LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Reqqaya Kevn li ber rizgarkirinê ye

Reqqaya Kevn li ber rizgarkirinê ye

REQQA – Reqqaya Kevn ku bi sûrên dirêjahiya wan 11 kîlometre û bilindbûna wan 7 metre ne dorpêçkiriye, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatiye dorpêçkirin û li ber rizgarkirinê ye. Yek ji fermandarên ku operasyonê koordîne dike Bilind Serêkaniyê, got ku ji ber sivîlan ew bi hesasî tevdigerin û ew tax bi tax bajêr rizgar dikin.

Pêngava azadkirina Reqqayê ya bi navê “Cenga Mezin” di roja 32’yemîn de li eniyên rojava, rojhilat û başûr bi pêş ve diçin. Şervanan sûrên dîrokî ku li eniya rojhilat in jî derbas kirin û ber bi navenda bajêr ve diçin. Piraniya sûrên dîrokî di bin kontrola şervanên QSD’ê de ye. Li Taxa Deriyê pevçûnên dijwar diqewimin.

Sûrên dîrokî

Sûrên dirêjahiya wan 11 kîlometre û bilindahiya wan 7 metre ne û wek Taxa Reqqaya Kevn tê nasîn, niha gav bi gav tê azadkirin. Şervanên QSD’ê ber bi Keleha Harûn Reşîd ku li navenda bajêr e diçin û hindik maye ku temamiya kelehê dorpêç bikin. Ji bo pêşveçûyîna QSD’ê rawestîne DAIŞ li hêla Deriyê Bexdayê bi awayekî dijwar êrîş dike.
Li kuçeyên Reqqayê wesayîtên zirxî yên YPG’ê

Li hemberî sûîqast, bombeyên li balafirên keşfê hatine barkirin û çekên fuzeyî yên DAIŞ’ê, li eniyên herî pêş wesayîtên zirxî yên ku YPG çêkirine cih digirin. Li eniyên pêş liv û tevgera pevçûnan baş tê dîtin û her wiha li Taxa Sînaa û Taxa Reqqaya Kevn qadeke mezin ji bo saziyên çapemeniya navnetewî tê parastin.
3 şervanên ku sivîl rizgarkirin birîndar bûn

 

Sivîlên ku ji esareta DAIŞ’ê tên rizgarkirin bi hesasiyeteke mezin ber bi qadên ewle ve tên şandin. Her wiha 3 şervanên QSD’ê dema sivîl rizgarkirin bûn hedefa sekvanên DAIŞ’ê û birîndar bûn.

 

Tax bi tax ber bi azadiyê ve

Serê sibehê zû pevçûn dest pê dikin û hema bêje li gelek deverên bajêr belav bûne. Yek ji fermandarên ku operasyonê koordîne dike Bilind Serêkaniyê got ku ji ber sivîlan ew bi hesasî tevdigerin û ew tax bi tax bajêr rizgar dikin. Serêkaniyê êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Serêkaniyê bi bîr xistin û got ku, moral û motîvasyona wan pir baş e. Serêkaniyê, dest nîşan kir ku hindik maye bi temamî sûr têkevin bin kontrola wan û ew tax bi tax Reqqayê azad dikin.

10:49/09.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً