LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊ SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊ SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Li gundê Menacîr ê girêdayî Til Temir teqînek rûda. Di encama teqînê de du endamên Hêzên Asayîşê û du sivîl şehîd bûne, endamekî asayîşê jî birîndar bûye ji bo nexweşxaneya bajarê Qamişlo hate rakirin.
* Di şerê giran ê ku li taxa Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajarê Reqayê de, 11 çeteyên DAIŞ′ hatin kuştin û di nava wan de çeteyekî ku di ragihandina DAIŞ′ê de dixebite hebû.
* Di 24 satên derbasbûyî de li hemû eniyên bajarê Reqa di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şer dewam kir û şervan li başûrê bajar ketin taxeke nû. Di şer de segvan û endizyarê danîna mayînan jî di nav de 32 çete hatin kuştin.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Ezazê bi cih dibin piştî ku di êrîşa li ser gundê Eyn Deqnê yê herêmên Şahbayê de derbeyên giran xwarin, ji saet 19.00′an ve topên hawanan davêjin gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê.
*Serokomarê Tirkiyê Erdogan di rojên borî de eşkere kiribû ku Efrîn bûye gef li ser Tirkiyeyê. Fermandarê ASAyê Sêcerî eşkere kir ku wan xwe amade kiriye da ku li gel Tirkiyê êrîşê YPGê bikin.
* Artşa Sûriyê hin navçeyên nû û gundê Zemleya rojhilat, îzgeha pompajê û meydana gazê ya El-Zemleyê û meydana niftê ya El-Fehdê li başûrê Reqayê kontrol kirin.
* Serokomarê Sûrîyê Beşar Esed diyar kir: Şer û pevçûn li vî welatî bûye sedema berfirebûna kêmkarî, xemsarî û qusûrîya li cihanîna erkên dewletê.
* ENKSê, rapora kurdan pêşkeşî şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku beşdarî hevdîtinên Sûriyeyê Cenev-7ê ya li Swîsreyê dewam dike, bûne kir. Rayedarê ENKSê Fuad Elîko ji Sputnikê re axivî û ragihand ku bi Stîfan dî Mistura hevdîtin pêk anîne û rapora kurdan peşkeşi wî kirine û meseleya kurdan, meseleyeke neteweyî ye.
* Berdevkê Platforma Şamê Tarik Ehmed ku yek ji koma dijberiya Sûriyeyê ye ragihand Îsraîl ku li dijî agirbesta li Sûriyeyê derdikeve, piştgiriya komên terorîst dike.
* Belafirên şer yên Rêjîma Sûrî, bajarê Dûma li gundewarê Şamê bi roketên valahî armenc kir, û di encamê de welatiyeke sivîl hate kuştin û yek birîndar bû.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ
* Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di axaftina xwe de ragihand ku li Tirkiyeyê 85 hezar û 406 kesên girtî hene.
* Pêşnûmeya Serokwezartiya Tirkiyeyê ya di derbarê dirêjkirina rewşa awarte ji bo 3 mehan ku 19ê Temuzê roja çarşemê dest pê bike, li Parlamentoya Tirkiyeyê hat erêkirin.
* Tirkiyê dibêje, bi şertekî em piştevaniya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin ku asayiş û ewlehiya me tehdîd neke. Berpirsekî PDKê jî dibêje, eger em tevahiya aliyên referandom û serxwebûna Kurdistanê bo Tirkiyê şirove bikin dê helwesta Enqerê were guhertin û baştir bibe.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke dîplomatên Îranê bi serokatiya Balyozê Îranê yê li Iraqê, Îrec Mescidî kir. di vê civînê de şanda dîplomatên Îranê tekezî li ser pêwediyên dîrokî yên navbera Komara Îslamiya Îranê û Herêma Kurdistanê kirin.
* Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Martyn Warr ragihand, ku welatê wî tekezî li ser berdewambûna alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê û bi taybet di warê serbazî de dike.
* Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd di axaftina xwe de ragihand ku piştî rferandumê ne Tirkiye û ne jî Îran nikarin deriyên xwe yên sînor bigirin.
* Piştî mirina Serokê Giştî yê Tevgera Goran, partî ji bo hilbijartina serokê nû dicive. Endamê Serkirdayetiya YNKê Sîrwan Koyxa Necim ragihand ku em hêvî dikin serokê nû li ser rêbaza Newşîrwan Mistefa be.
– ROJHILATÎ KURDISTAN Û IRAN
* li navçeya Abyeki ya bajarê Qezwîn a Îranê ku 140 kîlometro dikeve bakurê Tehranê leşkerekî artêşê piştî ku 3 hevalên xwe kuştin û 6 jî birîndar kirin xwe jî kuşt û dawî li jiyana xwe anî.
* Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got ku referanduma Herêma Kurdistanê ji bo Iraqê wê karesatekê bi xwe re bîne.
* Wezîrê karê derve yê Îranê Cewad Zerîf anî ziman ku ew hêvî dikin şerê navxwe yî di Yemenê de bi awayekî rasteras nebe pevçûna di navbera Erebistan û Îranê de.
– CÎHAN
* Li eyaleta Kolumbiyaya Birîtanya ya Kanada ji ber şewata daristanan a ku bi ti awayî nikare bikeve bin kontrolê, 39 hezar kes ji malên xwe hatin derxistin. Paketeke alîkariya bi lez ya 100 mîlyon dolarê Kanadayî hat pêkanîn.
* Di 17.07.2017an de, Duşemê encumena wezîrên Siûdiyê ragihand ku ew û Misir, Behrên û Mîrgehên Yekgirtî pabendin bi daxwazên xwe yên li barê Qeterê, ta ku Qeterê wan pêk bîne
06:00-18.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً