LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Pêşketinên Heftiyekê li Reqayê

Pêşketinên Heftiyekê li Reqayê

 

REQA-Hemleya Cenga Mezin ya Rizgarkirina Reqayê di heftiya bihûrî de gelek pêşketinên şervanên QSD ê derxist holê, ku di nava heftiyekê de taxa Mesakin Dubat hate rizgar kirin, 55 çete hatin kuştin, 3 erebeyên çeteyan hatin îmha kirin û li kêleka din ya şer ji aliyê şervanên QSDê ve 750 sivîl hatin xelas kirin.
Oparasyona kontrol kirina Reqayê ji aliyê Şervanên QSD ê ve li Reqqa û gundewarê wê bi lez û beza xwe didiome, hemeleya şervanan bi xelas kirina sivîlan û wan li herêmên ewle bi cih kirin, rizgar kirina taxên nû, baqijkirina mayînên çeteyan û şikandina êrîşên DAIŞ ê di roja xwe ya 54 an de bi şer û pevçûnên dijwar û hest û moralê bilind yê şervanên QSD ê di heman demê de bê hêvîtî û tune bûna çeteyên DAIŞ ê didome.
Hemleya Rizgarkirina Reqayê ku 6`ê hezîranê destpê kir. Şervanên QSD`ê ji aliyê rojhilat û rojava ve dest bi rizgarkirina taxên bajarê Reqayê kirin. Ji her du aliyan ve di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de şer giran qewimî. Bi destpêkirina Hemleya Rizgarkirina Reqayê re ji aliyê rojava ve taxa El-Sebahiye, El-Romaniye, El-Qadisiyê, El-Hitîn, El-Yermûk û ji aliyê rojhilat ve taxa Meşleb, El-Sînae û El-Benatî hatin rizgarkirin.Niha ji aliyê rojava ve li El-Deriyê, El-Nehde, El-Berîd û ji aliyê rojhilat ve li taxa kevn a Reqayê, Hîşam bin Ebdulmelîk û El-Rewde şer didome.
li taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajarê Reqayê girûpek milîtanên terorîst ên DAIŞê êrişî noqteyên rizgarkirî yên taxê kirin. Di bersivdayîna şervanên QSDê de şer derket û di encama pevçûnên dirêj de êriş hat şikandin û 9 terorîstên DAIŞê ku fermandarek jî di nav de bû hatin kuştin. Bi islûbê çeteyên DAIŞ ê yê xwekujiyê û teqandina kesan bi şêweyek terorî li taxa Berîd 2 milîtanên xwekuj ên DAIŞ ê xwe teqandin.
Ji aliyekî din ve li derdora çerxerêya Idîxar şer berdewame. Di şer û pevçûnên li wir de jî heya niha 8 DAIŞî hatine kuştin û wesayîteke bombebarkirî îmha kirin.
Her wiha li taxa Hîşam Bin Ebulmelik a li başûrê bajar dikeve jî şervan pêşve çûn û di encama pevçûnên ku rû dan 3 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.
Li taxa Nezlet Şihadê ya dikeve başûrê bajêr û nêzî taxa Mesakine, pevçûn derketin û li wir jî 6 terorîst hatine kuştin, û herêma Mesakin Dubat bi temamî hate rizgarkirin. nêzî 11 çete hatin kuştin, termê 4`an di dest şervanan de ye. Hejmarek ji cebilxane û çek ketin destê şervanan û erebeyeke bombebarkirî jî hat imhakirin.
Herwiha girûpeke terorîstan ku ji 11 milîtanan pêk dihat xwestin bi riya tunelekê şervanên QSDê dorpêç bikin. rastî bersiva Şervanên QSD ê hatin û di tunelê de hatin kuştin.
Li derdora mizgefta Etîq a li taxa Reqaya Kevin a ku dikeve eniya Rojhilat di navbera şervanên QSD û çeteyên terorîst a DAIŞê de şer derket û 2 jê fermandar 3 DAIŞî hatin kuştin.

 

Rewşa Sivîlên Reqqayê
komên taybet ên rizgarkirina sivîlan ku girêdayî QSD`ê ne bi sedan sivîlên ku li taxên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de û malên wan li eniya pêş a şer in, rizgar kirin.
li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik 240 sivîl hatin derxistin, di nava wan de gelek jin û zarok hebûn, û hin ji wan ji ber hedefgirtina çeteyên DAIŞ′ê birîndar bûn.‬ Welatiyên ku hatin rizgrakirin, destnîşan kirin ku wan gelek caran erebeyên şervanan didîtin, lê ji tirsa mayînên ku çeteyan çandine re nikarîbûn ji malên xwe derkevin.
Ji aliyekî din ve şervanên QSD ê nêzî 500 sivîlên din jî ji esareta DAIŞ’ê rizgar kirin.

 

Tektîkên nû yên çeteyên DAIŞ ê li Reqqayê
Çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê tektîkên xwe yên parastine û êrîşê dane guhertin, sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin û weke hêzeke ber bi têkçûnê ve diçe hereket dike.
bi têkçûna çeteyên DAIŞ ê roj bi roj li beramberî berxwedana şervanên QSD ê, mecbûr dibe şêwaz û tektîka xwe ya şer bughere, lewma Çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê di tektîkên xwe yên parastin û êrîşê de guhertin çêkir. Tektîkên wê yên parastine û êrîşkirine ne mîna li Minbic û Kobanê ne. Li Kobanê û Minbicê bi hejmar û miqdarekî mezin ê cebilxaneyê raste rast êrîş dikir, li Reqayê bi gurûpên biçûk, êrîşa xwekujî û waseyetên bombebarkirî êrîş dike. Di mijara parastine de jî berê di navendên xwe de diman û nuqteyên ku ew lê diman diparastin, niha li Reqayê tektîkekî parastine yê mîna berê nade meşandin. Zû dev ji nuqte û navendên xwe berdidin û bi gurûpên biçûk û intîharî êrîş dikin. Hejmara gurûpên wan ji 5-7 e û eger êrîşa wan têkdiçe xwe hema didin paş. Ew gurûpên wan ên biçûk di tunelên ku çêkirine êrîş dikin, her wiha sekvanên wan di nava tevgerê de ne û balafirên keşfê yên biçûk di êrîşên xwe de didin bikaranîn.
li tunelên bin erd ên ku kolandine dimînin. Li taxên kevn ên Reqayê herî zêde tunel çêkirine. Ji ber malên taxên kevn bi hevdû ne û çete ji vê yekê sûd wergirtine. Her wiha sekvanên xwe li avahiyên bilind bi cî kirine. Gelek çete di nava sivîlên ku li taxên di bin dagirkeriya wan de komkirine û xwe di nava wan vedişêrin.
Di hemleya Reqayê de ev cara yekemîn ku bi dehan çeteyên DAIŞ`ê çeka xwe datînin û radestî şervanên QSD`ê dibin.Çeteyên DAIŞ`ê bajarên Reqayê hemû kirine mayîn û sivîlan weke mertalên zindî didin bikaranîn. Bi taybet piştî ku xetên wan ên parastine yên taxa El-Deriyê û El-Nehde ên rojavayê Reqayê şekestin derbe xwarin.
02:02-30.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً