LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Êrîşa dewleta tirk têk çû: Hawara xwe avêt Rûsya NÛÇE-ANALÎZ

Êrîşa dewleta tirk têk çû: Hawara xwe avêt Rûsya NÛÇE-ANALÎZ

EFRÎN – Endamên komên çete yên ASA ku ji 15’ê tîrmehê ve êrîşên Efrînê dikin, tê diyarkirin ku 28 endamên ASA hatine kuştin. Li gor îdeayan Tirkiye „Ji ber ku di nava wan de 5 leşkerên tirk jî heyî 15 birîndaran nikaribûn ji heremê derbixin“ hawara xwe avêtiye Rûsyayê û di encama navbênçitiya Rûsyayê YPG hin birîndaran û cenazeyan teslîmê wan kiriye û pêvçûn bi dawî bûye.

 Îdeaya ku Tirkiye xwe ji bo li ser Efrînê amadekariya operasyonekî dike di rojevê de berdewam dike. Ji bilî Artêşa Tirk (TSK) ku êrîşên bi topbaranê Efrînê dike komên çete yên girêdayên Artêşa Sûriya Azad (ASA) jî êrîşên gundên Efrînê dikin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), aşkere kiribû ku Tirkiye û komên çete yên pêve girêdayî ji 5’ê hezîranê û vir ve êrîşên gundên Efrîn û Kobanê kirine. Ji 15’ê tîrmehê û vir ve jî ji hêla komên ASA ve dest bi êrîşên gundên Efrînê kirine û di 4 rojên dawî pêvçûn qewimî ne.

Ji YPG’ê derbarê bîlançoya êrîşan de daxuyanî

YPG di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşên çar rojên dawî de, diyar kir ku komên ASA yê ji gundê Basufanê destpê kirî û ya dawî jî êrîşê gundê Eyn Deqnê ya girêdayê navçeya Şêra ya Efrînê kirin de hin agahiyan bidestxistine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama pêvçûnan de 28 endamên ASA û 5 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Mala Çavdêrî ya Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda xwe li Londra ye (SOHR) jî aşkere kir ku di pêvçûnên li nêzî gundê Eyn Deqnê pêk hatî de 15 endamên ASA mirine û 4 YPG’yî jî birîndar bûne.

Îdeaya ‘Tirkiye ji bo cenazeyan ji Rûsya xwest ku navbênçitiyê bike’

Li gor îdeayan Tirkiye, “Ji ber 15 birîndarên ku 5 leşkerên artêşa tirk jî di nav de heyî nikare ji heremê derbixe” bi Rûsyayê re hevdîtin kiriye û xwestiye navbênçitiyê bike. Di encama navbênçitiyê YPG’ê li beranberê teslîmkirina birîndaran û hin cenazeyan pêvçûn bi dawî bûye.

Li gor nûçeyên di çapemeniyê de derketî, Mala Çavdêrî ya Mafên Mirovan a Sûriyê jî diyar kiriye ku cenazeyên di destê YPG’ê de wê bi navbênçitiya Rûsyayê bidin wan. Mala Çavdêrî, îdea kir ku piştî hevdîtina Rûsyayê gelek endamên ASA yên birîndar wê teslîmê Tirkiyê bên kirin.

Li gor agahiyên ji fermandariya YPG’ê ji me re ragihand, hat diyarkirin ku gelek cenaze di destê wan de hene û ji bo bigihijînin malbatên wan ew dê bidin Heyva Sor a Efrînê.

Dîmenên cenazeyên ASA’yiyan di tora civakî de ye

Dîmenên derbarê pêvçûnan de di tora civakî de hatin weşandin. Di dîmenên ku ji hêla YPG’yiyan ve hatiye kişandin de cenazeyên endamên ASA û hin lawazimên leşkerî hatine bidestxistin tê dîtin.

Tirkiye bi ASA re li derdora Efrînê 12 karargah daniye

Hefteya derbasbûyî de jî Tirkiye û komên çete yên girêdayên wî ya ASA’yê li derdora Efrînê 12 karargah ava kiriye û hatibû îdeakirin ku gelek leşker hatibûn sewq kirin.

Ev hemû hewildan hezimnekirina deskeftiyan e

Efrîn ku tekane heremeke di navbêra hemû gelê kurd, ereb, tirkmen û ermen li wir dijîn wekhevî, jiyaneke hevpar heyî û tu caran komên çete yên wek e El Nûsra û DAIŞ nikaribûn bikevin wir e. Dewleta tirk vê yekê hezim nake bi navê “Şûrê Firatê” amadekariya êrîşek berfireh a li ser Efrîn û herêma Şehbayê dike. Dewleta tirk ku ev projeya pergala Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê gav bi gav pêş dikeve û ji aliyê hemû gelan ve hatiye qebûl kirin û nûnertiya xwe di nav de dibînin, tehamul nake, demek dirêje hem ji aliyê sînorê bakurê Kurdistanê û hem jî ji herema Ezazê gund û bajarokên Efrîn û herêma Şehbayê dike.

Sedema dewleta tirk ewqas aciz û êrîşkar bûye ew e ku hem di hûndir de û hem jî di siyaseta navneteweyî de binkeftinek jiyan dike û dixwaze bi van êrîşan hem rojevê biguherîne û hem jî di bendewariya belkî di qrîza Sûriyê de cihê xwe bigire de ye.

Durûtiya hêzên navneteweyî û êrîşên dewleta tirk

Ev demek dirêje ku dewleta tirk hewildanên xwe yên piştî Cerablûs, Ezaz û Babê, niha jî dixwaze di ser Îdlibê de, Efrîn û bajaroka Til Rifat a herêma Şehbayê dagir bike. Ev hewildanên ku demek dirêje tê kirin, bê guman agahiya hêzên dewletên navneteweyî bi taybetî Amerîka û Rûsya jê heye. Bi taybetî Rûsya ku ji bo pêşî li êrîşên dewleta tirk a li ser Minbicê rawestîne leşkerên xwe bi wesayîtên zirxî di navbêra Bab û Minbicê de digerand, di êrîşên dawî de bêdeng ma. Ev yek jî ji aliyê hêz û gelê heremê ve wek e durûtiya hêzên navneteweyî nirxandin.

Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze pêşveçûnên QSD’ê ya Reqayê rawestîn e

Sedemeke din a êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê jî ew e ku pêşveçûna şervanên QSD’ê ya peytexta xilafeta DAIŞ’ê Reqayê bi navê Cenga Mezin, rawestîne an jî kêmek be jî asteng bike. Ev nirxandin ji hêla pisporên şerê Rojhilata Navîn jî tê kirin. Bi taybetî ev yek di êrîşên li ser Qaraçox û Şengalê de derket holê. Dewleta tirk ku ligel hemû hewildanan xwest tevlî operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê bibe lê nehat qebûlkirin, hem wek aciziya xwe û hem jî ji bo çeteyên DAIŞ’ê ku êdî bi têkçûnê ve diçû rehat bikin, êrîş pêk anî. Hat nirxandin ku dewleta tirk ku çewa di van êrîşan de negihişt armanca xwe, di êrîşên li ser Efrînê de jî negihije armanca xwe.

Her wiha li ser van pêşketinan, gelê Efrînê kurd, ereb, tirkmen û hemû bawerî di nava çalakiyan de ne. Ev slogana gelê heremê, ya „Efrîn têk neçû wê têk neçe“ berxwedana li hemberê êrîşan radixe berçavan.

Rûstem ARARAT

20.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً