LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Cihê Xilafetê hilweşiya: Wê DAIŞ bi ku ve biçe?

Cihê Xilafetê hilweşiya: Wê DAIŞ bi ku ve biçe?

MÛSIL – DAIŞ ku çar sal berê di nava çend rojan de bajarê Mûsilê dagirkir û wek e cihê xilafetiya xwe îlan kir, di encama operasyonekî nêzî salek dom kir de hat rizgarkirin. Li vir di nava nîqaşan de pirsa herî jiyanî tê kirin “Baş e DAIŞ ê ku cihê xwe yê xilafetê winda kir wê bi ku ve here, çi bike?” tê kirin.

Mûsil bajarekî Iraqê û navenda parêzgeha Nînowa ku dikeve bakurê Iraqê û piştî peytextê Bexda duyemîn bajarê herî mezin e.

Li gorî serjimêra sala 2003 an nifusa bajarê Mûsilê gihişte milyonek kesî. Di Mûsilê de pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmen dijîn. Ev bajar berî ji hêla DAIŞ’ê ve bê dagirkirin, ji hêla hikumeta navendî ya Iraqê ve dihat birêvebirin û hertim wek heremeke serbixwe di nava nîqaşan de bû.

Rêxistina El Dewlê (DAIŞ) ya ku niha bi rêxistina terorî di asta navdewletî de tê naskirin û ji bo tekoşîna li hemberî vê rêxistinê hevpeymaniyek li beramberî wê hatiye avakirin, ku ev nêzî saleke şerek dijwar li Mûsilê diqewime. Di oprasyona rizgarkirinaMûsilê ji çeteyên DAIŞ ê zêdetirî 60 hezar leşkerê ji hêzên Iraqî, hêzên Antîteror, birîma bersivdayîna bi lez û hêzên HeşdaWetenî tevlî bûne.

Ev rêxistin vejîna wê vedigere salên 1999 an dema ku kesê bi nave EbûMûsab El Zerqawî ku bi aslê xwe Urdini ye ev rêxistin saz kir û bi girûpa nave Tewhîd û Cîhadê lêkir. Di sala 2004 an de Zerqawî bi lihevkirina bi El Qaîdê re nave rêxistinê guhert û bi vê nave wê bû “Rêxistina El Qaîdêya Cîhadê li welatê El Rafîdên”

Bi avakirina vê rêxistina terorî ku eşkerebû bi karê xwe yê terorî xeteriyeke mezin e, ji ber ku di demên dawî de vê rêxistinê li Iraqê berpirsyartiya xwe ji piraniya êrîşên terorî re ragihand. Di heman demê de ev rêxistin di nav rûpelên reş de yê karê xwe yê terorî dest û roleke sereke û navendî di buyerên Enbarê di sala 2013 an de hebû.

Di Nîsana 2013 an de vê rêxistinê guhertina nave xwe ragihand û nave “Dewleta Islamî li Iraqê û Şamê”  li xwe kir û ev ragihand piştî dagirkirina wê li ser Reqqayê Sûriyê bi giştî bû.

DAIŞ ê di dîroka 6’ê hezîrana 2014’an de dest bi êrîşa li ser Musilê kir û di nava 4 rojan de an go di 10’ê hezîranê de jî temamî bajar xiste bin konrola xwe.

Sedemên ketina Mûsilê

Tê gotin ku sedemên ketina vî bajarê ya bi destê DAIŞ’ê ew e ku bi planeke zirav a bi awayek taktîkî û stratejîk bû da ku karibe bîr û avahiyên petrolê, avê, bendavan desteser bike ye.

DAIŞ ku piştgiriya hin dewletan di aliyê lojîstik û çekdayînê de di nava 4 rojan de kete bajarê Mûsilê bi hêza Artêşa Iraqê re bi taybetî li navçeyên Enbar û Selahadînê pêvçûnên dijwar qewimîn. Bi dagirkirina vê bajarî re DAIŞ “Xelafeta” xwe îlan kir.  Bi dagirkirina Mûsilê re DAIŞ dest bi firehkirina desthiladariya xwe kir û bi dagirkirina Werem Seretanî ve di demek pir kurt de xwe gihiştande parêzgeha Nînova ya giştî. Bi vê re DAIŞ’ê dest bi êrîşên dijwar ên terorî ya li seranserê bakurê Iraqê kir.

Ligel Artêşa Iraq, peşmerge û hêzên din çewa di nava 4 rojan de Mûsil hat dagirkirin?

Mûsil ku ji ber petrol û ava çemê Dîcleyê ku bendav li ser hatiye çêkirin, bajarekî herî girîng û stratejîk e, DAIŞ ligel hêza Artêşa Iraqê, pêşmergeyên PDK û YNK û her wiha hêzên Neteweyên Yekbûyî ji bo parastinê di Mûsilê de bûn jî, çewa karibûn di nava demek pir kurt a 4 rojî de bajar hemû dagir kir, hêj jî di nava nîqaşan de ye û pirseke li benda bersiva xwe ye. Lewra piştî dagirkirina gund, navçe û bajarê Mûsilê zêdetirê 2,5 milyon kesên sivîl ji cihwarên xwe koçber bûn, gelek kes hatin ser jê kirin, kûştin û îşkencekirina zilamên bê rî û jinên ku rûyê wan vekirî bû, hovîtiya DAIŞ’ê danî holê.

Firotina petrolê û kirîna dewletan

Piştî dagirkirina Mûsilê DAIŞ, êdî rewşa xwe ya madî û ya şer li ser firotina petrolê yên ji zevî û rafineyên Mûsil û derdora wî derdixe. Muşteriyê van petrolan a sereke Tirkiye û piştre jî welatên din tên. DAIŞ firotina petrolê ne bi awayek yasayî ye û jixwe dewletên ku petrolê dikirin jî di hesaba xwe ya giştî ya dewletê de nîşan nadin. Ji ber ku kirîna petrolê ne bi awayek yasayî ye.

Ji aliyekî din ve ji ber ku DAIŞ wek e fikir xwe li Mûsilê ragihand û cihê îlankirina xelifetiyê ye. Ji aliyê Serokê vê rêxistina terorî Ebû Bekur El Bexdadî ve hat ragihandin ku ew xelîfeye û ji ber vê yekî jî xwe bicihkirina li Mûsilê mafê xwezayî ye û ew dozek mafder dimeşînin. Her wiha tê nirxandin ku DAIŞ Mûsilê wek e peytexta çandî ya DAIŞ’ê dibîn e.

Cihê xilafetê hilweşiya

DAIŞ ku di sala 2014’an de di mizgefta El Nûrî xilafetiyê îlan kiribû, piştî mehek berê ango di destpêka meha hezîranê 2017’an de piştî El Bexdadî ji mizgeftê derket û bi bombeyê hilweşand, dawî jî li xilafetiyê ya li Mûsilê anî. Ev yek jî bû sedema ku Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî, di 22’ê hezîranê de di parlementoya navendî de daxuyanî bide û bibêje “Êdî em bi rihetî dikarin bibêjin ku em dê di rojên pêş de rizgarkirina bajarê Mûsilê ragihînin”. DAIŞ jî li hemberê vê rewşî nêzî hezar û 500 sivîl wek e mertalên zindî bikaranî. Ligel van yekan piştî mehek zêdetir ango di 11’ê tîrmehê de bi awayek fermî hat ragihandin ku bajarê Mûsilê ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.

Piştî bajarê Mûsilê ku hemleya rizgarkirina Reqayê ya ji hêla QSD’ê ve didome, DAIŞ êdî nikare piştgiriyê ji heremên din ên di bin dagirkirina wî de maye, bigire. Tê gotin ku hejmara endamên DAIŞ’ê di navbêra 20-50 hezarî de û di hêla alîgirên wî de jî hejmarek nêzî 100 hezar kes hene. Bi rizgarkirina Mûsilê re eger bajarê Reqqa jî bê rizgarkirin, hejmarek mezin a çeteyên DAIŞ’ê hatine kûştin. Lê nîqaşa wê ev hejmarek mezin a DAIŞ’ê wê bikûve herin, planekî çewa bigerînin girîng tê kirin û berdewam dike. Tê payîn ku ji niha û pê de DAIŞ an wê xwe bikşîne binê erdê û heta demekî bêdeng bimîne, an jî ku di nava wan de Emîrê sereke El Bexdadî jî heyî emîrên wan xwe bikşînin Pakîstanê, Yemen û Tûnisê û amadekariya avakirina artêşekî bi navê “Artêşa Dewleta Îslamî ya Radîqal”bikin.

Lê ya rast ew e ku DAIŞ bi windakirina bajarê Mûsilê re xilafetiya xwe ya 4 sal berê îlan kiribû jî winda kiriye.

 

Şahîn Elî

12.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً