo û nîvekê madeya TNT tê de hebû bê bandor kirin.


11.06.2017
14- Şervanên (QSD) berê xwe dan taxa Romaniyê ya rojavayî bajarê Reqqayê. Li taxê, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar destpê kiribûn. 11 çeteyên DAIŞ’ê li vir hatine kuştin ku yek ji wan serçeteyê bi navê Ebû Xattab Tûnisî ye. 7 termên çeteyan li naverastê man.
Şerê dijwar li taxa Romaniyê ta vê kêliyê didome.

11.06.2017
15- Taxa sêyemîn hat rizgarkirin
Operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 6’an de berdewam dike. Şervanan piştî taxa El-Meşleb a rojhilat û taxa Sebahiyê ya rojavayê Reqqayê, îro  taxa sêyemî Taxa Romaniyê jî rizgar kirin.

11.06.2017
16- Di roja 6’an a operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê de, Li qada piştî taxa El-Meşleb a rojhilatê bajar, li nêzikî sûrên dîrokî şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de li 4 nuqteyên cuda dijwar bûye.

11.06.2017
17- Şervanên QSD`ê li taxa Sîna ya aliyê rojhilat ê bajarê Reqqayê, di operasyoneke taybet de  bi dehan sivîl ji çeteyan rizgar kirin.

11.06.2017
17- Şerê ku di saet 14:30’an de li derdora sûrên dîrokî destpêkiribû heta van kêliyan didome. Hat zanîn ku di şer de bi dehan çete hatine kuştin. Di encama xebata ku hîn berdewam dike de heta niha termê 9 çeteyan ku 2 jê sekvan bûn, 4 kalaşnîkof, 2 BKC, 2 B-7 û 10 roketên wê, 8 bombeyên destan, hejmarek guleyên hawanê û 2 çekên sekvan ketin dest şervanan.
Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku li rojhilat û rojavayê bajarê Reqqayê îro di tevahiya rojê de 38 çete hatine kuştin û obusek çeteyan hatiye îmhakirin.

11.06.2017
19- 38 çete hatine kuştin û obusek çeteyan hatiye îmhakirin.
Şerê ku di saet 14:30’an de li derdora sûrên dîrokî destpêkiribû heta van kêliyan didome. Hat zanîn ku di şer de bi dehan çete hatine kuştin.
piştî rizgarkirina taxa Romaniyê ya li rojavayê Reqqayê dest bi xebata lêgerînê û paqijkirina bermahiyên çeteyan kirin. termê 9 çeteyan ku 2 jê sekvan bûn, 4 kalaşnîkof, 2 BKC, 2 B-7 û 10 roketên wê, 8 bombeyên destan, hejmarek guleyên hawanê û 2 çekên sekvan ketin dest şervanan.
Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku li rojhilat û rojavayê bajarê Reqqayê îro di tevahiya rojê de 38 çete hatine kuştin û obusek çeteyan hatiye îmhakirin.
12.06.2017

18- Şervanên QSD’ê ketin nava taxên Sinaa û Hattîn ên Reqayê
Şevê din şervanên QSD’ê ji milê rojhilat û rojava ve berê xwe dan çeperên çeteyan. Ber destê sibehê şervan li rojhilat ketin taxa Sinaa û li rojava jî ketin taxa Hattîn.
Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku di şer de heta niha herî kêm 23 çete hatine kuştin û termê 16 çeteyan tevî hinek çek û cebilxaneya li ser wan ketine destê şervanan.
di encama xebata lêgerîna şervanan a li taxa Romaniyê de roketavêjek B-7, çekek BKC û 400 fişekên wê, çekek Law a artêşa Tirk, 20 hawanên 120 mm, 6 kalaşnîkof û cudatir depoyek tije çek û cebilxane ketiye destê şervanan.
12.06.2017
19- Hemleya rizgarkirina Reqqayê di roja xwe ya 7`mîn de didome.
duh bi şev Di navbera şervan û çeteyên DAIŞ`ê de şer rûda û heyanî saetên sibehê berdewam kir. Di encamê de şervan ji aliyê rojhilat ve ketin taxa Sînaea û ji aliyê rojava jî ketin taxa Hitîn. Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku di şer de heta niha herî kêm 23 çete hatine kuştin û termê 16 çeteyan tevî hinek çek û cebilxaneya li ser wan, ketine destê şervanan.

Li aliye din jî di encama lêgerînan li taxa Romaniyê roket avêjek B-7, çekek BKC û 400 fişekên wê, çeka Law a artêşa Tirk, 20 hawanên 120 mm, 6 kalaşnîkof û depoyek tije çek û cebilxane ketiye destê şervanan.
12.06.2017
20- Hêzên QSDʹê ku ev 7 roj in Hemeleya Cenga Mezin dane destpêkirin, Ji taxên ku şervanan rizgar kirin taxa Meşlebe. şervanan tunelên ku çeteyan di bin malên sivîlan de kolandibûn dîtin.

12.06.2017
21- Wêneyên Navenda Firqeya 17 a leşkerî û Kargeha Şekir yên di 8 mehê de hatin Rizgar kirin
Di çarçoveya Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê de, şervanên QSD`ê Navenda Firqeya 17 a leşkerî û Kargeha Şekir, ku 1 km li bakurê bajarê Reqqayê dikeve.

12.06.2017
22- Li taxa Sînaa ya rojhilatê Reqqayê û taxa Hettin a rojavayê Reqqayê di navbera şervanên QSDʹê û çeteyan de şerên dijwar rû didin. Di şer de gelek çete hatin kuştin. Her wiha şervanan gelek çek û cebilxaneyên çeteyan destserkirin.

12.06.2017
23- Şervanên di saetên êvarê de tirmpêlek bombebarkirî li taxa El-Meşleb a rojhilatê Reqqayê dîtin. Di tirmpêlê de gelek madeyên teqemenî hatibû barkirin.

13.06.2017
24- Şervanên QSD`ê di operasyona paqijkirina taxa Sînaa ya rojhilatê Reqqayê de, kargeheke çêkirina maşîneyên bombebarkirî ya çeteyan dîtin. Di kargehê de madeya TNT ya teqemeniyê, madeya kemawî (Semad) ku bandora teqemeniyê zêde dike û alava hûrkirina kemawî, hate dîtin.

13.06.2017
25- li taxa Sînaa ya Reqqayê Di şerê dijwar de 5 çete hatin kuşti û 2 maşîneyên bombebarkirî hatin îmhakirin.
Di encama şerê li vê taxê de 3 şervanên QSD’ê şehîd ketin, 5 şervan jî birîndar bûn.

13.06.2017
26- Şervanên QSD’ê gundê Sihêl yê ku 7 kîlometre dikeve başûrê rojavayê Reqqayê ji çeteyan paqij kirin. Termê çeteyekî tevî çekeke kalaşnîkofê ket destê şervanan.
14.06.2017
27- Çeteyên DAIŞ’ê, ku li Reqayê nikarin li ber operasyona hêzên QSD’ê bisekinin, li dû xwe gelek teqemenî, xefikên bombeyî û mayinan dihêlin.Li bajarokê Semra yê Reqayê, hêzên QSD’ê cîpeke bombebarkirî li xerajekê dîtin. Hêzên QSD’ê teqemenî ji wesayîtê derxistin û piştre li cihekî bi 4 kîlometreyan dûrî bajarok e, ji dûr ve teqandin.

14.06.2017
28- Li rojhilat û rojavayê Reqayê şer dijwar dibe. Şervan ketine nava taxa El-Berîd û taxa Sinaa jî li ber rizgarbûnê ye. Di şer de êrîşkarek xwekuj hat kuştin. Danê nîvro şervan li taxê ketin dibistana Er-Razî û di demek kin de dibistan ji çeteyan paqij kirin. Her wiha beşek mezin a avahiyeke bilind a li taxê (mesakin) jî hatiye rizgarkirin.

29- li taxa Romaniyeyê ya Reqayê çekên saziya dewleta Tirk ên MKE derketin holê.

30- Çeteyên DAIŞ’ê, ku li Reqayê nikarin li ber operasyona hêzên QSD’ê bisekinin, li dû xwe gelek teqemenî, xefikên bombeyî û mayinan dihêlin .Li bajarokê Semra yê Reqayê, hêzên QSD’ê cîpeke bombebarkirî li xerajekê dîtin. Hêzên QSD’ê teqemenî ji wesayîtê derxistin û piştre li cihekî bi 4 kîlometreyan dûrî bajarok e, ji dûr ve teqandin.

 

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً