LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Surî Qeyrana Berjewendîyan e

Surî Qeyrana Berjewendîyan e

Ji bo qrîza u qeyrana surî bisekine. civîn li ser civînan hatin çêkirin. Riyad, Cinêv, Astana u hwd. eger kurd an go hêzên surîye ya demokratîk yên ku aramîya surî dixwazin çima? nayên vexwendin. ne beşdarbuna Kurdan ji wan civînan re wê hevsengî u berjewendîyên kêjan hêzên navdewletî xirakiriba. kurd bi projeya xwe di qada navnetewî u heremê de hîna gellek hêzan re nîqaş dike. Kurd ji bo sistema federal u demokratîkbuna surî li ser masê runiştine ku wê çawa? ew qeyran ev mal wêranî çareser bibe. li her qadê jiyanê li ber xwe didin.

Kurdan li her deverê u li her bajarekê li hember komên çeteyan şerê xwe da domkirin. li ser gelê surî u tevahî gelên heremê bandora şer zêde buye. bi hezaran mirov di mal u bajarên xwe de hatin koçber kirin. Helep Afrin Minbic u li herema Şehba her roj pilanên dagirkirinê hene. bi sedan mirovên ku koçber bune. li herema Şehba ji bo pariyek nan u av benda alîkarîyê ne. rêveberiya rojava u nunerên ku pêşengtiya sîstema federal dikin. her roj dibêjin. di qada navnetewî de ji bo alîkariya koçberan tiştek li holê nine. Rusya, Iran, DYYA, Rejima Bass u dewleta Tirk ji bo planên xwe hîna bazaran dikin.

ji ber ku axa surî veguherî cihê berjewendîyan. Kurdan bi hemi hêza xwe ji bo berjewendîyên gelê surî bê sînor li hember Daîş u hevkarên wê li ser axa surî dirok nivîsand. berxwedana Kobanê li ber çavan e. divê were pirs kirin. gelo? eger kurd u hêzên li ser erdê nebuna pilanên dewleta Tirk yên qirkirinê wê çi astê de buya. Hêzên Surîya Demokratîk kêlî bi kêlî li hember terora komên çeteyan şer dike. pêşeroja kurd u hêzên ku aramîya surî dixwazin. wê piştê rizgarkirina bajarê Reqqayê diyar bibe. ji ber ku Kurd u hêzên xwe cih heya niha di civînan de nehatine vexwendin.

Dewleta Tirk bi carekê sonda nijadperestîyê u ya dagirkerîyê kiriye ku wê ne tenê li surî li her devera cîhanê kurd wê behsa mafê xwe nekin. Erdogan her roj ji rêveberiya PYD’ê re peyamên tunekirinê dide. bi van geşedanan re tê dîtin ku armanca dewleta Tirk ewe ku cihê ku lê ba u jiyan heye gere Kurd liwir ne xwedî hêz u rêxistinekê bin. planên sevkiyata komên çeteyan yen wek Cephet –El Nusra Ehrar-El Şam u guhertina demgrafik nişaneya wêna ye.. ji xwe li ser meseleya surî her roj gotin u lêkolin zêde dibin. tifaqa hêzên surîye ya demokratîk u bi hêzên Amerîka re li ser Daîş’ê wê heya ku biçe. Pir bi vekirî tê gotin ku eger li surî terora Daiş’ê xilas bibe. wê kurd bi kêjan hêzên navnetewî re di nava danustandinan de bin. an go dixwazin bêjin. Kurd wê bikeve xefîkekê u wê were xapandin.

hinek derdor bi zanebun hewil didin. hewa u şerekê taybet bidin avakirin. lê ji devê wan nagere ku bêjin. Kurdan ji bo çarenusa gelan bê diyar kirin. Kurdan canbexşane şer kirin. hinek bi propagandayên xwe yên reşkirinê u li ser berjewendîyên xwe tev digerin. lê ev derdor u partîyên ku dijminahîya Kurdan dikin. gelo? Çima? ji xwe napirsin. Kurd ji xeynê civaka xwe hêza xwe ji tu kesê nagrin. Îran dewleta Tirk, Rusya, Rejima Surî u hwd, li ser axa surî ji bo berwendîyên xwe u deshilatdarîya xwe tevdigerin. lewma li surî şer u berjewendî xilas nabin. lewma Kurd jî ji bo azadiya gelan sere xwe natewînin.

15.06.2017

Rojen Arî

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً