LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gavek girîng!

Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gavek girîng!

Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) li Silêmaniyê ji bo yekîtiya neteweyiya kurd pêk bîne civînek girîng lidar xist. Civîna ku di 15-16’ê tîrmehê de hat lidarxistin de ji çar perçeyên Kurdistanê zêdetirê 60 partiyên siyasî, bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr-nivîskar, akademisyen û gelek kesên ku di civakê de temsiliyeta wan heye beşdar bûn.

 

Her çiqas kurd piştî 2013’an û vir ve ji nû ve ji bo yekîtiya neteweyî û kongreyê bicivin dereng mabin jî bêguman erênî û girîng e.

 

Gelo wê Kongreya Netewa Kurd ku em hemû bi salane tînin ziman û qêr dikin wê pêk wer e an na? Wê vê beşdarvanên komcivînê diyar bikin. Em bi hêvî ne ku nêzî 300 delegeyên tevlî komcivînê bûne di firqa vê berpirsiyariya dîrokî û bendewariya civakê ne.

Dema em vê difikirîn komcivîn di roja xwe ya duyemîn de berdewam dikir. Lê di roja yekemîn de nîqaşên girîng dihatin meşandin. Astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî, cudakarî û nakokiyên di navbêra partiyan li ser kursiyê bi awayek vekirî dihatin ziman. Lê noqteya ku hemû axaftvan li ser hemfikir bûn, kongreya neteweyî pêwîste bê kirin û wek e mecburiyet tê dîtin bû.

Eger ve komcivîn di noqteya eger kongre nebe nabe de amade bin berpirsiyartiya dîrokî bigirin serxwe, nexwe neçarin ku piştî civînê biryarên girîng ên ku ya her kesî dixe navê bigirin. Ev komcivîn êdî ji aliyekî ve di bin berpirsiyartiyê de ye.

Li gor min çewa em komcivîna neteweyî girîng dibînin, divê em mijara ku vê komcivînê wek e ku yekitiya netewî be digirin dest bibe mijara rexneyê jî. Ji ber ku her çiqas ji bo yekîtiya netewî an jî Kongreya Netewî pêk bînin vê komcivînî pêkanîn binirx û girîng be jî lê xebatek dereng mayî ye. Divê kurd êdî pir zêde dem winda nekin û bi lez û bez dest bi organîzasyona rêveberiyekî netewî bikin.

 

Divê ev komcivîn astengiyên li pêşiya kongreyê û di riya ku diçe kongreyê tiştên pêwîst bê kirin, derbas bikin; bigihije asta huviyeteke ku  di bin banê kongreyê de siyaset, dîplomasî, polîtîkayê diyar dike be. Yanî êdî nîqaşên ku kongreya neteweyî pêwîst dike an na di hêla kurdan de nîqaşekî ku ya kurdan paşde dikşîne, qebûlkirina xwe winda kiriye û kes van nîqaşan nakire êdî.

 

Eger ji 60’î zêdetir partî, bi dehan nivîskar-rewşenbîr, pêşengên civakê beşdarê vê komcivînî bibin, xwedî hêza ku dikarin biryara kongreya neteweyî bigirin in. Êdî kes nikare bibêje ev partî, ew partî beşdar nebû, nizanim çi nebû, yekîtiya neteweyî nayê taloqkirin û divê neyê taloqkirin. Mînak, di şûna nêzîkatî û helwestên ku tevlînebûna PDK’ê ya komcivînê wek e asteng li pêşiya Kongreya Neteweyî bê dîtin, divê nêzîkatiyên ji bo PDK tevlî bibe zextê li ser bê kirin û bikşînin zemîna yekitî û kongreyê bê nîşandan.

 

Sazî, partî an jî pêkhateya ligel hemû israran neyê yekitiyê û Kongreya Neteweyiyê, divê bi awayek vekirî ew partî û alî ji gel re bên aşkere kirin û îlankirin. Ji bo ku gel jî rastiyê bibîne û helwesta xwe nîşan bide. Tu hêzekî ku piştgiriya gel winda bike ne mimkune ku hebûna xwe bidomîn e.

 

Meseleke din jî; nîwaşa ku divê pirsgirêkên navbêra partiyan de bê çareserkirin û wisa biçin kongreyê an jî divê mekanîzmaya ku pirsgirêkên kongreyê çareser dike hebe, tê kirin. Li gor min ev jî nakokiyekî ku divê li pêşiya yekîtiya netewî nebe bahaneya asteng, e. Pirsgirêk ne pirsgirêka divê wisa be an jî wiha be ye, pirsgirêk demek beriya demekî xwe gihiştandina kongreya netewî, dîplomasiya neteweyî, organizasyona temsiliyeta neteweyî ye.

Pirsgirêkên di navbera partiyan, nakokiyan, hêmanên lihevnekirinê eger ne îdeolojîk bin, teqez (ekît) bingeha xwe ji berjewendî, menfeat e. Tu pirsgirêkêkî berjewendî, menfeatê ji kongreya neteweyî û yekîtiyê ne bi nirxtir e. Pirsgirêka neteweyî ne pirsgirêka wê kî/ê bibe serok, kî/ê wê bibe rêveber, wê kî/ê çi qezanc bike ye. Gelo em her kes li hemberê dîrokê berpirsiyartiya xwe bicih bînin û di riya azadiyê de em ê qedera xwe bixin destê xwe an jî, em dê bi destê xwe jiyana civaka xwe tarî bikin ku zarokên me yên ku pêşerojin wê me nalet bikin. Ev yek ewqas basît, hêsan û zelal e.

 

Ji ber vê yekê, eger komcivîn biryara yekîtiya netewî, ji bo vê jî siyaseta hûndirîn û derve, di noqteyên diyarkirina organîzasyona temsiliyetê de gav an jî avakirinekî şênber (somut) navêje û belav bibe wê binketî be. Di vê rewşa dîrokî ku derbas dibin de di noqteya hatina yekitî û niqaşên zêde bên kirin de kes ne xwedî luksekî ye.

 

Mijara din jî, nehatina PDK û pêkateyên girêdayên wî ku nehatine komcivînê ye. Pêwîst e êdî divê em nehatina wan a komcivînê wek e asteng û pirsgirêk nebînin û vê yekî derbas bikin.

PDK di encamê de partiyek e. Tê nayê ew dizan e. Lê her kes neçare vê yekî jî baş bibîn e. Ev partî an jî aliyên ku her roja xwedê qala serbuxwebûna neteweyî dikin, bi taybetî jî malbata Barzanî nehatina komcivîna yekîtiya neteweyî êbretiye.

 

Serbixwebûnekî bê kurd dibe? Tiştekî li hemberê vê ya şênber heye?

 

Ev zihniyeta perçekirinê, sedema siyaset û dîplomasiyê zihniyetekî nexweşî ya li ser esasê desthiladariyê ye. Mesûd Barzanî di qada navneteweyî de di van rojan de qaşo ji bo referandûmê karê dîplomasiyê dimeşîn e. Kesê tevlî komcivîna ku ji bo yekîtiya gelê xwe pêk tê nebe, wê kî/ê nirx an jî poz bi siyaseta “netewî” bike? Wê kê hilde dîqatê? Wek e teyrê ku serê xwe xistiye bin qumê encax xwe bixapîn in, hûn rastiya xwe nikarin ji kesî veşêrin.

 

Belkî yek yek li hemberê van helwestên ku nayên yekitiya netewî, terza siyaset û partiyan tewrek hişk bê dayîn cuda bê şîrovekirin. Lê komcivîna neteweyî xwedî hêzeke ku heqê Sezar teslîmê Sezar bikin de ye û divê vê yekî bike jî. Eger biryardayîneke wisa nîşan bide wê bi ser bikeve.

Wek e Eduardo Galeano gotî, “Dewlemendiya me sedema feqîrtiya me ye.” Em kurd welatekî mey ê dewlemend, îro êdî hêzekê me yê parastinê ya gihiştiye astekî girîng heye. Lê eger sekina me ya perçe perçe bidom e, wê hêza me bibe belayê serê me û dibe ku bizivire kolebûna me jî. Lê eger em yekîtiya xwe pêk bînin wê dewlemendî û hêza me ne tenê yê me, wê azadiya hemû gelên heremê pêk bîne.

17.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً