LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Taxa Yermûk a dikeve rojavayê bajarê Reqqayê hat rizgarkirin. li gelek taxên bajêr pevçûnên dijwar rû dan û 28 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin. Ekîpên taybet jî zêdeyî 500 sivîl rizgar kirin.
* Artêşa Tirk a dagirker ji bajarê Ezazê topên hawanan avêtin Kantona Efrînê, di encamê de agir bi erdên çandiniyê ket û ziyan gihîşt berheman.
* Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Eyn Diqne yê herêma Şehba kir. Şervanan bersiva êrîşan çeteyan da.
* Akadimiya Şehîd Neyîm EL-Şêx ya girêdayî Artêşa Şoreşgeran li herêmên Şehbayê dewreya 4`emîn ku bi tevlîbûna 50 şervanan hatibû destpêkirin, bi dawî kir.
* Rêveber û serokên hin partiyên kurdî yên Rojava ne beşdarbûna ENKSʹê ya di hevdîtina Şêwirî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê de rexne kirin û gotin ku ne tevlîbûna wan bi siyasetên ku li dijî gelê kurd têne meşandin ve girêdayî ye.
* Çekdarên Rêxistina Daişê, êrîşî xaleke Rêjîma Sûrî li gundewarê Dêrazorê yê başûr nêzîkî gundê Himême kir, û di encamê de 12 leşkerên Rêjîmê hatin kuştin.
* Balafirên şerî nenas bi tundî taxên bajarokê Sebhe li gundewarê Dêrazorê yê rojhelat topbaran kirin, û di encamê de hejmareke kes hatin kuştin û birîndar ketin.
* Wêneyên leşkerên Rêjîma Sûrî û milîşên biyanî li hola Hêl ya petrolê li gundewarê Humsê yê rojhelat belav bûye, ku Rêjîmê dever piştî pevçûnên dijwar bi çekdarên Daişê re kontrol kiribû.
* Hêza Lîwa Şuhedaa El-Qeryeteyn ya bi ser rikberiya sûrî ve, hejmareke xalên leşkerî yên Rêjîmê nêzîkî devera Helbe û çiyayê el-Xurab û dora wê li çola Sûrî li rojhelatê Humsê kontorl kirin.
* Bargeha Himêmîm ya Rûsî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku nûçeyên dawî li barê hebûna bargeheke Kîmawî nû li devera Wadî Cehenem li Tertûs derew e.
* Serkirdeyê berê yê di rêxisitna ” Heyet Terhîr El-Şam” de bi rêya çivîkekê de got: divê ku Ebû Mihemed El-Colanî ji karê Rêxistinê dûr bikeve, da ku nakokî û şerê navxweyî li deverê rawest e, û sitemkariya dermafê hêzên leşkerî li Sûriyê bi dawî bê.
* Medya dewleta Sûrî dibêje hin top li balyozxana Rûsî ketin li Dîmeşqa paytext û bûn sedema hin ziyanên madî.
* Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan dibêje bêhtirî 330,000 kes li Sûriyê ji dema destpêkirina şerê navxweyî hatine kuştin.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Di encamnameya Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kongreya Netewî de hat zanîn ku dê xebat bidomin heta Kongra Netewî ya Kurd pêk were.
* Çeteyên DAIŞ’ê li herêma di navbera bajarokê Qeretepe û Gulale yên girêdayî navçeya Xaneqîn de êrîşê gundê Îwin kirin. Çeteyan di êrîşê de jinek kuştin û du kurên wê jî revandin.
* Fermandarê Firqeya 9 ya Zirxî ya Artêşa Iraqê plana kontrolkirina navçeya Tileferê ragihand û tekez kir, ku ti grûbeke Heşda Şeibî beşdarî operasyonê nabe.
* Artêşa Îraqê ragihand ku di operasyoneke li Bajarê Kevn ya Mûsilê de, 25 çekdarên DAIŞ’ê yên jin, li tunelekê hatine desteser kirin.
* Niçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtinekê de tev Îrac Mescidî baylozê Îranê li Iraqê bal kişande ser peywendiyên baş ên di navbera Têhran û Hewlêrê û got: Îran dikare alîkariya Bexda û Hewlêrê bike ta ku pirsgirêkên heyî di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta navendî ya Bexdayê çareser bin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî hişyarî da cerdevanên ku tevî leşkerên Tirk li dijî gerîla şer dikin û got, “Kî êrîşî gerîlayên Kurd bike, wê berdêla vê bide.”
* Gerîlayên HPG’ê li dijî herêma baregehê ya Girê Koordîneyê (Guven) a li ser xeta sînorê Çelê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de gelek leşkerên tirk hatin kuştin.
* Wekîla HDP’ê Nursel Aydogan doza ku dihat darizandin, piştî serbest hat berdan li ser itirazê der barê wê debiryara girtinê hat derxistin, dadgehê biryara berdewama girtinê da û doz taloq kir.
* Dadgeriya dewlet Tirk, salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan birî.
* DBP’ê piştî civîna Meclîsa Partiyê, endamên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî diyar kir.
* Bi şîara “Sûr a li Amedê cîhana me ya hevpar e, bila hilweşandin were sekinandin” kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
* Bi fermana Erdogan, Enqereyê nehişt ku wekîlên Elman serdana leşkerên xwe yên li baregeha li Konyayê bikin. Serokwezîra Elman Merkel li ser vê astengiyê axivî û got, “Nabe ku destûra serdana ji bo Konyayê bibe bazara siyasî.”
* Klodiya Rût cîgira serokê parlemana Almanyayê got: Erdogan bi dû damezirandina hikûmeteke dîktatorî di nav Tirkiyê ye, loma li rewşeke wiha pêwîst e piştevaniya neyarên dewleta Enqerê bê kirin.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Birayê Serokomarê Îranê û di heman demê de alîkarê serokomar Hûsên Ferîdûn bi tohmeta gendeliyê hate girtin.
* Dadweriya Îranê dibêje wê welatiyekî Amerîkî bi 10 sal zîndan ceza kir bi sedema derbasbûna ne rewa ya welêt û komkirina agahiyan.
* Heftemîn endamê malbata Hisên Penahî, Keywan Hiwên Penahî hat binçavkirin. Di sê heftiyên buhrî de şeş endamên malbata wan ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatin girtin.
– CIHAN
* Wezîrê mişêwir li karûbarên derve yê Mîrnişînên Erebî daxwaza çavdêriya navnetewî ser kirîza di navbera Qeterê û çar welatên erebî kir.
* Hikûmeta Koreya Başûr, ji Koreya Bakur re ragihand ku bo kêmkirina girjîya di navbera her du dewletan de, dixwaze hevdîtinên leşkerî pêk bîne.
06:10-17.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً