LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Hemleya Rizgarkirina Bajarê Reqa (Cenga Mezin) 40 roj li peyî xwe hişt û heta niha şervanên QSD`ê çar tax bi temamî rizgar kirin û li gelek taxên din jî şer didome.
* Di pevçûnên ku li 7 taxên Reqayê rû dan 34 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, 4 erebeyên bombebarkirî hatin rûxandin, balafirên koalisyona navneteweyî jî li gelek noqteyên çeteyan dan.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kilcebrîn û Marei nuqteyên şervanên Artêşa Şoreşger (Ceyîş El-Siwar) û Hêzên Şoreşger ên gundên Til Çîçan, Til Midîq, Qol Sirûc, Semûqe, Herbil û Şêx Îsa bi çeka doçka gulebaran kirin. Artêşa Şoşreşger û Hêzên Şoreşger bersiva da û şer qewimî.Di encama şer de ziyanên mezin gihîştin Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.
* Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser Efrînê zêdetir kirin e. Her wiha di encama êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê de du sivîl birîndar bûn û malên gundiyan zerar dîtin. Tevgera hewayî ya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê jî berdewam dike.
* hêzên Rêjîmê li Ein Terma û Cober hewlda ku derbas bibe lê Rikberiya Sûriya hewldana wî têkşikandin.
* Balafirên Rêjîma şûriya 16 Tîrmehê êrîşên asîmanî bi tûndî bi ser gund û bajarokên Xûta şamê ya rojhelat de birin. Belafiran bi taybet bi ser Hoş Dewahira, şîfoniyê, û Neşabiye ve çûn, herweha bi ser bajarê Zemelka ve, di encamê de tenê ziyanên madî xistin, bê agahî li barê ziyanên mirovahî bên.
* Teqînek li navçeya Res Şemra ya bakûrê rojavayê bajarê Lazqiyê pêkhat. bê ku derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal bên dayîn, lê hate gotin ku kuştî û birîndar hene.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Komxebata Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê di roja duyemîn de jî bi pêşkêşkirina peyaman berdewam dike.
* Polîtburoyên PDKê û YNKê bi armanca gotûbêj kirina pirsa aktîf kirina parlamentoya Kurdistanê civiyan.
* Berpirsê encumena rêveberiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Selah Delo ragihand, di demek nêzîk de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê bi nûnerên pêkhateyên Kerkûkê (kurd, turkmen, ereb, şîe û sunnî…) re bicive.
* Li Amedê 6 partiyên Bakurê Kurdistanê PAK, PSK, OSP, PDK-Bakur, ji bo piştgiriya îradeya gelê Başûrê Kurdistanê, Komxebata Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê li dar xistin.
* Fermandarê Operasyona Em Hatin Nînowa Ebdulemîr Reşîd Yarella ragihand, ku di operasyona kontrolkirina Mûsilê de 10 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Yarella da zanîn, ku di demek nêzîk de dê operasyona kontrolkirina Teleferê destpê bike.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Li Kerboranê 5 kesên ku 13 roj berê hatibûn binçavkirin, bi hinceta “endamê rêxistinê” hatin girtin.
* Li Edenê piştî pîrozbahiya 15’ê Tîrmehê, alên avahiya HDP’a Edenê daxistin.
*AKP’ê bi bahaneya ku ji wan re qala hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bike, 15 rojnamevanên Swêdî vexwend Tirkiyeyê. 12 ji van rojnamevanan vexwendînameya AKP’ê red kirin.
* Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Em dizanin li pey FETOyê, PKKê, DAIŞê kî hene. Emê pêşî serê van xayînan jêkin.”
* Wezîrê parastina Amerîkayê James Mattis, sistemên mûşekên S-400 yên Rusî ku wê Tirkiye bikre, şîrove kir û bal kişande ser ku ev rewş bi teknîka NATO re li hev nagre.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî got: “Aştî û aramî li navçeyê hewcedara hevkariya hemî welatan e û tu hewcetiyek bi avakirina hevpeymaniyê li dijî welatekî tune`.
* Alîkarê pişka erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê Hisên Cabrîyê -Ensarî got: Amadebûna hêzên îranî li Sûrîyê li gorî daxwaza dewleta vî welatî û lihevkirinên Têhran û Şamê bûye û girêdayîyê lihevkirina ti alîyekî din ê navçeyî û navnetewî nîne.
– CIHAN
*Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyaho bo hin hevdîtinên fermî serdana Fransa dike.
04:45-16.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً