ŞEHBA– Di encama topbarana ArtêşaTirk a li ser herêmên Şehbayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û di nava wan de zarok jî heyî gelek sivîl birîndar bûn.
Li gor agahiyan hat diyarkirin ku Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bajarok û gundê Herbel û Til Rifet (Erfad) toparan kirin. Li gor agahiya sivîlan dan, gotin ku Artêşa Tirk komkujiyek li bajaroka Til Rifet pêk anîn. DI encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok jî di nav de 5 sivîl birîndar bûn. Tê gotin ku ji ber topbaran berdewam dikin hejmara birîndaran zêde dibe.
Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Avirîn a Efrînê û li wir têne dermankirin.
Topbarana Artêşa Tirk a li ser herêmê hîn jî didome.
10.07.2017
Rojev24