LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / QSD sivîlan rizgar dike DAIŞ jî qetil dike

QSD sivîlan rizgar dike DAIŞ jî qetil dike

REQA – Çeteyên DAIŞ`ê bi erebeyekî bombebarkirî, êrîşê sivîlên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve dihatin rizgarkirin, kirin. Di encamê de 4 zarok û 2 şervanên ku sivîl rizgar dikirin jiyana xwe ji dest dan.
Di pêşveçûyîna şervanên QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê de, xetên çeteyên DAIŞ`ê hatin şikandin û gelek noqte û avahî ji taxê hatin rizgarkirin. Li ser vê yekê, gelek sivîl berê xwe dan cihên rizgarkirî.
Tîmên taybet ên QSD`ê ku ji 12 şervanan pêk dihat, çûne pêşwaziya gel da ku wan ji herêmên şer dûr bixin. Di dema şervanan zarokan rakirin û destê dayîkan girtin, da ku bi lez wan bibin cihên bi ewle.
Çeteyên DAIŞ`ê ev yek wekî firsendekê dîtin û bi erebeyek bomebarkirî êrîşê sivîlan û şervanên QSD`ê kirin. Her wiha çeteyan gelek mayîn jî teqandin. Di encamê de, 2 şervanên ku zarok rakiribûn û 4 zarok jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 8 şervan û 7 sivîl bi tevahî 15 kes birîndarbûn. Tê gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Di şerê ku heta niha li Taxa Nezlit Şehadê ku başûrê Reqayê dikeve, dewam dike de, şervanên QSD`ê hewl didin ya gel û şervanên ku şehîd û birîndar bûne, ji qada şer derxînin.
31/07/2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan têkildarî şewata li girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew demildest …

اترك تعليقاً