LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Êrîşekî li ser Efrînê wê çi bi xwe re bîne?

Êrîşekî li ser Efrînê wê çi bi xwe re bîne?

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye ku di demeke qrîtîk ya hundirîn û heremî de dijî, di nav amadekariyên ji bo êrîşê li ser Efrînê bike de ye. Êrîşeke îhtîmal, ji hesabkirina li ser kurdan wirdetir di ser polîtîkayên şerê siyaseta navxweyî de dixwaze dizaynek bide, lê ev gelecek caran hatibû ceribandin û ew bi xwe ketibû nav hesabdayîneke giran.
Dewleta tirk û hikûmeta AKP/Erdogan, piştî riya hemû riyên aşitiyê ji kurdên bakurê Kurdistan û Tirkiyê  re girt niha jî amadekariya êrîşekî ku wê kurdên li derveyê sînorên Tirkiyê jî bigire hemberê xwe dike. Desthiladariya AKP’ê ku ji destpêka şerê Sûrî heta niha di bakurê Sûriyê de wê statuyekî gelan qebûl neke û vê yekê aşkere jî tîne ziman, bi komên çete û hêzên girêdayê xwe ve xwest vê pêkhateya mezin asteng bike. Desthiladariya AKP’ê ku bi destekdayîna komên girêdayên Artêşa Sûriya Azad (ASA), El Nûsra û heta gelek caran û hêjî bi riyên cur be cûr de dide DAIŞ’ê dixwaze hebûna kurdan a di heremê de tasfiye bike, hem hêzên alîgirên wî û hem jî ew bi xwe jî qebûl kir ku di nava 6 salên şerên navxweyî ya Sûriyê de ev siyaseta wî bi kêr nayê. Komên çeteyên girêdayên dewleta tirk ku di pêvçûn û şerê li hemberê kurdan de têk çûn, Tirkiye biryar da ku ew bi xwe rast e rast mudaxilê vê şerî bibe. Û “Mertalê Firatê” li ser esasê “Ji bo heremên kurdan negihijin hev” hat plankirin û ji raya giştî re aşkere kir.
Mertalê Firatê ew feydeya ku li bendê bû neda
Lê, bi erêkirina koalisyona navnetewî ku “Hewildana Mertalê Firatê” di ser Cerablûsê de pêş ket, ji ber ev qad li derveyê qadên qontrolkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diket, Tirkiye bi van hêzan re rast e rast nehatin dijberê hev. Hin pêvçûnên biçûk pêk hatin lê piştî Amerîka û Rûsya ketin dewrê ev pêvçûn hatin rawestandin. Tirkiye bi vê, xwest ji aliyekî ve li Sûriyê bicih bibe di aliyê din de jî xwest pêşveçûna hêzên demokratîk û şoreşger ên li heremê rawestîn e. Di heman demî de jî li hemberê Amerîka û Rûsyayê yên li heremê xwest bide nîşandan ku wê bi awayek aktîf tevlî têkoşîna li hemberê DAIŞ’ê û komên din de cih bigire. Heta hemû rayedarên Tirkiyê diyarkirin ku ew dê piştî “Mertalê Firatê” wek e hêzeke di bejayiyê de tevlî operasyoneke îhtîmal a Reqayê bibin. Lê Tirkiye ne dikaribû pêşveçûna QSD’ê asteng bike û ne jî ji hêla hêzên di heremê de ya Tirkiyeyê wek hevalekî bi bawer nehat dîtin û nehat qebûl kirin.

Êrîşa pêla duyemîn

Ji ber vê yekê Tirkiye niha ji bo rawestandina kurdan qonaxa duyemîn a plana xwe dixe dewreyê. Tirkiye ku berê de di êrîşa hewayî ya li ser Qereçoxê nebiz digirt, jibilî kurdan helwesta aktorên heremî ka çewaye diceriband. Bi hin pêşketinên nû re Tirkiye bawer dike êdî dema pêla êrîşa duyemîn a li ser Bakurê Sûriyê hatiye. Lê di vê hewildana êrîşê de Tirkiye wek e hedef Efrîn hilbijartî ji yekî zêdetir sedem û hincetên xwe hene ji aliyê dewleta tirk ve…
Li dijî kurdan lêgerîna îtîfaqê ya bi Esad re
Bi taybetî di hêla hevsengiyên di Sûriyê de Tirkiye hesaba wî ew e ku di demên pêş de kurd wê bi tenê bimînin û wê bibe hedefa êrîşên gelek hêzan. Di dema hemleya Reqayê ‘Cenga Mezin’ de piştî Amerîka balafirekî Sûriyê xist, ji Tirkiye kirî ku wê Îran û Sûriye êrîşê QSD’ê bike, Qamişlo û Hesekê bibe hedefa van êrîşan. Di vê mijarî de bi taybetî bi avakirina hin milîsên Haşdî Şabî ku alîgirên rejîmê ne dixwazin xwe di heremên kurdan de bicih bikin, Tirkiye hêviya xwe bi wan ve girê daye.  Dîsa hesaba Tirkiye ew e ku reqabeta Amerîka û Rûsya ya li ser Sûriyê kûr bûye, wê ev her du alî ya kurdan ku wek xeta sêyemîn sekina xwe ya serbixwe diparêze bikşînin nav pêvçûnan. Li ser van hemû hesaban Tirkiye hêvî dike ku ew dê bi sê milan ve êrîşê Efrînê bike û hêzên din jî heremên Qamişlo û Hesekê tasfiye bike. Û ev rewş bi xwezayî ji bo Tirkiye ku dema şerê navxweyî ya Sûriyê destpê kir wek e bi polîtîkayên dijberê Esad mudaxilê bûyerê bû niha ev rewş ya Tirkiye dixe halê bi Esad re îtîfaqê deyine û li dijî kurdan pişta xwe bi Esad û mutefîkên wî ve saxlem dike.
Ya Rûsyayê jixwe re mîsoger dibîn e
Dîsa yek ji sedemên ku Tirkiye Efrîn hedef girtî ew e ku hebûna Rûsya ya di heremê de ku yek ji mutefîkê esasî ya rejîmê ye, ji xwe re mîsoger dîbîne. Ji ber vê yekî Tirkiye hesab dike ku di êrîşeke îhtîmal a li ser Efrînê wê kurd li wir li hemberê teknîka Tirkiyê tenê bê hiştin û Rûsya ji bo ya kurdan ceza bike wê bêdeng bimîn e. Ji ber vê yekê Tirkiye sedema ya Efrînê ku QSD di hêla qapasîteya şer de herî zindî û bi hêze hedef girtiye di vê hêlî de ne tesadufî ye.
Di amadekariya êrîşê de aliyê wê ya siyaseta navxweyî
Her wiha di amadekariya êrîşê de aliyê wê yê polîtîkaya navxweyî jî heye; kî di gelek aliyan de ev rewş ji bo desthiladariyê rewşek diyarker qezanc dike. Li Tirkiye rewşa awarte ya piştî darbeya 15’ê tîrmehê hatibû îlankirin salek derbas dibe. Li hemberê dagirkeriya AKP’ê ku darbeya 15’ê Tîrmehê ji xwe re wek e “Xêra xwedê” dît û di şert û mercên rewşa awarte de referanduma makezagonê pêk anî bertek û nerazîbûn jî bilind dibin. Li gel hemû zilm û zordariyan di sala yekemîn a rewşa awarte(OHAL) de bi sed hezaran însan ji bo lêgerîna edaletê di riyan de ne. Ligel hemû tiştan Tevgera Azadiyê ku di mehên adar-nîsanê de Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu ku gotibû “Wê tu kes nikaribe navê wê bibêje” hebûna xwe berdewam dike, pêvçûn û windayiyên leşkeran çiqas diçe zêde dibe. 10 hezaran mirovên ku avêtine zindanan nerazîbûn û bertekên didomîn in. Di nava AKP’ê de yên ji vê rewşî nerazîne jî wê kengê çewa biteqe nayê zanîn. Di qada navneteweyî de jî bertek û rexneyên li hemberê Tirkiyeyê jî  zêde dibin û rêveberiya Tirkiyê jî her çiqas diçe bi tenê tê hiştin. Dîsa di ser meseleya Qetarê de sûcdarkirina li ser Tirkiyê jî ya desthiladariyê zor dike. Her wiha di sala 2019’an de “Hilbijartina serokatiyê” ku ji bo AKP’ê bûye pirsgirêka “Beka”yê kî ev jî îhtîmale hildin pêş, di nav mijarên tê axaftin de ye. Her wiha di nav bertekên civakî yê zêde dibin de jî ku kêmek ser sedî 50 deng girtinê hilbijartinê qezanc kir de ji bo AKP’ê tu mîsogeriya wî nemaye.
Lêgerîna dizaynkirina siyaseta navxweyî ya di hêla şer de
Bi van hemû sedeman ve girêdayî, êrîşekî îhtîmal a li hemberê kurdan û şerek pêk were, di hêla dizaynkirina siyaseta navxweyî û nerazîbûnan bêdeng bike weke amûrek dibîne. AKP, bi taybetî piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2016’an de bi êrîşên li ser bakurê Kurdistanê vê rewşî ceriband. Ji bo Tirkiyê her çiqas windayiyên girîng jî bû lê AKP ev yek ji bo xwe “Encamên serkeftî” hesiband. Ji ber ku difikire hilbijartina di meha 11’an a 2016’an de qezanc kir û desthiladariya xwe heta niha dom kiriye bi xêra vê şerî bû. Niha di nava ewqas tengezariyê de êrîşeke îhtîmal a li ser Efrînê, windayiyên bide, kaosekî di asta heremî de pêk were, ji bo AKP’ê, wê bibe amûrê ku jibilî hevkarê wî MHP’ê wê ya CHP’ê jî bixe yedeka xwe, tepisandina muxalefeta navxweyî û wek e amûrê nejatperestiyê zêde bike bikar bîne. Bi vê awayî wê bi vê rewşî ku ew OHAL têr nayê dîtin wê derxe asta jor û bi rewşên “Halê şer”, “Seferberî” hêsantir bimeşîne û bê ku hilbijartinên 2019’an pêk bîne wê karibe desthiladariya xwe bimeşîne, bikar bîne.
12.01-02.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً