LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Îdlibê halê Tirkiyê ne tu hal e!

Li Îdlibê halê Tirkiyê ne tu hal e!



ÎDLIB – Tirkiye ku polîtîkaya xwe ya li Ezazê û Cerablûsê di ser Ehrar de pêk tîne dixwaze heman tiştî li Îdlibê jî bike, lê Tahrîr El Şam li hemberê van polîtîkayan serî rakir. Pêvçûnên ku ji meha tîrmehê ve di navbêra her du koman de dest pê kir, Deriyê Sînor ê El Hewa piştî kete destê Tahrîr El Şam rewş zivirî qonaxeke din. Tahrîr bi destxistina hakimiyetê re niha sedek kişandiye pêşiya Tirkiyê.

Li navçeya Îdlibê ya li rojavayê bakurê Sûriyê dikeve halê hazir nêzî 100 komên ku wek e muxalif tên binavkirin hene. Ji van koman yê herî bi bandor bi navê nû Tahrîr El Şam (El Nûsra) ye. Koma bi bandor a din jî Ehrar El Şam ku di bin banê Tirkiyê de ye. Şerê hakimiyet û qontrolkirina qadê ya di navbêra van her du koman de ji şerê navxweyî ya Sûriyê heta niha qût nebûye. Têkiliyên her du koman jî li gor polîtîkayên Tirkiyeyê diguhere. El Nûsra, heta şerê Helebê koma herî mezin û herî zêde ji hêla Tirkiyeyê ve dihat destek kirin bû. Lê piştî ku Dewleta Tirkiyeyê siyaseta xwe li Sûrî guhart, operasyona Mertalê Firatê da pêş, xwe nêzî Rusya kir û di dawiya sala 2016 de Helep teslîmê rêjîmê kir. Ji wî şûnde projeya dewleta Tirkiye li herêma Idlibê jî guharî. Tehrîr El Şam (berê El Nusra) bû asteng ji bo siyaseta Dewleta Tirkiyê. Dewleta Tirkiye dixwaze sîstema xwe ya ku li Ezazê û Cerablusê ava kiriye niha li Idlibê jî bide ava kirin. Lê komên Tehrîr El Şam li dijî vî derdikevin. Hêza ser erdê Idlibê ku projeya Dewleta Tirkiye pêk tîne Ehrar El Şam e. Ehrar El Şam daxuyanî da ku wê Arteşeke Niştîmanî li Idlibê bide avakirin û yek rêveberî di herêmê Idlibê di bin ala ‘’Opposisyona Sûrî’’ were danîn. Ji 9’ê Tîrmeha 2017’an û şûnde Ehrar El Şam dest bi kar anîna ala Opposiyona Sûrî kir. Tehrîr El Şam siyaseta Ehrar El Şam û Dewleta Tirkiye weke xeteriyeke ji bo berjewendiyên xwe dibîne. Da ku pêşiya vî bigire hamleyên pêş dixe. Li ser wî esasê pevçûnên li Idlibê di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam de destpê kirin.
 

Berî şerê di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam de

Pirsgirêkên di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam piştî ku Dewleta Tirkiye daxuyanî da ku dê derbasî Idlibê bibe, Arteşeke Niştîmanî kûrtir bûn. Hêza sereke ku projeya Dewleta Tirkiye li Idlibê pêk anî bû komên Ehrar El Şam bûn. Lê taybet piştî ku Ehrar El Şam bi fermî ala ‘’Oppposiyona Sûrî’’ rakir nakokiyên bi Tehrîr El Şam kûrtir bûn. Tehrîr El Şam da ku pêşiya hewildanên Dewleta Tirkiye bigire amadekariyên êrîşê li dijî Ehrar El Şam kir. Di 15’ê Tîrmeha 2017’an de komên Ehrar El Şam daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin Tehrîr el Şam(HTŞ) takviyeyên leşkerî li derdora Saqarep, Cebell el-Zewiyah û derdora Bab el Hawa dikin da ku êrîşê noqteyên Ehrar el Şam bikin. Şojek şûnde di 16’ê Tîrmeha 2017’an de koma Ehrar El Şam ragahandin ku vê Ehrar El Şam (EŞ) hewil bide ku hemû komên li Bakûrê Sûrî di bin yek rêveberî de kom bike û hemû di bin ala ‘’muhalîfeta Sûrî’’ vê kom bike. Di 17’ê Tîrmeha 2017 de li bajaroke Saqarep, ya 10 km rojhîlatê bajarê Idlibê dikeve, hilbijartinên herêmî ji bo rêvebariya bajarê pêk hatin. Cara yekem ji jînan re jî destûr hat dayin ku tevlê hilbijartinên bibin. Saqarep di bin destê komên Ehrar El Şam û Arteşa Azad de ye. Tehrîr El Şam hilbijartinên li bajarê Saqarep weke hamleyeke dijî xwe nirxand. Pergala ku li Saqarep hatî bû danîn dişûbe ya sîstema Tirkan li Cerablusê. Ji ber vê yekê di 18’ê Tîrmeha 2017’an de pevçûnên destpêk di navbera çeteyên Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam li Saqarep derketin.

Dîroka bûyeran

Piştî ku li Saqarep şer derketin di demeke nêz de ev pevçûn li seransere Idlibê belav bûn. Bûyerên girîng ku qevimîne wiha ne:

Di 18.07.2017 an de li Cebell el-Zewiyah ya ku dikeve başûrê bajarê Idlibê, li Iblin ya ku dikeve rojavayê Cebel El Zewiyah û li Maarat Misrin ya ku dikeve bakûrê Idlibê pêvçûnên di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam destpê kirin.

Di 19.07.2017 an de li Qalaat al-Madiq Tehrîr El Şam êrîşê Ehrar El Şam dikir. Tehrîr El Şam xwe paşde kişand.

Di 19.07.2017 an de Ehrar El Şam êrîşê konvoyeke leşkerî ya Tehrîr El Şam li Babûlin ya ku dikeve başûrê rojavayê Idlibê kir.

Di 19.07.2017 an de çeteyên Ehrar El Şam derdora bajarê Sarmada tang bi cih kirin, ji ber ku metirsiya êrîşeke çeteyên Tehrîr El Şam heye.

Di 19.07.2017 an de çeteyên Ehrar El Şam dest bi amadekariyên ji bo êrîşê Maar’et El Nûman kû di mehê Hazîranê 2017 de ji aliyê Tehrîr El Şam hatî bû girtin dikin.

Di 20.07.2017 bajaroke Azmarîn ya ku dikeve ser sinora Tirkiye û Idlibê beramberê gundê Haçîpaşa ya navçeya Hatayê ji aliyê çeteyên Tehrîr El Şam ve hat girtin. Bajarok berê di destê çeteyên Ehrar El Şam de bû.

Di 20.07.2017 an de Tehrîr El Şam bajarê Saqarep bi giştî ji destê çeteyên Ehrar El Şam girt. Piştî ku çeteyên Ehrar El Şam li Saqarep ala ‘’Muxalîfeta Sûrî’’ rakîrî bûn, Tehrîr El Şam êrîşê Saqarep kir.

Di 20.07.2017 an de çeteyên Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam li hev kirin ku komîteyeke bê alî were ava kirin da ku pevçûnên navxweyî çareser bike. Komîte ji hukukvanên bi navê Abu Muhammad as-Sadiq, Abdul-Razaq al-Mahdi û Abu Hamza al-Masri pêk tê. Lê ev komîte serneket.

20.07.2017 an de Dewleta Tirk ji ber pevçûnên navxweyî deriyê sinor a Bab El Hawa di navbera Idlibê û Tirkiye girt.

20.07.2017 an de Tehrîr El Şam bajarê Ad-Dana ya ku dikeve 12 km rojhîlatê Bab El Hawa û Samarda ya ku 9 km dikeve başûrê Bab El Hawa bi giştî ji çeteyên Ehrar El Şam girt û bere xwe daye Bab El Hawa. Heman demê12 ketîbe ji Ehrar El Şam qut dibin û tevlê Tehrîr El Şam dibin. Di nav wan qetîbeyên de Fajr al-Islam, Liwa al-Hijra û Saraya al-Faruq hene.

20.07.2017 an de xeta parastinê ya Bab El Hawa ji aliyê çeteyên Tehrîr El Şam ve hat şikenandin.

20.07.2017 an de çeteyên Nûreddîn Zenkî ji Tehrîr El Şam qut bûn da ku şer di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam were rawestandin.

20.07.2017 an de derdora 500 çeteyên ji herêma Mertalê Firatê di riya Tirkiye de derbase sinora Bab El Hawa bûn da ku dijî Tehrîr El Şam bikin û bajarê Bab El Haw biparezin. Di nav wan de 200 çete ji operasyonê Şûrê Firatê, 200 çeteyên ji grupa Ehrar El Şam û 100 çete ji ketîbeyên din weke Ceyş El Nuqbe hebûn.

21.07.2017 an de çeteyên Tehrîr El Şam bajaroke Atme ji destê çeteyên Ehrar El Şam girtin.

21.07.2017 an de çeteyên Tehrîr El Şam ketin di nava bajarê Bab El Hawa û hemû grupên ku li Bab El Hawa şerê dijî Tehrîr El Şam kirin dorpeç kirin.

21.07.2017 an de piştî dorpeça li ser Bab El Hawa li hevkirineke di navbera çeteyên Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam pêk hat. Li gorê li hev kirinê vê çeteyên Ehrar El Şam ji bajarê Bab El Hawa derbikevin. Rêveberiya bajar û dêriya sinor ji meclîseke sivîl hat teslîm kirin

Encama pêvçûnan û deriyê Bab El Hawa

Di Encamê pevçûnên de Ehrar El Şam xwe ji gelek herêm û gundên kişand û wana teslîmê Tehrîr El Şam kir. Li Başûrê Idlibê û Bakûrê Hama çeteyên Ehrar El Şam gund û bajarokên Karsa, Raşa, Tremala, Maraat al-Seen, Barabu, Qasabiya û el-Faqiya li herêma Cebel Şişabuh teslîmê Tehrîr El Şam kir. Li navenda parezgeha Idlibê bajarokên Saqarep, Ma’arrat Misrin û Kefr Yahmul ketin destê Tehrîr El Şam. Li Bakûrê Idlibê û li derdora Bab El Hawa bajar û bajarokên Ad-Dana, Aş Şêx Hesen, Aqrabat, Atmeh, Sarmada û gundewarên derdora Bab El Hawa ketin di destê Tehrîr El Şam de. Lê bajarê Bab El Hawa û deriya sinorê ne di bin destê tu grupeke de ma. Li gore li hev hatineke di navbera Ehrar El Şam û Tehrîr El Şam hemû grup xwe ji Bab El Hawa paş de kişandin û dêrî tesmlîmê rêveberiyeke sîvîl hat dayin.

Girîngiya Bab El Hawa û encamên siyasî

Eger pevçûnên dawî li Idlibê di navbera Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam tenê weke pevçûnên taktîkî werin nirxandin wê şaş be. Pevçûnên dawî di navbera Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam li ser esasa hevsengiyên Idlibê û Sûrî pêk hatin. Hedefa Tehrîr El Şam bi şerê dijî Ehrar El Şam re siyaseta Dewleta Tirk li ser herêma Idlibê bû. Tê zanîn ku Dewleta Tirk hewil dida ku derbasê Idlibê bibe. Ev yekser bi riya Ehrar El Şam û avakirina arteşeke niştîmanî di herêma Idlibê wê pêk hatî bûya. Lê ‘’qûrbana’’ wî siyasete wê Tahrîr El Şam bibûya. Dewleta Tirk dixwest Tehrîr El Şam di herêmê de tasfiye bike da ku hemû grupên tevlê Ehrar El Şam bibin. Derbasbûna Dewleta Tirk wê li ser deriyê Bab El Hawa ve pêk hatîbû. Sinora Bab El Hawa sinora herî stratejîk di navbera Idlib û dewleta Tirk e. Bajarê herê nêz ya Dewleta Tirk bajarê Reyhanli ye. Hemû alikariyên maddî ji bo herêma Idlibê di riya Dêriyê Bab El Hawa derbas dibin. Heman demê riya tîcarî û alikariyên mîrovî ya munazamatan (Saziyên alîkar) jî di riya Dêriyê Bab El Hawa derbas dibin. Aboriya Idlibê li ser deriyê Bab El Hawa tê diyar kirin. Takviyeyên leşkerî jî di mile vê derî de pêk tên. Heya pevçûnên dawî ev derî di bin kontrola çeteyên Ehrar el Şam û Dewleta Tirk de bûn. Lê niha Ehrar El Şam derket û rêveberiyeke sivîl li ser deriyê Bab El Hawa disekinîne. Herêma derdor jî di bin kontrola Tehrîr El Şam de ye. Bi vî awayê çeteyên Tehrîr El Şam niha hakimiyeta xwe li ser aboriya Idlibê girtin.

Aliye siyasî de jî wê bandoreke mezin li ser Dewleta Tirkiye kir. Dewleta Tirkiye dixwest ku bi riya Idlibê derbasê herêma Şêx Bereket bibe da ku baregeheên leşkerî bide ava kirin. Di riya Şêx Bereket Dewleta Tirkiye dixwest ku mile başûrê Efrînê êrîşê Kantona Efrînê û herêma Til Rifatê bike. Lê Tehrîr El Şam niha pêşiya Dewleta Tirk girt.

24.07.2017

Rojev24



 

 

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً