LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Oparasyona Cenga Mezin Didome “Şervanên QSD ê Derbasî Du Taxên Din Bûn”

Oparasyona Cenga Mezin Didome “Şervanên QSD ê Derbasî Du Taxên Din Bûn”

REQQA- Oparasyona Reqqa bi lez û beza xwe di roja 27 an de bi pêşketinên Şervanên QSD ê berdewam dike, şervanên QSD duh du taxên din yê bajar rizgar kirin
Oparasyona Reqqayê ku di roja xwe ya 27 mîn de didome, bi armanca kontrol kirina Reqqayê bi lez û bez rizgar kirina Bajar ji aliyê Şervanê QSD ê ve didome.
Di oparasyona Şervanên Sûriya Demoqratîk QSD ê duh şervan derbasî du taxên nû yê Reqqa bûn, yek ji taxan Taxa Haşim Ebd El Melik a ku dikeve Başûrî Bajarê Reqqayê bû, di encama derbasbûna şervanan pevçûnên giran li taxê di navbera Şervanên QSDê û çeteyên Daiş ê rû dan.
Li gorî ku hate raghandin hejmarek ji çeteyên Daiş di pevçûnan de hatin kuştin û 7 ji termên wan ketin destê şervanên QSD ê de . Her weha hejmarek ji çek û cebilxane ji aliyç şervanan hatin bi dest xistin.
Li Eniya şer a Rojavayî Reqqayê hat raghandin Şervanên QSDê derbasî Taxa Yermûk bûn, di encamê de şer û pevçûn derketin, di pevcûnan de herî kêm 9 çeteyên Daiş ê hatin kuştin, şervanên QSD embareke çekan û malek ya çeteyan ku bi mayînan barkirî bû desteser kirin.
Di heman demê de hate raghandin ku li Eniya Başûr a Reqqayê di pengava Cenga mezin de şervanên QSD ê ber bi Gundê Ritle pêşve çûn û di pêşveçûnê de şer derket, di pêşveçûna Şervanên QSD ê de nîvê gund ji aliyê şervanan ve hate rizgar kirin û 16 çete hatin kuştin.
Tê zanîn ku Oparasyona Rizgar kirina Bajarê Reqqayê ya bi navê “Cenga Mezin” di 6 ê Pûşpera borî de hate raghandin.
05:50-03.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً