LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Şervanên QSD ê gihiştine Mizgefta Etîq ,14 Çete Hatin Kuştin

Şervanên QSD ê gihiştine Mizgefta Etîq ,14 Çete Hatin Kuştin

REQA-Şervanên Reqayê şerekî dijwar dimeşînin, şer di navbera şervanên QSD ê û çeteyên DAIŞ ê de li taxên Rewda Yermûk û Hîşam Ebd Elmelik bi dijwarî didome,di heman demê de şerekî giran li taxa reqa ya kevin derket ku şervanên QSD ê gihiştine mizgefta Etîq, di encama wî şerî de 14 çete hatine kuştin.
Oparasyona Reqayê ya Cenga mezin ku 40 roj li pey xwe hişt, bi lez û beza xwe didome. li gorî agahiyên hatine bi dest xistin şervanên QSD di Eniya rojhilat de, gihiştn derdora Mizgefta Kevnar ( ETÎQ ), ku li orta taxa Reqa kevin dikeve, û niha şer bi dijwarî li wir û li taxa Rewda û Yermûk dijware.
Di heman demê de li gorî agahiyên ji hundirê bajar jî, di encama vê pêşveçûna li taxa Reqa kevin de, herî kêm 11 çete hatin e kuştin,2 erebeyên leşkerî bi doşka barkirî jî hatin ruxandin.
ji aliyekî din ve 5 çeteyên xwekuj di heman demê de xwestin êrîşî nuqteyên rizgar kirî bikin, lê di encama bersiv dayîna şervanên QSD ê de 2 çete hatin kuştin, yê sisyan jî piştî ku birîndar bû xwe teqand, bi vê êrîşê şervanekî QSD ê birîndar bû, û herdu çeteyên din ji ber derbeyên şervanan reviyan hundirê bajar.
li taxa Rewda a li bakur-rojhilatî bajar dikeve, û taxa Yermûk a li rojavayê bajar dikeve, heta vê deqê şer girane, û encamên dawî nehatine zelal kirin.
her wiha şervanan çend nuqteyên din ji taxa Hişam Bin Ebdulmelik rizgar kirin û di paqij kirina taxê de hejmarek mayîn jî rakirin.

16/07/2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً