LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD`ê çerxerêya El-Mezari ya taxa El-Berîd a bajarê Reqqayê, bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
* Li taxa Reqqa ya kevin ku şerên dijwar dewam dike. Li aliyê rojavayê Reqqayê û li başûr-rojhilatê Reqayê jî şerên dijwar didomin, di encama şer heta niha 34 çete hatin kuştin.
* Di encama şerê ku li gundê Icêl ê dikve rojhilatê Reqqayê rû da, gund hat rizgarkirin û 7 çete hatin kuştin.
* Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand ku Amerîka, Rûsya û Urdun li ser agirbestekê li rojavayê başûrê Sûrîyê li hev kirine.
* Wezareta karên derve ya Sûriyê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî diyar kir: Siyasetên destdirêjkirinê yên Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê dijî Sûriyê dijî biryarên navnetewî ye.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Şandeya KNK’ê bi armanca bangawazîkirina ji bo civîna guftûgo kirina yekîtiya netewî ku biryar hatiye dayîn ku di meha Tîrmehê de li Silêmaniyê pêk were, bi Partiya Parêzgaranî Kurdistanê re hevdîtin kir.
* Balafirên şer û helîkopterên artêşa Iraqê, di navbera Gundê Xazûka û Racm-Ebûd a girêdayî Sinûn a Şengalê de ku di bin kontrola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye, komek çeteyên DAIŞ’ê bomberdûman kiriye.
* Biryar e civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê roja 11ê Tîrmehê li paytexta Amerîkayê Washingtonê were sazkirin. Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge jî eşkere kir ku heta niha ew ji bo vê civînê nehatine vexwendin.
* Civîna Komîteya Referandoma serxwebûna Kurdistanê bi serokatiya Barzanî dest pê kir.
* Neteweyên Yekbûyî ragihand, beşdarnebûna wan di giştpirsiya Herêma Kurdistanê de nayê wê wateyê ku Neteweyên Yekbûyî li dijî lidarxistina referandumê ye.
* Sikritêrê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî yê Herêma Kurdistanê (YNK), Celal Talibanî heftiya tê wê sefera Îranê. Wê sefereke dostane ji bo bo vî welatî pêk bîne.
* Fermandariya Polîsê Federalî kontrolkirina kolana Nuceyfî ragihand û eşkere kir jî, ku di çend demjimêrên nêzîk de tevahiya Mûsila Kevin kontrol bikin.
* Di êrîşên li rojhilatê Mûsilê de ku ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, 2 rojnamevanên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş red kir ku bi destkelepçeyî beşdarî rûniştina dadgehê li Enqerê bibe.
* Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Hamburg ya Almanyayê bi hev re civiyan.
* Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li bajarê Sêrtê 15 û li navçeya Hezexê ya Şirnexê 9 endamên DBPê binçav kirin.
* Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku biryarnama rawestandina gotûbêjên endambûna Tirkiyê nav Yeketiya Ewrûpayê tu nirxê wê tune ye.
* Dozgerê giştî yê parêzgeha Qeyseriyê li parêzgeha Hataya Tirkiyê hukmê girtina 48 kesan bi tawanbariya hevkarî û piştgiriya bi Fethullah Gulen re da.
– CIHAN
* Wezareta karê derve ya Qeterî bi rêya daxuyaniyeke xwe de duh êvarî ragihand ku daxuyaniyên wezaretên karê derve yên (Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Behrên, û Misir) bê bextî tê de hebûn.
* Serokê Amerîka Donald Trump got “rûmeteke” ku wî Serokê Rûsî Vladimir Putin, cara yekê nasî û ew çaverê ye ku di peywendîya nav her du alîyan de, tiştên baş çêbibin.
* Li Hamburg ya Almanya, protestoyên berfireh yên li dijî Lûtkeya G20 didome.
05:50-08.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً