LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Taxa Sinaa hat rizgarkirin

Taxa Sinaa hat rizgarkirin

REQQA – Şervanên QSD’ê di encama şerê 4 rojan de taxa Sinaa jî bi temamî ji çeteyan paqij kirin û ketin taxa Batanî.

Di çarçova operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê de QSD li rojhilat û rojavayê bajar pêşde diçe.

Şervanên QSD’ê piştî şerê diwar a 4 rojan li rojhilatê Reqqayê taxa Sinaa rizgar kirin. Li taxê xebata lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan destpêkir. Şervan piştî rizgarkirina Sinaa li rojhilat ketin taxa Batanî. Li taxê şer destpêkir.

Li rojavayê bajar jî şer dijwar e. Çeteyên DAIŞ ji 3 nokteyan êrîşî taxa Sebahiyê ya rizgarbûyî kirin. Li taxê şer didome. Tê gotin ku heta niha yek jê şerçete herî kêm 9 çete hatine kuştin û 12 çete birîndar bûne.

Li taxa El Berîd a ku şervan duh ketibûnê jî tevî şer hêzên QSD’ê pêşde diçe.

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً