LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Hevkariya Tirkiye-Rejîma Sûriye û dorpêçkirina Efrînê
SURİYE SINIRINDA BULUNAN KİLİS’TE, TÜRK SİLAHLI KUVVELERİ TEKNOLOJİK BÜTÜN İMKANLARI SEFERBER EDEREK, SURİYE’DEN ROKET ATIŞINA KARŞI SINIR HATTINDA GENİŞ GÜVENLİK ÖNLEMİNİ SÜRDÜRÜYOR. (MEHMET ALİ DAĞ/KİLİS-İHA)

Hevkariya Tirkiye-Rejîma Sûriye û dorpêçkirina Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîm ku riya Helebê girt û li ser Efrînê ambargo da destpêkirin, Tirkiye jî bi çekên giran ên wek e tang, top, obus û leşkerên piyade sewqê heremê dike.

Hikûmetên Tirkiye û Sûriye ku hewildanên wan ên ji bo astengkirina hemleya Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê berdewam dikin, amadekariya êrîşeke hevpar a li ser Kantona Efrînê û herêma Şehbayê tê kirin. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên heremê hat bidestxistin, Tirkiye ji bo êrîşeke îhtîmal a li ser herêma şehba û Kantona Efrînê bike ji Ezazê gelek çekên giran ên wek e tang, top, hawan, obus û hwd derbas kirine. Ev çekên giran ku derbasî axa bakurê Sûriyê hatin kirin, di heremên sînor ên wek e Marê, Tel Circir, Ersab, Exterînê û Ezazê hatine bicihkirin. Li gor çavkaniyê, Tirkiye û hikûmeta Sûriyê ji bo heremên Tel Rifat, Dercemal, Mînîkh, Ehraz, Tel Hasil, Tel Aran bixin bin qontrola xwe van sewqiyatan dikin.

Rê hatin girtin ambargo destpê kir

Tirkiye kul i heremê amadekariya operasyoneke leşkerî dike, li Ezaz û Marê baregehên navendî ava kiriye, rejîma Sûriyê jî bi riya hêzên leşkerî yên di gundên Nûbûl û Zehra de riya Heleb-Efrînê girt û dest bi pêkanîna ambargoyê kir. Çavkaniyên heremê, diyar dikin ku jibilî girtina riya Heleb-Efrîn di Nûbûl û Zehrayê de Efrîniyên ku diçin û tên têne girtin.

Li aliyê din hat ragihandin ku pêşketinên leşkerî yên di heremê de hedefa Tirkiyê ne tenê cihwarên wek e Til Rifat, Dercemel, Mînîkh û hwd in e. Tê gotin ku bi amadekariyên leşkerî û çekên weke tang, panzêr û hewanan zêdetir êrîşên li cihwarên biçûk bike û bi çekên wek e obûs ku menzîla wan dirêje dixwaze navenda Efrînê bixwe bombebaran bike.

Efrînî û Şehbayiyan bertek nîşanê vê amadekariya êrîşên a li ser heremê dan û diyarkirin ku wan alîkariyê dabû niştecihên Nûbûl û Zehrayê ku ji destpêka qrîza Sûriyê heta 2016’an di bin dorpêçê de bûn û dan zanîn ku wan ji xwarin û vexwarinên xwe kêm kirin û alîkariyê dan niştecihên Nûbûl û Zehra yên di bin dorpêçê de bûn. Efrinî, anî ziman ku lê niha li wir riya çûn û hatina wan tê birîn û mirovên wan têne girtin û wiha got: “Ev jî li ser daxwaza Tirkiyê pêk tê. Lê yê ya Nûbûl û Zehrayê wek dijmin îlan kirin û serê wan jê dikirin komên çeteyan ên Tirkiye piştgiriyê dide wan û Tirkiye bi xwe bûn. Nûbûl û Zehrayê dorpêç kiribûn û dixwestin serê wan jê bikin. Niha çi bûye ku bûne dostên wan û bûne dijminê me?”

Rûsya çima bêdenge ma ew jî di nav vê planî de ye?

Derbarê vê sewqiyata leşkerî ya ji hêla Tirkiyê ve tê kirin heta niha Rûsya tu bertekek nîşan nedaye. Kesên ku heremê ji nêz ve dişopînin, diyar dikin ku bêdengiya Rûsya ya li hemberê van sewqiyata leşkerî û girtina riya çûnûhatina ya Heleb-Efrînê re dibe ku Rûsya jî daxilê vê planî bûbe. Gelê Efrîn û herêma Şehbayê, di nêrîna ku ev rewş hevpeymaneke veşartî û bi dizî ya di navbera Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye kirin û dixwazin di heremê de bikar bînin.

23.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً