LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Reqayê bi şimikê tê şerkirin

Li Reqayê bi şimikê tê şerkirin

REQA -Dema destpêkê hatim Reqyê, min got ‘ev însan çewa bi şimikê şer dikin’ ecêb mabûm. Lê ez niha fêm dikim. Li Reqayê bi şimikê tê şerkirin. Muhammed ê Reqayî, ji ber qûpçika şimika wî qetiya bû sê hefte ser hev pêxwas şer kiriye…

Di Rojava û bakurê Sûriyê de şerê li dijî DAIŞ’ê hindik maye bikeve 5 saliya xwe. Ev pênc sal, şahidiya bi dehan hemle, rizgarkirina bi hezaran mezra û gund, bi sedan navçe û dehan bajaran kir. Niha jî di pêşengtiya YPG’ê de hêzên QSD’ê, ji bo derbeya dawî li DAIŞ’ê bide ber bi bajarê Reqayê ve dimeşe.

Reqa peytexta DAIŞ’ê ye… Amadekariya xilafetê li vir hate kirin û îlan kirin. Gelek êrîşên bi xwîn ên li bajarên cîhanê li vir hat plankirin. Ciwanên kurd, Suriyeyî û ji binê cîhanê rabûn hatine heta vir ciwanên enternasyonalîst, pêngava li ser navenda faşîzmê dane destpê kirin ber bi dawiyê ve diçe.

Di jiyanê de mayîn jî luks e

Em li Reqayê man. Em di cebheyê de bi şervanan re ne. Li vir serpêhatî û çîrokên ku xwîna mirov dicemidîne hene.

Em li Reqayê ne. Bajarê ku wek e însan sax mayîn jî luks e.

Hema li nêzî me şervanekî ku 4 bra û bavê wî şehîd ketiye re diaxivin. Dema dest bi vegotina serpêhatiya xwe kir, ez dicemidim. Got ez ji bo tola wan hildim şer dikim û ji ba me çû.

Vaye şervanekî din ku pênc xwîşk û birayên wî ji aliyê DAIŞ ve hatiye qetilkirin, zarokê wî ya nû ji dayik bû serê wî hat jê kirin û hevjîna wî hatiye tecawiz kirin…

Vaye cengawerekî din ku çeteyan benzîn li ser malbata wî ve dakir û şewitandiye…

Di van xakan de gelek serpêhatiyên hovane ku nayê jimartin hene.

Vaye ev ciwanan li dijî faşîzma DAIŞ’ê ku cehaletiyê li ser mirovahiyê ferz dikin şer dikin.

Di nîvê çolê de bihar û axê bi dilê xwe diparêzin.

Ev têkoşîna tê dayîn ku dike destanwarî jixeynê van ciwanan başqe ne tu kes in. Ew li dijî tarîtiyekî ku dijminê azadiyê, mirovan û jinan şer dikin. Ji ber vê yekî têkoşîna ku di bakurê Sûriyê de tê dayîn têkoşîneke însanetiyê ye, şerê rûmetê û ûjdanê ye.

Mafê tu kesî tuneye zimandirêjiyê li ser rastiya vir bike.

Di 50 dereceyî de şerê bajêr

Reqa… Êdî em di demên dawî ya şer in.

Germahiya hewayê 50 derece nîşan dide.

Nêzî 7 hezar QSD’yî di cebheyê de ne

Hemleya Reqayê ji du milan ve destpê kir. Di navenda bajêr de hêzên QSD’ê ku bi awayê dora çeteyên DAIŞ’ê dorpêç bikin li gor plansaziya berî şer hatibû kirin gihiştiye hedefa xwe.  Di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de nêzî 7 hezar QSD’yî di cebheyê de cih digirin. Di cebheyê de, ji New Yorkê bigire heta Romayê ji her derê cîhanê şervan hene. Hinek ji wan 18 salî, hinek jî 60 salî ne…

Di bin 18 salî de ciwan di cebheyê de cih nagirin. QSD, li gor hevpeymana Cenevrê diçe û pir dîqat dike. Ciwanên temenê wan 16-17 salî ji bo şer bikin tên, lê ya hemûyan jî şûnde vedigerîn in. Yên pir israr dikin jî ji çeperên şer herî kêm 20 kîlometre lig undan, an jî di qerargahan de tên hiştin.

Germahiya hewa herî kêm wek e DAIŞ’ê zor e

Fermandariya Kordînasyona Şer, ji bo pêdiviyên jiyanî ya şervanan pêk bînin xebatek pir cidî dimeşîn e. Tenê ji bo pêdiviyên gidaya rojane ya şervanan pêk bînin gotin di cih de be arteşek însan di vê karî de cih digire.

Bi taybetî di vê şert û zirûfên germahiya havînê de vê karî organîzekirin herî kêm wek e bi DAIŞ re şerkirin zor û zahmet e.

Niha di vê zirûfa hewaya germ a di ser 50 dereceyî dikeve de pirsgirêka herî sereke firek ava sar e.

Qalibên bûzê dikşînin ceperên şer

Hêzên QSD’ê li hemberê vê zahmetiyê wek e çareserî qalibên bûzê yên mezin ku li derveyê cebheyê tên derxistin dikşînin çeperên cebheyê… Lê ev têrê nake, pir kêm e. Li vir piştî DAIŞ’ê dijminê herî mezin germahiye..

Ez bawer im di bin germahiya 50 dereceyî de şerê bajêr meşandin di dinyayê de karê herî zahmet be.

Di menuyê de çi heye?

Rojê 3 dan xwarin derdikeve. Meha dawî di cureyê de savar, birinc û biçek goştê mirişkê heye. Carna jî hêkê kelandî û kartol (patatê) qelandî û çend perçe firengî û xiyar didin. Her du sê roj û carekî dema petêx (gundor) û zebeş tê cebheyê rûyê her kesî dikene.

Ji mermiyê jî germtir e

Di cebheyê de ji mermiyan zêdetir av heye, lê pir germ e, ji mermiyê jî germtir e…

Dem dem ava pirteqalê, gazoz û vexwarinên fêkiyan digihijînin şervanan lê pir kêm e…

Xwarinên ku nêzî 10 kîlometre li pişt cebheyê tên amadekirin, di nava firaqên plastîk de, di qaxizan de tên pêçan û bi qamyonan dikşînin cebheyê.

Li noqteyên berî bigihije cebheyê yên hatine diyarkirin datînin. Ji vir û şûnde êdî şervan xwarin û vexwarinên xwe, ew bi xwe dikşînin cebheyê.

Erzaqên xwe li ser pişta xwe digerîn in

Şervanên di cebheyê de jî bi wesayîtan xwarin û vexwarinên xwe dikşînin heta noqteyên xwe. Şervanên ku herî pêş a cebheyê de ku di xeta pêvçûnan de ne jî, neçarin erzaqên xwe bi pişta xwe bigerîn in. Şervanan carinan di çenteyên ku ji rûyê balîfan çêkirine û carinan jî li ser milê xwe tije dikin û dibin noqteyên xwe û li hevalên xwe belav dikin.

Şervan bi firengî û îsotên ku di hefteyê de çend rojan digihijin wan bi derfetên xwe carina xwarin çêdikin. Di van rojan de sifreyê pir mezintir tên danîn.

Di çepera cebheyê de nan qet kêm nabe. Ji bo her şervanekê herî kêm ji bo 2 rojan nan tê dayîn…

Di bin barana mermiyan de savar!

Dema me şervanên ku di bin bombardiman, barana mermiyan û êrîşên xwekûştinê de li dora tasek savarê civiyabûn dît, careke din hat dîtin ku ev şer çiqas destanwarî ye.

Heta niha me ji tu kesî peyva “ez birçî me, bê av û tîn im” ne bihîstiye.

DAIŞ ne wek e berê ye

Şerê Reqayê şerekî bajarê ye. DAIŞ ne wek e berê ye, di demên dawî de bi şêwaza gerîlayê; bi rêbaza lêde û bireve şer dike. Her wiha pir zêde êrîşên întîxarî pêk tîne.

Adeta di bin bajêr de bajarekî din ava kirine. Bi sedan tunel; ji tunelekî diçin tuneleke din… Ji wî tunelî derbasî tuneleke din dibin… Dawî li tunelan nayên…

Reqa, pir dişibe cahnima di Komediya Îlahî ya Dant e.

Şervanên ku ji rojhilat û rojavayê bajêr du milan de pêşve diçin, dema digihijin hev êdî diyar dibû ku çeteyên DAIŞ’ê bi temamî ketine dorpêçê.

Noqta çi ye?

Şerên bajêr, bidestxistina noqteyan û bi hemleyên tax bi tax pêşveçûnê tê zanîn.

Bi operasyonên di pêşengtiya YPG-YPJ’ê re noqteyên ku DAIŞ xwe bi cih kirine tên bidestxistin; an hem ali wir noqteyek tê avakirin an jî noqteya DAIŞ’ê dizivrînin halê baregehên xwe.

Baş e di şer de noqte tê çi wateyî?

Wek çewa hûn dizanin xaniyek an jî dikanek an jî garajekî wesayîtan, hin caran jî hewşa heywanan e. Ji bo fermanderek hemû cihên ku ji bo karibe şervanên xwe di çepera pêş de bi awayek ewleh bi cih bike, noqte ye.

Di noqteyan de hem cebilxane û hem jî amûrên zexîreyan datînin wir.

Noqteyan, hem ewlehiya cebheya li pişt xwe û hem jî ji bo karibe piştgiriyê bide cebheya pêşiya xwe ya di dema êrîşê de.

Di cebheyê de xew tiştek pir mezin  û luks e

Bi taybetî piştî roj çû ava pêvçûn û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêde dibin. Di seatên nava rojê jî êrîşên întîxarî ya çeteyan hene. Ji ber vê yekê her kes di noqteyan de tiliya wê li ser tetikê disekin e.

Baş e şervan çewa îstrahat dikin?

Di şert û zirufên hewaya germ û giran de hin caran 2-3 rojan bênavber pêvçûn didom in.

Şervann di navbera xwe de ku komikan û sîstema kolektîf de kêmek be jî firsendan îstrahatê dibîn in; bi giştî di noqteyên ku ji 8-10 kesan pêk tê de, bi awayek komikên ji 2-3 kesan pêk tên bi dorê dikarin rakevin. Lê ew jî ji çend seatan derbas nabe. Tenê çavên xwe germ dikin. Di çepera cebheyê de xew tiştek pir mezin û luks e… Ji ber vê yekê şerekî vînek (îrade) ek mezin tê meşandin.

Paqijî pir girîng e

Di cebheya Reqa de hemû şervanên QSD’ê girîngiyek mezin didin paqijiyê. Di serî de şervanên YPG-YPJ’ê hemû QSD’yî hem li noqteyên ew li wir in û hem jî derdora xwe paqij digirin.

Hêzên ku bi armanca qontrolkirinê dikevin malên ku şopên şer heyî jî li van deran jî hemû gemariyê îmha dikin.

Hêzên YPG-YPJ ku ligel hemû zirûfên giran a şer de jî ji nirxên exleqî tu caran tawîz nadin, bi vê şêwaza xwe jî bala her kesî dikşîn in.

Pirsgirêka mezin a din jî pêlav e

Yek ji tengasiya herî mezin a şervanan jî gore û pêlav in. Zemîna bajarê Reqa ya hewaya germ, xirabeya betonan, perçeyên hesinan, kevir û axê pêçayiye pêlavên şervanan di van şert û mercan de pir diqetin.

Hin caran, bi yek ferek goreyî neçarin bi mehan şer bikin. Herî kêm 2-3 roj û carekî firsend dibînin û goreya xwe dişûn û zuha dikin, lê mixabin ji pêlavê re pir çareserî nayê dîtin.

Şervanên ku pêlavên wan qetiyaye an jî perçe bûne hin deman heta 4-5 hefteyan li benda lojîstîkê dimînin ku belkî îhtîmalek pêlavekî li gor lingê xwe hatibe disekinin; jixwe hin caran jî numera pêlavê lê nayê.

Bi şimikê şer dikin

Şervanên heremî yên girêdayên QSD’ê jî, bi şimikê şer dikin, yanî kevneşopiya wan wisa ye…Pir kêm hene ku pêlav dixin piyên xwe, bi şimikên ku piyên wan li derve dihêle şer dikin; di nava toz û axê de bi şimikên xwe dibezin.

Dema min cara yekemîn şervanên Reqayê dît, min digot ‘Ev çewa bi şimikê şer dikin’ pir ecêb mabûm. Lê ez niha fêm dikim, li Reqayê bi şimikê şer tê kirin. Muhamed ê Reqayî, ji ber qumçikê şimika wî qetiya bû sê hefte bi pêxwas şer kiribû…

Baş fêm dikim ku ev şer çima wisa destanwarî ye…

Hemû jî ji dilê xwe şer dikin

Niha em werin meseleya xwe ya esas… Nizanim Amerîka tangan, fuzeyan dane wan; nizanim koalisyonê hemû çekên QSD’ê ji binî heta serî nû kiriye…

Di esasê xwe şervanên ku di cebheyê de şer dikin ne wextê wan heye guh bidin van nûçeyan û şîroveyan û ne jî îtîbar bikin. Ew axa xwe diparêzin.

Em, hemû cebheya pêş de gund, navçe û bajarê Reqayê geriyan; ev însanan ji dilê xwe ji bo parastina xwe şer dikin.

Erê, balafirên şer ên Amerîka 14 kîlometre wir ve li hin noqteyên çeteyên li Reqayê didin, car caran bombardiman dike. Lê piştî me ciwanên bi şimikê şer dikin dît, gotina ‘QSD’yên ku piştgiriya Amerîka’ jibilî xeyalekî Amerîka wirdetir tu wateya wî tune ye!

Çeka M16 siwar dike

Şervan bi muhîmat û guleyên hatiye sînorkirin şer dikin, wisa dibe ku, hin caran neçar e ji her çeteyekî re guleyek diteqîne. Di destê hemûyan de jî qileş heye. Jixwe çeka M16 ya Amerîkî ku her du rojan carekî siwar dike an jî xira dibe, nayê bikaranîn.

Li vir, di çepera Reqayê de çekên wisa tê xeyalkirin a modela dawî an jî roketên bi komputurê dixebite tune ye; qileşe, BKC, B-7 in li ser milê QSD’yiyan.

Birîndar nexweşxaneyan tije dikin

Rûyê bi êş a şer, bi sedan gazî, bi sedan şehîd… Birîndar pêşî bi wesayîtan tînin noqteya acîl a li herêma Semra ya Reqayê, li vir mudaxeleyên destpêkê tê kirin, yên rewşa wan giran dişînin nexweşxaneyên Hesekê an jî Qamişloyê.

Şervanên QSD’ê di Rojava de di Reqayê de damarê şah a DAIŞ’ê qût kir. DAIŞ êdî di pêvajoya mirinê de ye. Xwîna wî hêdî hêdî ji bedena wî tê kişandin.

26.07.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً