LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD`ê derbasî du taxên din ên Reqqa bûn û di wan taxan de şerê giran rû daye. Li gor agahiyên hatin bidesxistin di şer de 32 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hat bidestixin.
* Yekîneyên Jinên Şengalê bi daxuyaniyekî ragihandin ku ewê ji bo tolhildana jinên Êzidî yên dîl ketine destê çeteyên DAIŞ’ê de tevlî Cenga Mezin ya Reqqayê bibin û mil bidin milê YPJ’ê.
* Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro ragihand ku PYD berpirsayetiya rewşa Efrînê hildigire. Karek jî di bin masê re tê kirin, ku PYD dê Efrînê radestî rêjîmê bike.
* Rêjîma Sûriyê bi alîkariya milîşên biyanî, hejmareke xal nêzîkî herêma Bais ya gundewarê Qunêtre ji dest Rikberiya Sûrî vegerandiye.
* Di bombebarana balafirên rûsî li devera Heqaf li bakur rojhilata bajarê Siwêda 16 welatiyan jiyan ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Serokê Tevgera El-Xed yê opozîsyona Sûriyê û serokê berê yê Îtîlafa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê Ehmed Cerba ragehand ku referandoma başûrê Kurdistanê ewê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve bibe.
* KNK’ê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku komxebata nirxandina yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê di 15-16’ê Tîrmehê de bi beşdariya 300 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê li Silêmanî li darbikeve.
* Şandeya KNK’ê, bi armanca sazkirina yekîtiya netewî û li darxistina komxebateke netewî serdana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed kir.
* Polîsên Federal yên Iraqê ragihandin ku hêzên wan taxa Babolsera ya Mûsila kevin kontrol kirine.
* Hêzên Îraqî dibêjin bi sedan sivîl ji Mûsilê direvin, di demekê de ku êrîşên esmanî cihên dawî yên di bin destê Daiş de ji xwe re dikin armanc.
* Li Enbarê li hemberî kampeke penaberan êrîşeke xwekuj pêk hat, di êrişê de 14 kes hatin kuştin û herî kêm 13 kes jî birîndar bûn.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin li ser tevgera li sînorê Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Kîjan rêxistin dibe bila bibe, emê bersiv bidin.”
* Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Yalçin Topçu ragihand ku Amerîka bi hêza xwe ya leşkerî û siyasî dixwaze dewletekê ava bike û ev jî ji bo Tirkiyeyê tehdîd e.
* Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Numan Kortûlmûş li Enqerê destnîşan kir: “Şandina çekan ji aliyê dewleta Amerîkayê va ji bo hêzên (YPG) di mehên borî de hin kêşe di navbera Tirkiyê û Amerîkayê pêk anîne û peywendiyên van du welatan xistiye rewşeke qeyranê de“.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Hat ragihandin ku artêşa Îranê bi behaneya hebûna pêşmergeyên partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ser sînorê Herêma Kurdistanê û çiyayên kurdan ên Îranê bombebaran kir.
– CIHAN
* Cîgirê sekretêrê giştî yê milîşiya Hizbulah a libnanî Ne’îm Qasim Yekşemê ferman da hikûmeta Libnanê da ku ji bo asankirina vegera penaberan pilanekê ji bo hevrêziya bi rêjîmê re amade bike.
* Serokê Amerîkayê Donald Trump bi riya telefonê bi Qralê Erebîstana Siûdî, Emîrê Qetarê El Sanî û bi prensê Îmarata Erebî El Nahyan re axivî. serokan rewşa dawî ya krîza Qetarê nirxandine.
* Erebîstana Saudî, Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreyn ji bo Qetar şertên wan bi cîh bîne û ew jî ambargoya li ser wî welatî rakin du rojên din dem dan Qeterê.
* Wezîrê Parastin ê Qetarê Xalid el Atiyê di axaftina xwe de ragihand ku eger hewce bike Qetar amade ye parastina xwe bike.
* Serokê Çînê Şi Cinping di axaftina xwe de destnîşan kir ku têkiliyên navbera Çîn û Rûsyayê di serdema herî baş de ne.
07:25-03.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً