LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Di 15 rojan de êrîşên li ser Rojava

Di 15 rojan de êrîşên li ser Rojava

  • ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:
Di dîroka 5.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi tang û çekên doçka êrişî gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin. Di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Qestelê, Maranezê û Belûniyê geriyan.
Di dîroka 6.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê û bi çekên doçka êrişî gundê Maranezê kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Şiyê û balafirên şer yên artêşa Tirk jî li ser rojavayê Kobanê geriyan.
Di dîroka 7.07.2017`an de çeteyan bi topên hawanê êrişî Basûfanê û bi çekên doçka û BKC êrişî Girê Şehîd Şîlan kirin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser Girê Qestelê, Kefer Cenê û Xedametê geriyan. Dîsa leşkerên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin bi guleyên tangê û çekên doçka êrişî gundên Maranezê, Eyn Deqnê, Minix û Belûniyê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrişî bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê ku dikeve rojhilatê çemê Firatê kirin.
Di dîroka 8.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Di encamê de şewat derket û zeviyên gundiyan zerar dîtin. Dîsa çeteyên ku dixwestin êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa bikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferq kirin û di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer derket. Di encam ê de êrîşa çeteyan hat şikandin û çete bi paş de reviyan. Di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî ku çete ji herêma şer reviyan bi topên hawan û katyûşa êrişî gundê Basûfanê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê û bi çekên doçka êrişî Bêlûniyê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.
Di dîroka 9.07.2017an de Artêşa Tirk komkujiyek li bajaroka Til Rifet pêk anîbûn, di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok jî di nav de 5 sivîl birîndar bûn. Navên hinek ji wan diyar bûn. Navên birîndaran wiha ne: Ehmed Sekran, Elî Bedran û zarokê bi navê omer Emar Sekran. Her wiha du birîndarên din di odeya emeliyatê de bûn û rewşa wan xerab e, navên wan nehate zanîn.Her wiha her du kesên ên ji bajaroka Til Rifet ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Emar Sekran (36) ê ji şêniyên Til Rifet e bavê çar zaroka ne û Mihemed Xêr Necîb (34). Her du kesên jiyana xwe ji dest dan, di nava zeviyên xwe de dixebitin.
 
Di dîroka 09.07.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê û Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û Girê Barîn kirin. Her wiha bi şev saet 23:00an de artêşa Tirk û çeteyên wê bi topên hawanê, guleyên tangê û çekên doçka êrişî gundên Maranez û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Şervanên YPG û YPJ ê di heman demê de bi obûsan bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi balafirên keşfê yên bê mirov gundê Elqamiyê bombebaran kirin û bi çekên doçka jî êrişî Geliyê Zîn yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û Girê Barîn kirin.
Di dîroka 10.07.2017an de Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker gundê Meranaz û Vîlat EL-Qadî yên navçeya Şera topbaran kirin, her wiha gundên Basofanê, Beiyê û Birc Heyder ên navçeya Şêrewa bi tang û hawanan topbaran dikin, şervanên YPG/YPJʹê êrîşên ku ji Ezaz û Keleha Seman pêk tên bersivandin. Çeteyên girêdayî Tirkiyê jî gundê Birc Silêman û Girê Barîn ên navçeya Şêrewa bi rokêtên Hawan û çeka Doçka topbaran kirin. Çeteyan li newala Zîlan a navçyea Cindêrisê jî êrîş pêk anîn. Topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê gelek zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêkir

Di dîroka 10.07.2017an de Hikûmeta APK`ê ava çema EL-Eswed qût kir, Dewleta Tirk ava çem ji bendava “Texta Kobriyê” ya li Hatayê qut kir. Ji ber vê yekê berhemên berberojê ku li ber stewandinê ye xerab bûn. di encamê de berhema Berberojê ya navçeya Raco gelek zirar dîtiye.
Di dîroka 11.07.2017an de çeteyan bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman demê de Şervanên YPG / YPJ ê bi topên hawanê bersiv dan êrîşa çeteyan.
Di dîroka 12.07.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî gundê Basûfanê kirin. Her wiha Şervanên YPG / YPJ ê li Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bersiv dan êrişa çeteyan û di encamê de çeteyek hat kuştin.
Di dîroka 13.07.2017an de Artêşa Tirk a dagirker, du ciwan ji herêma Sifîra ya aliyê bejahiya başurê Helebê, dema hewl didan bi rêya sînorê Cerablûsê vegerin warên xwe, kuştin. Her wiha çeteyên artêşa Tirk welatiyekî ji bajarê Ezaz ê, li herêma Cerablûsê êşkence kir.
Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê (nêzî gundên Elî Karo û Bîkê yên girêdayî navçeya Bilbilê) zêde kir. Artêşa dagirker di navbera gundên Bîkê û Cîciyo de 3 kon vegirtine, tank û cebilxaneyên xwe lê bi cih kirine. Her wiha Tunelên fireh amade kirine, da leşker û maşîneyên leşkerî lê bi cih bikin.
Di dîroka 14.07.2017an de Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gund û bajarokên herêmên Şahbayê yên rizgarkirî de, li gundê Ehrezê herdû bira Fûad Henîfî (25) û Ehmed Henîfî (18) birîndar bûn û li nexweşxaneya Afrîn têne dermankirin. Doktoran diyar kirin ku rewşa wan başe.
 
Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve gund û bajarokên ″Şêx Îsa, Şêx Hilal, Til Rifet, Neyrebiye, Helîse û derdora gundê Um Hoş″ ên herêmên Şahbayê topbaran kir. Ji ber topbarana bê serûber, encama wê nehat zanîn
Dîsa di dîroka 14.07.2017saet 01:00 de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Baz, Girê Barîn û Girê Îska yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Bi çekên doçka jî êrişî gundên Başemrê, Basûfanê û xeta di navbera Girê Îska û Girê Şehît Şîlan de kirin. Şervanên YPG/YPJ di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan. Dîsa leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî di saet 17:00an de bi topên obûsê êrişî Girê Qestel, Maranez, Eyn Deqnê, Vîla Qadî û Belûniyê kirin. Di heman rojê saet di 24:00an de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma ku dikeve navbera Qestel, Qitmê û Efrînê geriyan. Her wiha di heman rojê de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi katyûşa êrişî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Efrîn û Şera kirin û bi topên hawanê êrişî Girê Îska yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin.
Di dîroka 15.07.2017an saet 14:00an de artêşa Tirk û çeteyên wê bi obûsan êrîşî gundên Til Tewîl, Cûmkê, Stêr û Qitmê ku dikevin Bakûrê Efrînê kirin. Di encama êrîşê de yek jê giran, bi giştî du sivîl birîndar bûn. Di heman rojê saet 16:00an de jî bi obûsan êrişî gundê Şêwarxa yê girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi topên hawanê êrişî Girê Barîn yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Dîsa saet ji 15:00an û pê ve balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li herêma Eyn Deqnê geriyan. Her wiha di heman rojê de Şervanên YPG/YPJ e bersiv dan êrîşa çeteyan û saet di 10:00an de bi çekên navîn li çeperên çeteyan yê ku dikevin eniya gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa xistin. Di encamê de hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.ʺ
Di dîroka 16.07.2017an deArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kilcebrîn û Marei nuqteyên şervanên Artêşa Şoreşger (Ceyîş El-Siwar) û Hêzên Şoreşger ên gundên Til Çîçan, Til Midîq, Qol Sirûc, Semûqe, Herbil û Şêx Îsabi çeka doçka gulebaran kirin. hat gotin ku Artêşa Şoşreşger û Hêzên Şoreşger bersiv dan êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û şer qewimî. Di encamê şer de ziyanên mezin gihîştin Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.
 
Di dîroka 17.07.2017an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Ezazê bi cih dibin piştî ku di êrîşa li ser gundê Eyn Deqnê yê herêmên Şahbayê de derbeyên giran xwarin, ji saet 19.00′an ve topên hawanan davêjin gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê, kirin.
Di heman dîroka ê de saet 09:00ʹan de artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin bi panzêran êrişî herêma Eyn Deqnê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrîn kirin. Her wiha dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwestin pêş de werin rastî berxwedana hêzên YPG/YPJ hatin û di encam ê de şerekî dijwar qewimî. û artêşa Tirk û çeteyên wê têk çûn û Şervanan li herêmê dest bi operasyona paqijiyê kirin.
Her du noqte ji çeteyan hatin paqijkirin û di encam ê de çeteyek dîl hat girtin, 30 çete hatin kuştin û bi dehan çete jî birîndar bûn. Li gorî ku hatiye tespîtkirin ji çeteyên hatine kuştin 5 jê leşkerê artêşa Tirk in û ji çeteyên ku birîndar bûne jî 9 jê leşkerê artêşa Tirk in. Her wiha termê 9 çeteyan ketin bin kontrola Şervana de ne.
Di dîroka 19.07.2017an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Til Malid, Mari û Tiwês bi cih dibin, gundên Semûqa û Bendava Firatê yên rizgarkirî topbaran kirin. Lê encama topbaranê nehat nasîn.
06:00-20.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً