LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Hêzên dagirker DAIŞ û şerên avê: Av wek e amurekî şer bikar tînin

Hêzên dagirker DAIŞ û şerên avê: Av wek e amurekî şer bikar tînin

REQA- Hêzên dagirker bi taybetî dewleta tirk û DAIŞ bi çêkirina bendavan a li ser çemên Firatê û Dîcleyê wek e amûrên çekên şer li ser civakê û hêzên dijber bikar tînin. Dewleta tirk ku piştî ji hêla QSD’ê ve Bendava Tebqayê hat rizgarkirin û Cenga Mezin a Reqayê dest pê kir, ji bo kapaxên Bendava Ataturkê girt û ava Firatê kêm kir tê nirxandin ku vê amûrê çekê şer ji bo piştgiriyê bide DAIŞ’ê bikar tîne.
Şer û pêvçûna dewlet û hêzên navnteweyî û heremî ya li ser Rojhilata Navîn ku ev 6 salin di kesayeta Sûriyê de pêk tê, jibilî bidestxistina petrol û xazê ewqas jî şerê avê jî tê kirin. Lewra bi taybetî ji salên 1980’an û vir ve bi çêkirina bi dehan bendav û santralên hîdroelektrîk ên li ser çemên Firat û Dîcleyê, hêzên dagirker bi taybetî dewleta tirk vana wek e amûrên çekên şer tehdîtên herî mezin li pêşberê hev dikin.Dewleta tirk ku piştî ji hêla QSD’ê ve Bendava Tebqayê hat rizgarkirin û Cenga Mezin a Reqayê dest pê kir, ji ber kapaxên Bendava Ataturkê girt û ava Firatê kêm kir tê nirxandin ku vê amûrê çeka şer ji bo piştgiriyê bide DAIŞ’ê bikar tîne. Yê herî girîng jî bi avakirina DAIŞ’ê ku di herêma navbêra Çemê Firat û Dîcleyê ku wek e “Hîlala zêrîn” jî tê pênasekirin dan bicih kirin ji hêla dewletên navneteweyî ve wek e sedema mudaxelekirina heremê bikar tînin.
Lê di bin hewildana avakirina “Dewletekî Îslam” ku li Sûriyê û Iraqê çima û çewa şerekî avê heye ku sedema wê yê vedike gelek tiştên din jî hene. Bi armanca qontrola heremê bidestxistin, dijberên xwe bixe rewşa zahmet û di bin hakimiyetê de hiştin şebekeyên avê, bi taybetî noqteyên stratejîk ên wek e jiyana li heremê ya bi qanalên avê ve girêdayîne, hem ji hêla hêzên navneteweyî û hem jî heremî ve her tim hedef tên girtin, rewşa mirovên li van herêman dijîn zahmetir dike. Çavên her kesî ku li ser pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ya bi navê “Cenga Mezin” ku ji hêla şervanên QSD’ê ve armanca jiyana mirovan ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike de ye, lêkolînkirina polîtîkaya DAIŞ’ê û ji hêla hêzên navneteweyî ve hatî avakirin a di ser şerê avê de dimeşîne wê feyda xwe hebe.
Vekirina qapaxan…
Çeteyên DAIŞ’ê qontrola hîdrolojîkê di sala 2013’an de dagirkirina Bendava Tebqayê ya ku bendava hîdroelektrîka herî mezin a Sûriyê ye re destpê kir. Ji hêla hêzên Beşar Esad ve, ji ber ferza ceyranê ya di bin qontrola muxalifan de bû, ji bo berê gelê heremê bizivrîne dijî serhildanê bi awayek sîstematîk asteng dikir. Bendava Tebqayê berî 40 salan bi alîkariya Rûsyayê, bi gotina Sûriye di hilberîna enerjiyê de têra xwe dike re hatibû avakirin. Li pişt vê bendavî, Gola Esad heye ku bi taybetî ji sed hezaran mirovên herêma Helebê re ava vexwarinê û avdaniya ji bo cotkaran re dibe çavkanî. DAIŞ piştî bendavê girt, bi awayek hevsengî ceyranê kêm berda lê ji bo ava gola Esad kêm bibe jî hemû qapaxên qenalên avê vekir. Bi vê awayî nêzî 6 metra ava golê kêm bû. Ji ber vê yekê li herêma Helebê bû sedema qûtbûna avê û jixwe jiyana ku çetîn bû zahmetir bû.
Pêvçûna li ser ava çemên Firat û Dîcleyê ne nû ye. Dîcle û Firat, ji bo avdaniya asta bilind de çemên yekemîn yên dihatin bikaranîn û di herêma wek ‘Hîlala bi bereket’ tê zanîn de cih digirtin. Di dîrokekê ya di navbêra Berî Zayînê (BZ) 1720 û 1684’an de, neviyê Hamûrabî Abî-Esû bi armanca îlankirina serxwebûna Babîlê Çemê Dîcleyê-bi kişandina sedê re- wek çekekî leşkerî bikaranî. Çemê Firatê jî bi salên B.Z. 2400’an de bi armancên leşkerî dihatin bikaranîn. Tê zanîn ku di pêvçûnên di navbêra Umma û Girsû ku dewletên bajêr ên Sûmerê bûn de qralê Umma bi awayek sîstematîk ava qanalên bajarê Girsû ku li binê çemê Firatê diket asteng dikir.
Dîcle û Firat, xwedî taybetmendiyên çemên herî mezin û herî dirêj ên Rojhilata Navîn in. Çemê Firat çavkaniyên xwe yên sereke ji çemê Mûrad a Agirî û Avareş a Erzerûmê, Çemê Dîcle jî ji çiyayên Rojhilat an go herêma Serhadê û Gola Hazarê ya nêzî Elezîzê digire. Çemê Firatê, di Rojava, Sûriye û seranserê Iraqê de digihije Kendava Besrayê. Çemê Dîcle jî ji başûrê Kurdistanê diherike, ritamên Mezopotamyayê ya li başûrê Iraqê dikeve bi çemê Firatê re digihijin hev. Di ser herîkîna Firat-Dîcle de herî kêm 46 bendav hene, 8 bendav jî di asta plansazî û înşeatê de ne. Ev bendavan bûne amûrên qontrolkirina jeopolîtîk ên heremê.
Astengkirina herikîna avê
Ji aliyekî ve wek çalakiya leşkerî bi vekirina qepaxên qenalên avê be, duyemîn çalakiya leşkerî jî girtina qepaxan derdikeve pêşiya me. Di sala 1974’an de hikumeta Iraqê, bi hinceta herîkîna çemê Firatê ya li ser welatê wan tê kêmkirin ya Sûriyê bi bombekirina Bendava Tebqayê tehdît kir. Lê Tirkiye, di sala 1983’an de dest bi avakirina Bendava Ataturk û Santrala Hîdroelektrîkê kir û vê bendavî di sala 1992’an de dest bi xebitandinê kir. Bi vê yekê re bû hêza herî mezin ku çavkaniyên avê yên heremê qontrol dike ye. Di sala 1990’an de Sûriye û Iraq, Bendava Ataturk û Santrala Hîdroelektrîkê di destê Tirkiyê de wek e çekek leşkerî dît û înşeatê şermezar kir: Ji ber ku girtina qapaxên van bendavan ji bo van welatan dihat wateya bêaviyê. Di nîvê salên 1990’an de Serok Komarê Tirkiyê ya demê Turgut Ozal ji bo Sûriye piştgiriya xwe ji Tevgera Azadiyê vekişîne bi armanca rejîma Sûriyê bixe zorê, tehdîta wê herîkîna ava li ser sûriyê bi sînor bike kir. Ev tehdît jî van protestoyan piştrast dikir.
Di meha nîsanê sala 2014’an de DAIŞ, diyar kir ku girtina ava Bendava Ataturk herîkîna avê ya li ser sûriyê asteng dike û berpirsiyarê kêmbûna asta ava Gola Esad e. Çavkaniyên Al Jazeera ragihandin ku ev îdea rast nînin, beravajê wê herîkîna avê ya ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve zêdetir bûye. Lê DAIŞ vê vegotinî ji bo tehdîda “Eger pêwîst bike em dê Stenbolê rizgar bikin” bikaranî. Tirkiye, DAIŞ û rejîma Esed ku şerê avê dimeşandin, li Sûriyê û Iraqê bi milyonan mirov ji ber asta avê kêm bibû di rewşeke xirab de ne. Ev rewş, ji cotmeha sala 2013’an ve kêmbûna rêjeya avê ya ji sedî 50-80 ji ber şerên hêzan a li heremê ye. Li nêzî sînorê Rojava û bakurê Kurdistan, eger bi temamî Bendava Ilisû û Santrala Hîdroelektrîkê ya li ser Çemê Dîcle bi dawî bibe, li bendê ye ku gengeşiya heremê zêdetir bibe. Projeya Anatoliya Rojhilatêbaşur (GAP) ku hewil dide li ser Firat-Dîcleyê 22 bendav û 19 santralên hîdroelektrîkê çêdike û Bendava İlisû û santrala hîdroelektrîk jî yek ji wan e, wê bibe xwedî 1.200 MW be. Ev bendav, navçeya dîrokî Heskîfê jî di nav de 52 gund û 15 qesaba di bin avê de dimîne û bi deh hezaran mirov wê bên koçberkirin. Ji projeya GAP Banqeya Cihanê, şîrketa Îngilîz Balfour Beatty, Şîrketa Îtalî Impreglîo û jibilî fonên navneteweyî yên din kişandibûn Avûstûrya, Almanya û Swêstre qrêdiyên xwe yên bazirganiyê ji projeyê kişandin.
Ligel vê yekê, GAP hêj jî bi fînansmana ji banqeyên di Tirkiyê de didom e. Ji Bendava Ilisû û bendav û santralên hîdroelektrîkê yên di çerçoveya projeyê de yê herî giran Iraq û Sûriye bandor bibin. Li gor texmînan di encama faliyetên bendavan û guherîna îklîmê (avuhewa) re heta sala 2040’an ava çemên Firat û Dîcle ji bo bigihijin behrê wê herîkîna avê nemîne.
DYA di encamê de li Iraqê çekekî îmhakirina girseyê dît
Bendava Tebqayê, ne tenê bendavekî ku ji hêla DAIŞ’ê ve dixwazin bixin bin qontrola xwe. Di meha îlonê ya 2014’an de DAIŞ xwest Bendava Hadîtha ku duyemîn bendava herÎ mezin a Iraqê ye dagir bike. Hêzên Iraqê, bi alîkariya hêzên hewayî ya Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA) ya DAIŞ’ê ji heremê dûr xist û qontrola bendavê bi dest xist. Bendava Hadîtha, 120 km dikeve rojava-bakurê Bexdayê. Êrîşeke li ser vê bendavê rîska afetê ya li heremê wê asteke bilind zêde bike. Bidestxistina Bendava Hadîtha herîkîna avê ya li ser başurê Kurdistanê de jî heremek mezin qontrol bike. Di mehên çile û nîsanê de DAIŞ dîsa Bendava Fellûce ya Iraqê qontrolê bidest xist.
Qepaxên bendavê girt û kir ku li heremên jora bendavê av di ser de avêt û heremên binê bendavê jî herîkîna avê kêm kir. Ji bo hêzên girêdayên hikumeta Iraqê xwe paşde vekişînin û dorpêça ser xwe rabike DAIŞ qada nêzî bajarê Felûceyê di bin av de hişt û bû sedema nêzî 40 hezar mirov koçber bibin. Bi vê yekê re herîkîna avê ya heremên din û enerjiya welat qût bû.
Di 7’ê tebaxê sala 2014’an de DAIŞ, Bendava Misûl ku xwedî quweta 1 GW te û santrala enerjiyê dagir kir. Ev rewş di Bexdayê, Kuweyt û Amerîkayê bû sedema panîkê. Sedema vê tirsî ew e ku ev bendav bandoreke girîng li ser çavkaniyên avê yên li heremê dike ye. Bendava Misûl ku bendava herî mezin a Iraqê ye û santrala enerjiyê qontrol dike, piraniya çavkaniyên enerjî û ava hemû welatê dixe bin qontrola xwe.
Bendava Misûlê, aliyê jorê bajarê Misûlê dikeve. Dirêjiya bendavê 3,6 km û qapasîteya hilberînê ya rojane 320 MW.te û wek e Bendava Seddam jî tê zanîn. Avakirina bendavê di sala 1980’an de di dema şerê Îran-Iraqê de ji bo rejîmê bi hêz bike, bi yekîtiya bazirganiyê ya Alman-Îtalyan a ku pêşengtiya şîrketa bi navê Hochtîef Aktîengesellschaft de destpê kir û bû sedem ku gelek qadên arkeolojîk di bin avê de bimîne. Dîsa, bendav bi kevirê cils (alçi) ku di avê de bi hêsanî ji hev vedibe hate avakirin. Ji ber vê yekê ji bo qewîbûna bendavê her tim temelê bendavê bê tije kirin. Bendav, ji ber şaşitiya muhendiziyê ‘di cîhanê de bendava herî xetere’ hat dîtin. Bê guman ev, berî ku bikeve destê ‘rêxistina terorî ya di cîhanê de ku herî tehlîke’ ye. Bendava ku herîkîna ava çemê Dîcleyê asteng dike, 12 milyar metre kup av digire, di rewşekî bê îmhakirin an jî hilweşandin dibe ku her du bajar di bin avê de bimînin û bi milyonan mirov bimirin. Eger hawiz tam tije be û bendav hilweşe wê bigihije Misûl ku nêzî 1,7 milyon nifûsiye û wek e tsûnamiyekî 20 metre bilind bibe. Di meha tebaxê ya 2014’an de, Bendava Misûlê bû baregehekî navendî ya şer. Piştî DAIŞ qontrola bendavê bidest xist ceyrana gundên li bakurê Iraqê ku piştgiriyê nedidan DAIŞ’ê qût kir. Bi windakirina vê çeka leşkerî, ji bo DYA’yê bû sedemek ku piştgiriyê bide hêzên Iraqê û başurê Kurdistanê yê dixwestin jinûve qontrola bendavê bidest bixin. Di çiyayê Şengalê de ji hêla gerîlayên HPG’ê ve rizgarkirina Êzîdiyan di ragihandinê de berfireh cih girt, lê sedema DYA ji sala 2011’an û vir ve cara yekemîn axa Iraqê bombekirin ew bû ku DAIŞ Bendava Misûlê dagir kiribû. Piştî bi rojan mewziyên DAIŞ’ê dihatin bombebaran kirin pêşmergeyan qontrola bendavê xistin destê xwe.
Fitrata bendavan!
Di şeran de girîngiya binesaziya avê û ev avakirin bi kîjan armancan wê bên bikaranîn, derdixe holê ku faliyetên rêvebirina avê bi awayek cidî divê jinûve bê nirxandin. Bendavên mezin di rêjeyek bilind de bi riya amûrên wek e Banqeya Cîhanê, banqeyên razemenî yên netewî û navneteweyî, fonên teqawitbûnê û Mekanîzmeya Pêşxistina Paqijî (Clean Development Mechanîsm) tên fînanse kirin. Ev bendavan dibin sedema koçberkirina hejmarek mezin a nifûsa cihwaran, xirakirina ekolojiyê, hemû çavkaniyên debarkirina niştecihên heremê û dema mirov hilberîna ceyranê digire berçavan jî bi giştî bi performansekî pir kêm, heta pir binê hatibû plankirin tên şixûlandin û barê deyinê welatan girantir dike. Her wiha nexasim dema qrîzên ekolojîk, bandora guherîna îklîmê, hişkayî jî serî zêde dibe, dibe sedema pêvçûnên ku li ser mafên avê ya navneteweyî tê kirin zêdetir dibe. Polîtîkayên dewletên Îslamê, di qerexa Firat-Dîcle de îhtîlafên avê yên herî çetîn a di cîhanê de, pir ecêb nayê. Ji van îhtîlafan yekê din jî, Etiyopya û Misirê jî ji ber avakirina Gîbe 3 û Ronesansa Mezin a ku wek e binesaziya avê ya herî bilind di Afrîkayê de ye, hatine ber şerekî pir mezin. Av, li van herêman çavkaniya herî stratejîk û di cîhana me de ‘Quluba Heyran a Bendavên Mezin’ ku tiştên li Sûriye û Iraqê dijîn hildide dîqatê û dema hilweşandin were nefreta çêbûye wê berê van çekên îmhaya girseyan bide wan kesan û her çiqas biçe wê şer mezintir bibe.
DAIŞ ligel hemû bereket û erdê berfireh çandiniya gel asteng dike
Çeteyên DAIŞ’ê ku jibilî rafîne û bîrên petrolê û xazê yên li Musul û rojhilatê Sûriyê, her wiha bi dagirkirina cihwarên dora çemên Firat û Dîcleyê jî çandiniya civakê asteng dike. DAIŞ destpêkê bendav û santralên hîdroelektrîkan a li heremên Musil, Reqayê û Minbicê dagir kir û vana bi tehdîdên wek e teqandin, girtin û vekirina qapaxan, hişkayî û xistina bin avê wek e amurekî çeka şer a herî bi bandor li ser gel pêk tanî. Hemwelatiyên ku erdê li derdora bi dehan kîlometreyan qanalên avê çandiniyê dikin, ji ber zextên çeteyan nikaribûn çandiniyê bikin û berhemên (mewsim) xwe hildin. Welatiyên ku çandiniyê dikirin jî hat ragihandin ku ji ber bi navê “Zekatê” de nîvê berhemiyên wan (mewsîm) ji wan digirtin nikaribûn sewalkariyê û çandiniyê re eleqadar bibin.
12:50-03.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً