LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bilançoya xwe ya 12 rojan eşkere kir û ragihand ku di wan rojan de 4 taxên Reqqayê hatin kontrolkirin û 312 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

* Şervanên QSD’ê piştî şerê 4 rojan taxa El-Beyatra (Betanî) bi temamî ji çeteyan paqij kirin.

* Çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran gundê Til Midyeq ê girêdayî herêmên Şahbayê, topbaran kirin û şervanên Ceyş El-Siwar bersiv dan.

* Stîfan Dî Mîstora nunerê taybet ê NY li karên Sûrîyê got: “Dewra nû ya gotûbêjên alîyên sûrî yê di 9`ê Tîrmehê da li Jênêva Swîsê destpê bibe“.

* Pevçûnên giran ên di navbera komên ku li El Bab û Eizazê ji aliyê Tirkiyê ve pişta wan tê girtin, berdewam in û di encama van pevçûnan de 20 welatiyên sivîl û 30 leşker hatine kuştinê.

* Artêşa Sûriyê ragihand, ku li bajarê Der’ayê doh 48 saet agirbest hate îlankirin.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Çavkanîyekî haydar li Erebistanê ragihand ku ev welata ti wextî rê nade ku Tirkîye baregeha leşkerî li axa Erebistanê ava bike.

* Wezîrê Aborî yê Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi ragihand ku 5 hezar ton xurek bi 71 balafiran şandine Qeterê.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Artêşa Iraqê li nava Mûsilê bi pêş ve diçe. Hat ragihandin, artêş ketiye nava herêma ‘Mûsil a kevn’, ku herêma dawî ye di destê DAIŞ’ê de.

* Odeya Ragihandina Şer ya Artêşa Iraqê ragihand ku li rojavayê Parêzgeha Embarê 27 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. 

* Serok wezîrê Iraqê Heyder Abadî ragihand ku Rapirsê Herêma Kurdistanê ne yasayî ye,Hikûmeta Federal piştgiriyê nadiyê û lê beşdar nabe.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Partiyên kurdî li Îranê ragihandin ku hikûmeta Amerîkayê ji bo şêwaza rûbirûbûna Îranê xwediyê planeke diyarkirî nîne û ew plan di berjewendiya Komara Îslamiya Îranê de ye.

* Wezîrê karên derve yê Îranê Zerîf bi merema seredaneke durojî û gotûbêja li bara berfirekirina peywendîyên dualî û meseleyên navçeyî, çû sê welatên afrîqî yên Cezayir, Morîtanî û Tûnisê.

– CÎHAN:

* Elî Ibnê Zemîx Al Merî Serokê Komîteya Netewî ya Mafên Mirovan a Qeterê li avahîya NY li Jênêvê, ji vê sazîyê xwest ku jibo bidawîanîna dorpêçkirina vî welatî ji hêla Erebistan, Imarat, Behrêyn û Misrê va bikeve dewrê.

* Li başûrê Paytexta Misrê Qahîra teqînek di otobîsekê de pêk hat, di encamê de fermandarek hate kuştin û 4 kes birîndar bûn.

18.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً