LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku pîvana demokrasiyê nêzîkatiya ji Îmraliyê re ye. Kalkan her wisa diyar kir divê parêzer ji bo azadiya Rêber Apo qiyametê rakin. Kalkan têkildarî mijarê îşaret bi yekîtiya netewî jî dike û dibêje; “Bi komploya li dijî Rêber Apo re pêşî li yekîtiya netewî ya Kurd hate girtin.”
– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Operasyona kontrolkirina Reqqayê didome, Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) herêma Ewlekariya Siyasî ya li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik başûr ê Reqqayê ye kontrol kir. Di şerê hemû aliyên Reqqayê de 30 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û 2 wesayîtên bomebarkirî jî hatin rûxandin.
* Artêşa Şoreşgeran, di çarçoveya bilindkirina asta hunerên şer a şervanên nû ku tevlî refên wê bûne de, dewreyên perwerdehiya piratîkî û operasyonên leşkerî yên perwerdehiyê da destpêkirin.
* Çeteyên artêşa Tirk gundê Şêx Îsa, Belûniyê û Bajarokê Erfad (Til Rifet) ên herêmên Şehbayê topbaran kirin. Her wiha balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker li ser esmanê gundê Merenazê yê navçeya Şera yê Kantona Efrînê, geriya.
* Partiyên TEV-DEMʹê daxwaza Koalîsyona Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) ku navê hêzên parastina gelên Bakurê Sûriyê dikin terorist şermezar kir û destnîşan kirin ku nameya Itîlafê ya di vê derbarê de di çarçoveya dijberiya bi gelê Sûriyê re pêk hatiye û dane zanîn ku domandina van îdayan aloziya Sûriyê kûrtir dike, her wiha tevlîheviyê di navbera gelê Sûriyê de çêdike.
* Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Reyan Dillion ragihand, ku ew li Sûriyê tenê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re hemahengiyê dikin û ji bilî wan bi ti hêzên din re tevnagerin.
* Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya li bajarê Dêra Zorê de 60 welatiyên sivîl mirin e.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala ve gorek komî hat dîtin û xebatên vekirina gorê destpê kirin.
* Welatiyên bajarê Helebê û çalakvanên civaka sivîl ên bajêr anîn ziman ku parlamento saziyek yasayî û giringe û diyar kirin ku nabe parlamento tenê ji bo daxwazên siyasî werin bi kar anîn û divê pirsgirêka serokatiya herêmê li parlamentoyê bê çareser kirin.
* Serokê Partiya Yeş Adît a Îsraîlê, Yarî Lapîd bang li hikûmeta Îsraîlê kir, ku “bila hikûmet piştgirî bide serxwebûna Kurdistanê”.
* Fermandarê Operasyona Neynewayê Lîwa Nicim Ebdulah Cibûrî ragihand, ew pêşbîn nake ku şerê kontrolkirina Tileferê gelekî dijwar be, tevî ku DAIŞê xwe baş amade kiriye. Lê wê ji şerê Mûsilê hêsantir be.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Dema ku konwoyeke leşkerî ji Çelê diçû Colemêrgê gerîlayan derbe lê xist. Li gorî agahiyan 2 wesayitên zirxî yên bi kîrpî hatin rûxandin.
* Bejahiya gundê Dêrxustê yê Licê bi helîkopterên kobrayî hate bombebarankirin.
* Li Bismilê di nav de hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyan jî hebûn 5 siyasetmedarên kurd hatin berdan.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Alîaga ya Îzmîrê, li hemberî binpêkirina mafên mirovan li ser navê 10 girtiyên siyasî 3 girtiyan ji bo hişyarkirinê dest bi gireva birçîbûnê kirin.
* Serokatiya Desteya Erkana Giştî ya Artêşa Tirkiyê ragihand, ew leşkerên ku 4 kes li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê de eşkence li sivîlekî kiribûn û dîmen belav kiribûn, hatin e destesekirin.
* Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîkayê Jeff Davis da xuya kirin ku Wezareta Bergîriyî ya Amerîka “Pentagon” ji helwesta Tirkiyê ya bo kirîna mûşekên S-400 yên Rûsî na geran e.
* Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser dayîna çekan bo YPGê, bertek li Amerîkayê nîşan da û got: “Japon çekan nade PYDê ya ku rewşa makyajkirî ya PKKê ye.”
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Parlamenterekî Îranê yê nûneratiya her du bajarên Îslam Ava ya Rojava û Dalaho yên Rojhilatê Kurdistanê dike, di nameyekê de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz dike, ku biryara sazdana referanduma serxwebûnê, paş bixe.
– CIHAN
* Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand, stratejiya Waşington û hevpeymanan di şerê dijî DAIŞê de bi ser ketiye û herwiha diyar kir, ku Amerîka ji ber berfirehbûna desthilata El Qaîdeyê nîgeran e.
04.45-01.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً