LEZGÎN
Home / Uncategorized / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn ragihand ku jinên Rojhilatê Kurdistanê di qonaxek xirab re derbas dibin û çareseriya wê jî hewldanên jinan bi xwe ne û got: “Hemû hewldanên me ji bo wê ye ku jin li ser lingên xwe rawestin.”
– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Li 7 taxên bajarê Reqayê şer bi dijwarî diqewime. Di 12 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin.
* Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser Rojava dijwartir kirine.
* Artêşa Tirk ku 20 m ji axa gundê Siftek û Boban ên Kobanê dagir kir. Li ser hişyariya Fermandariya Giştî ya YPG`ê, artêşa dagirker neçar ma ku vekşîne.
* Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Ebdulhemîd Derwîş bersiva îdayên Heysem El-malih ên li ser dijî şervanên Rojava-Bakruê Sûriyê,da.
* Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bertek li Navpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê da û hin serkirdeyên Hevpeymaniyê tohmetbar kir, ku bi hiceta PYDê û PKKê, dixwazin kurdan bikin armanca xwe. Herwiha ji PYDê jî daxwaz kir, ku li Rojavayê Kurdistanê dest ji siyaseta serkûtkirina tevgera siyasî berde.
* Rêjîma Sûrî ji hêzên Rikberiyê xwest ku taxa Cemiyet El-Zehraa li bakurê rojavayê Helebê vala bikin.
* Ji ber teqîna di civîna koma Cebheya Nusreyê û Ehrar El Şamê li parêzgeha Heleba Sûriyê, hejmarek hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
* Bendên sereke ji rêkeftina di navbera Hizbullah û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) de destpê bikin, li barê guhertina kuştî û dîlen li navçeya rojavayî Qelemûn li gundeware şamê.
* Hêzên rêjîmê hejmarek ji deverên leşkerî nû li gundewarê rojavayî Dêrazorê kontrol kirin.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Hevserokê Şaredariya Qendîl Mihemed Hesen got ku heya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina gund û vegera welatiyan ji bo gundê Zergelê, ti alîkariya nekiriye.
* Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, biryar hat dayîn, di dema du heteyan de palementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Walîtiya Colemêrgê daxuyaniyek da û diyar kir ku li 4 gundên Şemzînanê yên Colemêrgê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
* Parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran dema dixwest ji Êlihê biçe Enqereyê li balafirgehê hat binçavkirin.
* Hikûmeta Enqerê 7 rojnamevanên rojnama Cumhuriyet ya opozisyon serbest berdan.
– CIHAN
* Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand ku, ewê ji yekê Meha Îlonê dest bi derkirina 755 karmendên Dîplomasî yên Amerîkî bikin, Putin got, lê niha ew naxwazin saziyên zêdetir li dijî Amerîka biryar bidin.
* Li bajarê Katîf ê Erebîstana Siûdî, bi rokêtan êrîş li wesayiteke leşkerî ya li dewriyê digeriya hate kirin. Di encamê de leşkerek mir, 6 jî birîndar bûn.
* Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sadr serdana Erebîstana Siûdî kir ku hevdîtinek bi prensê Welîaht Mihemed Bîn Selman re pêk anî.
* Erebîstana Siûdî îdîa kir ku Qeter ji bo Kabeyê daxwaza statuyeke navneteweyî dike. Erebistana Siûdî jî ev daxwaza Qetarê li hemberî Qraliyeta Siûdî wek îlana şer nirxand.
03.00-31.07.2017
Rojev24

Check Also

Video-Jinên Efrînê bi keda destên xwe alîkariya şervanan dikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayê wê bi armanca tune kirina Kurd ev …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *