LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / QSD di du eniyên bajêr de pêşve çûn

QSD di du eniyên bajêr de pêşve çûn

REQA –   Şervanên QSD′ê li du eniyên şer ên Reqayê pêşve çûn û di encama pevçûnan de heta niha 15 çeteyên DAIŞ′ê hatine kuştin.

Şervanên QSD’ê li Taxa Berîd a dikeve rojavayê bajarê Reqayê, ber bi herêma ku navendên hikûmetê lê hene ve pêşve çûn. Di encama şerê ku li wir rû da de, yek ji wan xwekuj 5 çete hatin kuştin.

Li Taxa Nezlit Şihadê ya dikeve başûrê bajêr jî şervan pêşve çûn û di encama şerê ku li wir qewimî de, 6 çete hatin kuştin û celbilxaneya wan ket destê şervanan.

Her wiha li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajêr jî 3 çete û li taxa Deriyê ya dikeve aliyê rojava jî 2 çete hatin kuştin.

Şervanan li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve aliyê başûr jî, piştî ku herêma ewlehiya siyasî bi temamî hat rizgarkirin, herêm ji mayînên çeteyan hat paqijkirin. Di encama xebatên paqijkirinê de cenazeyên hejmarek çete tevî cebilxaneyên wan hatin dîtin.

Çewa di wêneyan de jî tê xuya çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşveçûna şervanan asteng bikin, di hundirê malan de bigirin heta baxçeyan tunelan çêkirine û di gelek ciha de jî mayîn hatine bicih kirin.

01.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً