LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Li Qedîsiyê çeteyan derbên giran xwarin

Li Qedîsiyê çeteyan derbên giran xwarin

REQQA – Di şerê li taxên Qedîsiyê, El Berîd, Battanî û Hattîn de çeteyên DAIŞ derbên giran ji destê şervanên QSD’ê dixwin. Şervanan 10 çete kuştin, maşîneyek bombebarkirî ruxandin, balafirek keşfê ya çeteyan jî xistin.

Di roja 12’an a operasyona rizgarkirina Reqqayê de şervanên QSD’ê li 4 taxan di nava şerê dijwar de ne.

Piştî ku şervan serê sibehê ketin taxa Qedîsiyê ya rojavayê Reqqayê, di seet 14.00’an de şerê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ de dijwar bû. Çeteyan ji aliyekî bi maşîneyên bombebarkirî û ji aliyê din ve bi balafirên keşfê yên bombe pê ve hatine girêdan xwestin êrîşî şervanên QSD’ê bikin. Şervanan maşîneya bombebarkirî beriya ku bigihêje hedefa xwe îmha kirin û balafira keşfê ya bombe pê ve jî xistin xwarê.
Di şerê giran de herî kêm 10 çete hatin kuştin û termê 8’an ket destê şervanên QSD’ê.

Maşîneyek bombebarkirî, doçkayek 14.5 tevî fîşekên wê, 15 çekên Kalaşnîkof û 24 cercûrên wê, 8 rext, çekek M-16, çekek sekvanî Karnas, 2 BKC, roketavêjek B-7, motosiklêtek û maşîneyek Jeep a çeteyan jî li taxa Qedîsiyê ji alî şervanan ve hatin desteserkirin.

Bi şerê li taxa Qedîsiyê re hemwext li taxên El Berîd, Battanî û Hattîn ên rojavayê Reqqayê jî şerê dijwar hebû. Lê derbarê şerê li van taxan hîna agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Li her 4 taxan şer berdewam dike.

18.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً