LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD′ê li ser bêtêlan du nameyên qeydkirî ji çeteyan re şandin û ji şêniyên herêmê yên ku tevlî DAIŞ′ê bûne xwestin ku li xwe hişyar bin. Her wiha gef li çeteyan hat xwarin ku tu riyên wan ên revê nemane.
* Di pêşveçûyînên nû li Reqayê de, şervanên QSD`ê sedî 70 ji taxa Hîşam Ebdullmelik rizgar kirin. Ji aliyekî din ve li 6 taxan şerên giran rû didin.
* Ji fermandarên Eniya Parastina Jinên Şehbayê Sema Efrîn, diyar kir ku wê jin mil bidin milê hev û bi berxwedanê wê dewleta Tirk têk bibe.
* 180 şervan piştî ku dewreya bi navê ʺŞervanên Rizgarkirina Reqayêʺ di Akadimiya Şehîd Fermandar Feysel Ebo Leyla de bi dawî kirin, fermî tevlî QSD`ê bûn.
*Artêşa Tirk a dagirker ji Kilisê ya Tirkiyê gundê Qestel Cindo û Qetma ya kantona Efrînê, topbaran dikin. Her wiha çend top jî li navend bajarê Efrînê ketine. Di topbarana artêşa Tirk a dagirker de diyar bû ku hin sivîl birîndar bûne û agir bi zeviyên welatiyan ketiye.
* Li herêmên Şahbayê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, du welatî birîndar bûn û li derdora kampa Robar agir pê ket.
* Civîna Civata Sosyalîst Enternasyonal li Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar ket. Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) jî bi nûnerên xwe beşdarî civînê bû. PYD’ê ji endamên civatê alîkarîya dostane ji bo Rojava xwest.
* Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Tebqayê, du zarok ên Êzidî ku xwişkên hev in ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin.
* Koçberên Iraqê yên di kampa Holê de dimînin, bang li hikumeta Iraqê kirin ku destûrê bidin wan ku vegerin malên xwe yên li Mûsilê. Koçberban destnîşan kirin ku tevî hemû zehmetiyan jî lê bi aramî li Rojava jiyan kirin.
* Piştî kontrola Hêzên Rêjîmê ji devera Resafa li Başûrê Reqayê, Hêzêrên Rejîmê derbasî sînorê parêzgeha Humsê ji aliyê Reqayê ve dibin.
* Tevgera Ahrar El şam daxuyaniyek belav kir ji bo nakokiyên di navbera wan û HTŞ de derketin di dema dawî de li bakûrî Sûriyê û got: “eger HTŞ xirabiya xwe berdewam bike, û li perjewendiyê gel ne nerî” tevger amade ye ku wan rawestîne.
* Danûstandinên Cinêv 7ê yên di navbera şanda hikûmeta Sûriyê û dijbereya Sûriyê de bidawî bû û vê carê jî danûstandinên rasterast nehatine kirin. Bi tenê De Mîstûra bi awayekî cuda, bi tevahiya aliyan re civiya.
* Nûnerê hikûmeta Sûrî li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî li Cenevrê got ku ji şandeya wî nehat xwestin ku danûstandinên rûbirû bi opozîsyonê re bike.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Peyama KCK’ê li Şêwra Yekîtiya Netewî hate xwendin. Di peymanê de hate gotin, ‘’Dîrokê û gelê me li ser me ferz kiriye ku em Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî pêk bînin.’’
* Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd di şêwra yekîtiya netewî de axivî, û diyar kir ku pêkanîna yekîtiya netewî ne xeyalperestî ye. Her wiha Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade got:” Çavê gelê Kurd jî îro li ser me ye”.
* Nûnerê Taybet yê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê Amerîka Brett McGurk diyar kir ku ew referanduma serxweba Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku dê di Îlonê de li dar keve rast nabîne.
* Endamê Serkirdetiya YNKê Ferîd Eseserd diyar kir, eger partiyên Kurdistanê li derveyî kongreyê nekarin ji bo çareseriya pirsgirêkan nêzîkî hev bibin, kongreyek jî nikare vî karî bike.
* Asayişa Dihokê ya girêdayî PDK’ê gefa radestkirina Tirkiyê li niştecihên kampên Sêmêl û Girê Gewrê dike. Her wiha asayişa Dihokê ji niştecihên wargehan dixwaze ku ji kampê derkevin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hemberî mînîbusa cerdevanên ku derdiketin operasyonê êrîşek çêbû. Êrîş li nêzî herêma Bezelê çêbû û li gor agahiyên bi dest ketin di êrîşê de cerdevanek miriye û 2 jê jî birîndar bûne.
* Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku referanduma serxwebûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafekî rêwa û demokratîk e.
* Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî ku li Enqereyê hat binçavkirin serbest hat berdan.
* Tirkiyê destûr nedaye parlementerên Alman ku serdana bingeha NATO ya li Konya bikin.
* Hikûmeta Tirkiyê bi biryareke nû, çend hezaran karmendên dewletê ji kar derxistin.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Li paytexta Îranê Tehranê, di encama teqînekê de hejmarek kesên sivîl birîndar bûn û rawestgeha metroyê ya Şehrî Rey jî hate girtin.
* Berpirsa Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxûyabniyekê bi boneya duyemîn salvegera lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1’ê got: “Lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1’ê destkefteke dîrokî ji bo ewlehiya cîhan û navçeyê û serketinek ji bo diblomasiya çendalî ye”.
* Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf desnîşan kir ku Lihevkirina Navokî rêketineke cîhanî ye û got: Amerîka jî divê helwêsta xwe li bara vê lihevkirina cîhanî biguhere.
* Baylozê îranê li Londinê li gotarekî xwe bi munasibeta salvegera îmzabûna rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 ragihand: Parastina vê Rêketê maye ser vê yekê ku hemû alî soz û biryarên xwe bitamî bi cih bînin.
– CIHAN
* Wezîrê Derve yê Qeterê Casim El-Thanî serdana Tirkiyeyê dike û hevdîtinên girîng li gel berpirsên wî welatî li dar dixe.
* Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis ragihand ku ew nikarin îsbat bikin ku rêberê rêxistina Dewleta Îslamî Ebû Bekir Ewl Bexdadî hatiye kuştin.
* Pentagon ragihand ku rêberê DAIŞ’ê yê Afganistanê, Ebû Sayed, di êrîşeke li herêma Kunarê de hatiye kuştin.
06:55-15.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً