LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Keleha sêyemîn a ji  DAIŞ’ê hatî standin: Til Harkalah

Keleha sêyemîn a ji  DAIŞ’ê hatî standin: Til Harkalah

REQA – Di çerçoveya operasyona Reqayê ya ji hêla şervanê QSD’ê de di nav cihên yekemîn hatine rizgarkirin de Keleha Til Harkalah a dîrokî jî heye, wisa kete ber objektîfa me. Keleha Til Harkalah, sêyemîn keleha ku QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê standiye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi navê “Cenga Mezin” opearsyona rizgarkirina Reqayê daye destpê kirin taxa 4’emîn jî hat rizgarkirin. Taxa Sînea ya ku di cepheya rojhilatê bajêr e bi temamî kete bin qontrola şervanên QSD’ê, şervanên QSD’ê tax bi tax bi navenda bajar re pêşve diçin. Di navbêra şervanên QSD’ê ya heta niha 4 taxan rizgarkirine û çeteyên DAIŞ’ê de her çiqas diçe pêvçûnên dijwartir diqewimin. Ji cihên tên rizgarkirin bi sedan kesên Reqayî ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin.

Di serdema Romayiyan de hatiye avakirin
Li cihên yekemîn ên hatine rizgarkirin de ku jiyan ji nû ve normal dibe, sivîlên tên rizgarkirin kêfxweşiya azadiya xwe bi şervanan re parve dikin. Di nava cihên yekemîn ên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin de Keleha Til Harkalah ku wek e bi navê Herkul jî tê nasîn ala YPJ’ê ya li ser hatî çikandin jî heye. Keleha ku li rojavayê Reqayê dikeve, ev keleha ku wek e ketina bajêr a ji rojavayê ve tê zanîn, tê texmînkirin ku di serdema Împaratoriya Romayê de hatiye ava kirin.

Ebasiyan restore kirin
Keleha ku li ser 10 kîlometre çargoşe hatiye çêkirin 6 metre bilindahiya wê heye. Keleha ku di serdema Ebasiyan de hatî restorekirin wek e keleha Harûn Reşîd jî tê zanîn. Keleh ji ber di dema rejîmê de qet eleqedarî nehatiye nîşandan, piştî DAIŞ bajêr dagir kir keleh zêdetir bê eleqedar maye û bi hilweşînê re rû bir û hatiye hiştin.

Ji cihên yekemîn hatî rizgarkirin e
Şervanên QSD’ê ku di 6’ê hezîranê de di rojhilatê Reqayê de kete bajêr, di xeta rojava de jî di 7’ê hezîranê re pêşve çûn û Keleha Til Harkalah ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin. Keleha ku di roja duyemîn de hate rizgarkirin, destpêkê şervanên YPJ’ê ala xwe li serî çikandin. Bi rizgarkirina Keleha Til Harkhalah re di axa Sûriyê de piştî kelehên Necm û Caber ev bû keleha sêyemîn.

Keleha ku di ketina rojavayê bajêr de di noqteyekî serwer de ye, kete ber objektîfa me. Şervanên QSD’ê diyarkirin ku ew dê kelehê hildin parastinê.

 

 

 

16.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً