LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Efrîn di hedefa komên çete û dewleta tirk de ye

Efrîn di hedefa komên çete û dewleta tirk de ye

EFRÎN – Tirkiye plana ji 3 aliyan ve êrîşa er Efrîn danî pêşiya komên çete yên Artêşa Azad. Di çerçoveya vê planî de duh bi şev bi tang û topan êrîşê Efrînê hat kirin.

Komên çeteyan a girêdayê “Mertalê Firatê” yên girêdayên dewleta tirk duh derengê şevê bi topên obus û hawanan êrîşên gundên Weleh Qadî, Merenet, Qestel Cindo, Eyn Deqnê yên girêdayên navçeya Şeraa ya ku dikevin rojhilatê bakurê Kantona Efrînê kirin. Li ser êrîşên ku YPG/YPJ jî bersiv dan de, evcar jî ji hêla yekîneyên girêdayên Artêşa Dewleta Tirk ve ji aliyê bajarê Kilîsê ve bi topan êrîş kirin. Li gor agahiyên ji heremê hatî girtin, di êrîşên ji hêla Artêşa Tirk û komên çeteyên  Artêşa Sûriya Azad (ASA) ve hatî kirin de ji sivîlên di gundan de birîndar û ziyana madî pêk hatiye.

Li aliyê din hat ragihandin ku Artêşa Tirk a Dewleta Tirk ji bo ji 3 aliyan ve êrîşê Efrînê bê kirin planekî daniye pêşiya komên çete yên ASA yê û derbarê vê de jî amadekariyên leşkerî jî didom in. Li gor planê wê milek ji Ezazê ya di ber Kilîsê de ye, milê duyemîn jî ji Qesabaya Marê ya herêma Şehbayê ve û milê sêyemîn jî bakurê Idlibê bikevin tevgerê û êrîş bikin.

 Li gor agahiyan, leşkerên Rûsyayê yên di baregehên leşkerî ya li bakurê Efrînê jî dimînin, di êrîşên duh êvarê de xwe kişandine baregehên xwe û êrîşan temaşe kirine.

 YPG/YPJ yên ku ji hêla artêşa tirk û komên çeteyên ASA yê ve dixwestin bên hedef girtin, bersivek xûrt dabûn êrîşên duh êvarê. YPG ku berê de jî daxuyanî dabû, diyar kiribû ku ew dê ji tu êrîşan re bê bersiv nemin in û hatibû destnîşankirin ku ew serdem êdî dawî bûye û ew di hêza ku dikarin hemû êrîşan vala derbixinîn de ne.

28.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً