LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Şêx Ehmed: 45 ji 100’î yê Reqayê hatiye kontrol kirin

Şêx Ehmed: 45 ji 100’î yê Reqayê hatiye kontrol kirin

REQA-Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku 45% yê Reqayê xistine bin kontrola xwe.
QSD’ê piştî 47 rojên Pêngava Rizgarkirina Reqayê daxuyanî da. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku 8 tax hatine rizgakirin û 45 ji 100’î yê bajêr di kontrola hêzên wan de ye.
Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) ku bi navê “Cenga Mezin” dest bi azadkirina Reqayê kiribûn, cara yekem têkildarî operasyonên li bajêr û eniya Rovaja de daxuyanî da.
Daxuyanî li ser avahiya 4 qetî ya Taxa Sebehiyê, di roja 47’an a Pêngava Rizgarkirina Reqayê de hat dayîn. Berdevka Odeya Çalakiyan ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û fermandarên pêngavê bi rêve dibin beşdarî daxuyaniyê bûn. Cîhan diyar kir ku bi awayekê serkeftî operasyonên wan dewam dike. Ehmed anî ziman ku 8 tax hatine azadkirin û 45 ji 100’î yê bajêr di bin kontrola hêzên wan de ye.
Cîhan destnîşa kir ku di çarçoveya “Çenga Mezin” de operasyonên wan bi serkeftî bi pêş ve diçe û wiha axivî: “Hêzên me 8 tax azad kirin. Bajarê Reqayê 45 ji 100’î di kontrola hêzên me de ye. Li 6 taxan jî şerê dijwar berdewam dike. Hindik ma 2 taxên din bên rizgarkirin. Wê hezên me van her du taxan jî rizgar bikin û rêya xwe bidomînin.”
Cîhan Şêx Ehmed eşkera kir ku 20 roj e bajarê Reqayê ji eniyên Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr ve hatiye dorpêçkirin, operasyon dewam dike û wiha axivî: “Me ji 4 aliyan ve Reqa dorpêç kiriye. Em ji her alî de operasyona paqijkirinê berdewam dikin. Hêzên me bi hesasyeteke mezin mayînên ku çeteyan bi cih kirine, paqij dikin û rêya xwe dewam dikin. Heta niha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin. Armanca me ya sereke ev e. Ji bo rizgarkirina sivîlan, çi ji destê me tê em dikin.”
Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku ji korîdorên ewle yên hatine vekirin, sivîl tên xelas kirin, dê di demeke nêz de Reqa bi tevahî bê azadkirin û teslîmî gel bê kirin. Cîhan piştrast kir ku hêzên wan bi ruhekê fedayî bi ser çeteyan de diçin û hat aşkerakirin ku 2 şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) birîndar bûne. Cîhan Ehmed anî ziman ku her du jinên şervan ên Êzîdî, ji bo jinên Êzîdî yên di bajêr de di destê çeteyan de rizgar bikin, bi qehremanî li ber xwe dane û ji bo wan jinan rizgar bikin, birîndar bûne.
07:35-23.07. 2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan têkildarî şewata li girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew demildest …

اترك تعليقاً