LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD`ê Sûk El-Hal a bajarê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.
* Şervanên QSD’ê gundê Kesra yê li başûr rojhilatê Reqayê di encama şerek giran de ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Her wiha hate ragihadin ku gelek çete jî hatine kuştin.
* Şervanên QSD′ê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser noqteyên şervanên QSD’ê şikandin û gundê El-Huseyn rizgar kirin.
*Li taxa Sînaa ya Reqqayê mayîneke çeteyên DAIŞ′ê teqiya, di encamê de 4 kes ji malbatekê birîndar bûn û şervanên QSD′ê ew rakirin noqteyên tenduristiyê.
* Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li hemberî encamên destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk ji Efrînê re, hişyarî da û got:”Dagirkirina Efrînê di wateya şer û serferberiya giştî de ye, lê em weke gelê Sûriyayê bi hêviya ku têkiliyên baş bi gelê Tirkiyeyê re ava bikin.”
* Li Kobanê 400 ciwan tevlî dewreya heftemîn a Akademiya Şehîd Kendal Efrîn a Erka xweparastinê bûn.
* Hêzên rêjîmê û milîsen girêdayê wê êrîşeke berfireh li ser riya navbera şamê û gundewarê wê de birin bi armanca cudakirina bajar ji gundeware wê.
* Li paytexta Sûriyê Şamê çend teqîn pêk hatin, di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
* Komela Feyleq Rehman ya bi ser Rikberiya Sûriyê ve serê vê sibehê êrîşek rêjîma Sûriya bi ser bajarokê Ein Terma ve li gundewarê şame têkbirin.
* Hikûmeta Sûriyê bi awayekî tund rêxistina navnetewî ya nehêştina çekên kîmawî rexne kir li dor encamên vekolînên wê ku diyar kirin gaza Sarîn hatiye bikaranîn.
* Berpirsekî pêl bilind ê artêşa Libnanî red kirin idî’ayên bikaranîna zordariyê li dijî sedan girtiyên Sûrî ku di operasyoneka ewlekariyê de li kampeka penaberan hatibûn girtin.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Civîna Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî ya li gel Waliyê Helebce û rêveberiyên din yên Parêzgeha Helebce bê encam bi dawî bû.
* Wezîrê Çandinî û Ava Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd ragihand, ji ber ku Îranê av bi ser Herêma Kurdistanê de qut kiriye Herêma Kurdistanê jî neçar e ji bo dabînkirina ava pêdivî, ava Iraqê kêm bike.
* Berdevkê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Letîf Nîroyî têkildarî destnîşankirina namzetê YNK’ê yê ji bo komîteya bilind ya referandûmê, ragihand ku heya parlamento aktîf nebe ew namzetê xwe diyar nakin û got ku mercên tevlîbûna YNK’ê ya ji bo referandûmê mercên nîştimanî ne.
* Fermandariya Polîsên Federal a Iraqê ragihand ku hêzên wan li aliyê Rojavayê Musilê Mizgefta Bîlalê Hebeş kontrol kirine.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihan di çalakiyên li gelek herêmên hatin lidarxistin de, herî kêm 20 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
* Piştî ku Alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê ya Licêyê Orhan Mercan hate kuştin, 12 kes hatin binçavkirin.
* HDP’ê diyar kir ji ber ku dewleta Tirk ji serkeftina Rojava aciz e pilana dagirkirina Efrînê dike û wê ev tişt bi kêrî DAIŞ’ê were.
* Erdogan ê ku li Elmanya lidarxistina mîtîngan lê hatî qedexekirin, wê ji neçarî li Konsolosxaneya Tirk baxive.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
– CIHAN
* Biryar e ku hezar leşkerên Tirkîyê di rojên pêş de derbasî Qeterê bibin û her du welat yê maneware hevpar ldiar bixin.
* Wezîrê karên derve yê Qeterê destnîşan kir: “Qeter şertên Erebistan û hevpeymanên vî welatî ji bo asayîkirina peywendiyan qebûl nake“.

16:39 – 02.07.2017  

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً