LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Di şer û pevçûnên bajarê Reqqayê de 17 milîtanên terorîst ê DAIŞê hatin kuştin û 3 milîtan jî xwe teslîmî hêzên HSDê kirin.
* Hatibû îdîakirin ku balafirên koalîsyonê bi şaşî HSDê bombebaran kiribiû û di bombebaranê de 30 Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest dane. berdevka HSDê Cihan Şêx Ehmed ev îdîa derewand û got: “Ev agahî ne rast in.”
* Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê diyar kir ku êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser xaka Rojava berdewam dikin. YPG`ê destnîşan kir ku di heman demê de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser Efrînê didomînin û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li ser Efrîn û Kobanê jî zêde bûne.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Kantona Efrînê û Şahbayê bi çekên giran topbaran dikin, YPG/ YPJ`ê û Hêzên Şoreşger jî bersiva êrîşan didin.
* Hikûmeta APK`ê ava çema EL-Eswed qût kiriye, di encamê de berhema Berberojê ya navçeya Raco gelek zirar dîtiye.
* Derbarê rola Amerîka û Rûsyayê di Sûriyê de Ilham Ehmed got, Amerîka û Rûsya du hêzên mezin in li ser xaka Sûriyê ne, yek alîgira rêjîma Sûriyê ye û ya din jî alîkariya HSDê dike,Ehmed di berdwamiya axftina xwe de diyar kir pêwendiyên wan bi herdu hêzan re hene, da ku karibin herêmên xwe biparêzin. Her wiha Iham Ehemd amaje bi wê kir, ku Rûsya dibêje ew dixwazin aramiyê di hundirê Sûriyê de çê bikin. Di mijara Efrîn de Ehmed destnîşan kir dema ku êrîş li ser Efrînê çê dibe, divê Rûsya bi erkê xwe rabe û bi kêmahî jî divê rê li pêş êrîşa Tirkiyê bigire.
* Endamê Desteya Rêveber ê KNK-Rojava Ebdullkerîm Omer diyar kir ku ENKS`ê banga KNK`ê ya ji bo platforma yekîtiya neteweyî, red kir.
* Li gor rojnameya Daily Sabah a Tirkiyê, Tehran, Moskowa û Enqere derbarê qutkirina bajarê Efrînê ji rojavayê Kurdistanê û da ku bixin ser xaka Tirkiyê danûstandin û gotûbêjan birêve dibin.
* Gera 7’an ya hevdîtinên ji bo aştîya Sûriyê doh Duşemê li Cenevrê destpê dike. Du roj berî hevdîtinên Cenevrê, Amerîka û Rûsya li ser agirbesteke li başûrê rojavayê Sûrîyê li hev kiribûn û agirbestê roja Yekşemê destpê kiribû.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîakyê di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de Brett McGurk di hevdîtinekê de li ser referanduma Başûrê Kurdistanê axivîn û tekezî li ser wê kirin, ku li ser mijara referanduma Başûrê Kurdistanê her du alî wê li ser pêwendî û şêwirîna bi hev re berdewam bin.
* Fermandarekî Heşda Şaibî aşkere kir, çekdarên DAIŞê tawaneke hovane li bajarokê Tileferê li Rojavayê Mûsilê encam daye û 7 zarok bidar ve kirine.
* Hate ragihandin ku operasyona rizgarkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê hatiye paşxistin û wê piştî kontrolkirina navçeya Telefer a Mûsilê pêk were.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Fermandarê Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî destnîşan kir, polîtîkaya ku AKP dimeşîne wê AKP’ê bi xwe biqedîne.
* Artêşa Tirk, ku ji 16’ê Hezîranê û vir ve li Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê dimeşîne, ji ber berxwedana xurt a gerîla neçar ma xwe vekişîne.
* Demîrtaş peyamek şand û ev bersiv da Erdogan: “Bi HDP û hemû dostên HDP’ê re em ê li girtîgehan û li derve li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Û bawer bike; ji aliyê dîrokî ve em ê bi ser bikevin.”
* Serokomar Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş wekî terorîst îlan kir, betekên di vî warî de zêde dibin. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got ku “Ji ber ku Erdogan xwe xistiye cihê darêzê, her kesî/ê terorîst îlan dike.”
* Hevserokê HDP’ê yê bajarê Sêrtê Abdullah Çetîn di serdegirtina mala xwe ya li navenda bajêr de hate binçavkirin.
* Li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 2 polîs mirin û polîsek jî birîndar bû.
* Walîtiya Mûşê bi hinceta operasyonê, li 15 herêmên navçeya Gumgumê ya Mûşê qedexeya derketina derve îlan kir
* Avusturya çûyîna wezîrê aboriyê Nîhat Zeybekcî ku ji bo beşdarbuna ji mitînga bîranîna 15 Tirmehê diçû, destur nedan ku derbasî welatê wan bibe.
* Hat ragihandin ku Almanya dest bi vekişîna ji Bingeha Încîrlîkê ya li Edene ya Tirkîyê kir.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ku pêşmergeyên xwe li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye, red dike, ku rêkeftin derbarê valakirina baregehên wan ên li ser sînor hatibe kirin.
– CIHAN
* Agirekî berfireh kete nav Komdin Lak`ê li Londinê.
05:25-10.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً