LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got:ʺ Bila hemleya Reqa bi pêş ve biçe, DAIŞ hinekî ji hev bikeve, wê hingî gelek rastî derkevin holê û hevsengiyên herêmê ji niha ve li bin guhê hevdû bikevinʺ.

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Li rojhilat, rojava û başurê Reqqayê şer bi dijwarî didome. Li başurê bajar 34 çete hatin kuştin û doçkayek çeteyan a 23.5 mm hat îmhakirin.

* Li taxa Romaniyê ya aliyê rojava yê bajarê Reqqa,Şervanên QSDê tuneleke çeteyên DAIŞ`ê dîtin. Tunel taxa Romaniyê bi taxa El-Dirêiyê ya aliyê rojava yê Reqqayê, girê dide.

* Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo da zanîn ku rêjîma Sûriyê bi armanca têkbirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê êrîşan pêk tîne û got ku dê hêzên QSDʹê di çarçoveya xweparastina rewa de bersiva êrîşan bidin.

* Yek ji Fermandarên QSD`ê Luqman Xelîl da zanîn yekîneyên wan ên ji bo parastina sivîlan ji cihên şer û derbaskirina wan bi cihên ewle, hatine perwerdekirin û got:”Armanca me rizgarkirina Reqqayê ye û paşê em ê Reqqayê radestî şêniyên wê bikin”.

* Şervanên QSD`ê di taxên rizgarkirî yên bajarê Reqqayê de, bi sedan nasmameyên welatiyên Sûriyê li navendeke çeteyan a bi navê”El-Hisbe” dîtin.

* Çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî Şahba û Efrînê, navçeya Şêxler a rojavayî bajarê Kobanê ya li ser Çemê Firatê, topbaran dikin.

* Avustralya, ku yek ji endamên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya li dijî DAIŞ’ê ye, ragihand ku operasyonên xwe yên li Sûrîyê rawestandine.

* Kombûna Demokrasîxwaz û Çepgerên Kurd a Sûriyî biryara hikûmeta Almanya ya qedexekirina hildana alên YPG/YPJ‘ê di çalakî û xwepêşandanên aştiyane de şermezar kir û destnîşan kir ku ev biryara yek ji hewldanên razîkirina welatên dijberî gelê kurd ye û di serî de Tirkiyê û Îranê ye.

* Artêşa Sûriyê destnîşan kir ku karê hevpeymaniya qaşo navneteweyiya dijî DAIŞ`ê yê jordaxistina firokeyeke şêrr a artêşa Sûriyê bi hevahengiya DAIŞ`ê ûAmerîkayê pêk hat.

* Balafirên hevpeymana navwelatî bajarê Meyadîn li rojhelatê Dêrazorê topbaran kirin, bê ku agahî li barê ziyanên canî bên.

* Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Dera êrîşên esmanî yên gur li dar dikevin ji aliyê Rêjîma Sûrî de.

* Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyeyê Robert Ford dibêje, ku PYD û YPGê dê berdêla baweriya xwe ya bi amerîkiyan re bidin. Ford eşkere dike, ku piştî şerê DAÎŞê Amerîka wê Kurdan ji rejîma Sûriyê neparêze.

* Piştî ku Rûsyayê hişyarî da Hevpeymaniya Navdewletî ku her firokeyek wê derbasî herêmên operasyonên wê yên li Sûriyê bibin, eger heye ku bêne armancakirin. Amerîka jî bersiv da û got:“Ji mafê me ye parastinê heye”

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* li herêma Zerge a Li navçeya Xurmatû ya ku çeteyên DAIŞ’ê di nava hefteyekê de du caran êrîşî wê kir de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da.

* YEyê li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyên Iraqê kir ku xwe ji hewlên yek alî dûr bigirin. YEyê di daxuyanîya hevbeş de, piştgirî da Iraqeke yekgirtî, yekparçe û xwedî serwerî.

* Hêzên operasyona hevbeş ya kontrolkirina Mûsilê ragihandin ku, hêzên wan li Mûsilê 2 hezar û 300 welatiyên medenî ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas kirine û derbasê Rojhilatê Mûsilê hatine kirin.

* Mayîneke çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê bi komeke rojnamegerên Fransî de teqiya û di encamê de rojnamegerekî Kurd ku karê tercûmaniyê ji wan re dikir, jiyana xwe ji dest daye û sê rojnamegerên Fransî jî birîndar bûn.

* Bi serdaneke ne plankirî , Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Riyazê paytexta Siûdiyê berve Tehranê paytexta Îranê çû.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Li ser sînorê herêma Çelê şer di navbera Gerilyên HPG`ê û artêşa Tirk ku dixwaze ji herêma Çelê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bibe bi dijwarî didome.

* Li Colemêrgê êriş li karwaneke leşkerî ya Artêşa Tirk hat kirin. Efserekî pilebilind hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

* Li herêma çoltara Hîlalê ya Navçeya Qilebanê ya Şirnexê, leşkerên derketibûn operasyonê bi HPG’iyan re şer kirin. Di şer de 2 cerdevan û 1 çawişê pispor birîndar bûn.

* Hevserokê DBP’a Payîzavayê Kemal Guler di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

* Doza 17 kesên ku piranîya wan rojnamevan in û jiber peywendîyên bi Fetullah Gulen têne tawanbar kirin li Stenbolê destpê kir.

* Piştî li Manîsayê niha jî li 5’emîn Fermandariya Alayê ya Perwerdehiya Cendirmeyan a Kastamonu 8 leşker ji zexîre û xwarinê jahrînî bûn.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Bi hinceta li dijî platforma petrolê ya li qada El-Mercanê xwestine êrîşê pêk bînin, 3 Muhafizên Şoreşê yên Îranê ji hêla Erebistana Siûdî ve hatin binçavkirin.

– CIHAN

* Danûsitandinên bo veqetandina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) li Bruksel ya paytaxta Belçîka destpê kir.

* Dewleta Qeterê dozek dijî Erebistan, Behrêyn, Misir, Imaratê ku bi hegera tawanbarkirina Duhaye li warê piştgirîya ji têrorîsmê ew ji hêla aborî û sîyasî va dorpêç kirine, li NY vekir.

* Wezareta karê derve ya Behrênî, duh êvarî, biryar da ku pasportan ji welatiyên Behrênî bikşîne, eger serdana Qeter kirin.

20.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً