LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Armanca êrîşek berfireh a li ser Efrînê: Ji Cerablûsê heta Behra Spî korîdor bê vekirin

Armanca êrîşek berfireh a li ser Efrînê: Ji Cerablûsê heta Behra Spî korîdor bê vekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye amadekariyên xwe yên ji bo bikeve Efrînê li ber dawîkirinê ye. Navê operasyona xwe ku an “Mertalê Firatê 2” an jî “Şûrê Fûratê” daniye, hedef ew e ku ji Cerablûsê ya di bin qontrola Tirkiyê de ye heyanî Behra Spî korîdorek veke.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ji heremê hatî girtin,  di rojên dawî de ku di rojevê de dewleta dagirker hewil dide Efrînê dagir bike operasyonek berfireh destpê bike, amadekariyên dagirkeriyê ya ji hêlaArtêşa Tirk (TSK) ve bê kirin bi dawî bûye.  Li hemberê amadekariyên Tirkiyê YPG jî amadekariyên xwe temam kiriye û wê Efrînê bi hemû hêza xwe biparêz e.
 Li gor çavkaniyan, Tirkiye bi “Mertalê Firatê” hewildana dagirkirina Şehbayê kiribû, di operasyona dagirkirina Efrînê de jî navê opearsyona xwe jî “Mertalê Firatê 2” an jî bi zimanê erebî, kurdî û tirkî “Seyf Furat/Şûrê Furatê/Firat’ın Kılıcı” daniye. Çavkaniyan, anîn ziman ku wê hewildana dagirkeriyê ji Ezaz, Marê û bakurê Îdlîbê destpê bike û hat ragihandin ku di qesebayên Ezaz û Marê de hezar û 500 leşkerên tirk û hejmarek mezin tang, obus, seyarên zirxî hatine bicih kirin.
Hat diyarkirin ku ev operasyona dagirkerinê ku wê ji hêla komên çeteyên ji nav Artêşa Sûriya Azad (ASA) û leşkerên Artêşa Tirk ve bê lidarxistin, hat gotin ku wê ev car navê van komên çeteyan wekî navê Ceyş El Watanî be.
 Dîsa heman çavkaniyan ragihandin ku di demên dawî de MÎT’ê bi Ehrar El Şam re li Tirkiyê civînek lidarxistiye û di demek kin de ev kom wê xwe fes bike û tevlî Ceyş El Watanî bibe.
Çavkaniyên heremê derbarê armanca operasyona dagirkirinê de jî ev tişt gotin: “Wê operasyonê ji Ezaz û Marê destpê bikin û pêşî wê bixwazin bajarokên Til Rifat, Minix û Balafirgeha Leşkerî dagir bikin. Di vê navberî de wê 3 milên ji bakurê Îdlibê bikevin rê hewil bidin ku bi van milan re bigihijin hev. Eger biser bikevin wê ji Cerablûsê heya Behra Spî qorîdorekî vekin.”
30.06.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً