LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Ji Siûdî Erebîstanê ji bo Qetarê: Ev îlana şer e

Ji Siûdî Erebîstanê ji bo Qetarê: Ev îlana şer e

NAVENDA NÛÇEYAN – Siûdî Erebîstan îdea kir ku daxwaza Qetarê heye ku statuyeke navneteweyî bidin Kabeyê. Wezîrê Karê Derve Adil el Cubeyr got: “Ev îlana şer e.”

 

Wezîrê Karê Derve ya Siûdî Erebîstanê Adil el Cubeyr ku ji televizyona El Arabiya re axivî got: “Daxwaza Qetar a navneteweyîkirina Mekkeyê helwestek êrîşkar e û li dijî qraliyetê îlana şer e.”

Cubeyr, diyar kir ku mafê Siûdî Erebîstanê heye ku li dijî her kesê ku hewil dide Kabe bike statuya navneteweyî bersivê bide û anî ziman ku ev mafê bersivdayînê her tim veşartiye û kengê pêwîst bike wê bikar bîne.

Lê nayê zanîn Qetar daxwazek wisa kiriye an na. Lê rêveberiya Dohayê ya Siûdiyan hicê dikin mijara siyasetê rexne kiribû û îsal bi hinceta asteng daniye pêşiya Qetariyan serî li Raportoriya Taybet a Neteweyên Yekbûyî dabû.

31.07.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً