LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Serokê ENKS’ê Biro li Cerablûsê bi MÎT’ê re çi hevdîtin kir?

Serokê ENKS’ê Biro li Cerablûsê bi MÎT’ê re çi hevdîtin kir?

 

CERABLIS – Hat ragihandin ku Serokê ENKS’ê Îbrahîm Biro, li ser daxwaza PDK’ê li Cerablûsê pêşî bi endamên MÎT’ê re û piştre jî bi komên çeteyên girêdayên Artêşa Azad re hevdîtin kiriye. Hat destnîşankirin ku mijara hevdîtinan êrîşên li ser Efrînê û piştî Efrîn bê dagirkirin rola ENKS’ê çi be, hatiye nîqaşkirin.

Li gor agahiyên ji heremê hat bidestxistin, Serokê Encûmena Nîştîmanî Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro, piştî civînek li bajarê Hewlerê ya Başurê Kurdistanê hatî lidarxistin, du roj berê di ser Enqereyê de berê xwe daye Cerablûsê. Hat îdeakirin ku di civîna li Hewlerê ya Serokê îstîxbarata Parastinê Barzanî û berdevkê Polîtbîro ya KDP’ê jî heyî de, ji bo di encama êrîşeke îhtîmal a li ser Efrînê ji hêla dewleta tirk ve were dagirkirin, ENKS xwe bi komên çete yên girêdayên dewleta tirk re di wir de bi cih bike, hevdîtinan bike.

Pêşî çû Enqere piştre Cerablûs

Hat diyarkirin ku piştî civînê di hefteya dawî de Îbrahîm Biro û bi hin rêveberên ENKS’ê yên li derveyê Rojava ne, derbasî Enqara ya Tirkiyê bûne û piştre jî berê xwe dane Cerablûsê. Hat destnîşankirin ku Îbrahîm Biro, li navçeya Qarkamişê ku ji hêla endamên MÎT’ê û sûbayekî leşkerên tirk ve hatiye pêşwazî kirin, demek dirêj li Şaredariya Qarkamişê rûniştî mane.

Pêşî bi MÎT’ê re piştre bi komên çeteyan re civîn

Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremî hatî dayîn, Îbrahîm Biro û ENKS’yiyên pê re, ji Qarkamişê derbasî Cerablûsê bûne û di Mêvanxaneya Şaredariyê de seatek zêdetir bi endamên MÎT’ê yên li Cerablûsê re hevdîtin kirine. Piştî hevdîtinan heman civîn bi komên çeteyan ên girêdayên Artêşa Azad (OSO) re hatiye lidarxistin.

ENKS wê di hêla siyasî de piştgirî bide!

Hat destnîşankirin ku Serokê ENKS’ê Biro û şandeya pê re, di civînan de diyarkirine ku ew di hêla daxuyaniyên reşkirina, QSD, YPG-YPJ û PYD’ê de piştgirî bide wan. Her wiha hat ragihandin ku di civînê de piştî Efrîn ji hêla dewleta tirk ve bê dagirkirin wê rola ENKS çi be hatiye nîqaşkirin.

‘Bila Amerîka çek nede YPG’ê’

Hewildanên rêveberên ENKS’ê ya ji bo têkbirina deskeftiyên kurdên Rojava ne ev tenê ne, demek berê jî Serokê ENKS’ê Biro, di daxuyaniyekî xwe de bertek nîşanê Amerîkayê dabû ku çima çek ji YPG’ê re şandiye. Biro, di daxuyaniya xwe de anîbû ziman ku ew li dijî çekdayîn YPG’ê ya ji hêla Amerîka ve tê dayîn in û gotibû ku “Tu firqa YPG’ê ji DAIŞ’ê tune ye.”

Rêvana Mêrxas

16/07/2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً