LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Biryargeha MÎT’ê bi şev sevkîyat bi roj perwerde

Li Biryargeha MÎT’ê bi şev sevkîyat bi roj perwerde

HATAY – Depoya Tûtinê ya TEKEL’ê ya navçeya Reyhanli ya Hatayê ku wekî biryargeha MÎT’ê, tê xebitandin û li vir şere Sûriye tê şopandin û alîkariya lojîstîk tê dayîn, di demên dawî de bi şev sewqîyata çek û leşkerî ji kampên Atme û Çobanbeyê re tê kirin, bi roj jî li vir perwerde tê dayîn.
Dewleta tirk ku ji aliyekî ve qaşo operasyonan li hemberê endamên çeteyan pêk tîne, ji aliyekî din ve li Hatayê baregehên MÎT’ê wek e sewqiyat û perwerdehiya van çeteyan bikar tîne.

Navenda Sewqiyata çek û perwerdehiyê

 

Navçeya Reyhanli ya Hatayê ji destpêka şerê li Sûriye heta niha wekî barageha şer tê zanîn. Yek ji navendên ku qadên êrîşên li dijî Efrinê pêk hêt Hatay e. Di demên dawî de Depoya Tûtinê ya TEKEL’ê bi awayekî berbiçav wekî barageha MÎT’ê ya perwerdehiyê tê zanîn. Komên girêdayî El Nusra (Tahrir El Şam) û Ahrar El Şam û bi dehan komên radîkal ên di nava OSO de cih digirin, sewqîyata leşkerî û lojîstîk tên kirin.

 

Konteynirên çekan tên rawestandin

Li dûrî barageha ku li derve wekî avahiyek vala têxuyakirin, di nava wê de tedbirên mezintên girtin û avahî 24 saetan bi kamerayên termal tê şopandin. Tê dîtin ku deriyê avahiyê gule pêve naçin. Li baxçeyên avahiyê konteynirên şîn, kesk û reş tên rawestandin. Tê dîtin ku konteynir bi TIR’an derdixin derve.

Avahiya TEKEL’ê ku demek dirêj vala ma, piştî şerê li Sûriye dest pê kir wekî avahiya birgargeha MİT’ê hat bikar anîn. 4 salin hêzên komên radîkal û operasyonî li vir di nava çalakî û tevgerê dene. Li vê herêmê bi şev sevkiyata leşkerî tê kirin û bi roj jî perwerde tê dayîn.

Konteynirên ku li Karageha ten rawestandin bi riya MİT’ê ji navçeya Reyhanli di rêyaKirikhanê re dişînin deriyê Cilvegozu û ji wir dişînin gundê Bukulmezê ji wir jî dişînin kampên Atme yên Îdlibê. Dîsa di rêya duyemin de jî dişînin navçeya Hassa û Akbez û ji wir jî dişînin Navçeya Elbeyli ya Kilisê dişinin herêma El Rai (Çobanbey) TIR’ên ku tên sewqkirin di bin tedbîr û dorpêça tîmên taybet de tên şandin. Hat diyar kirin ku dema sewqîyata TIR’an tên kirin timên taybet ên cilên sivîl û bi çek parastina TIR”an dikin.

28.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً