LEZGÎN

JIN Û SIYASET

Di dîrokê de û heya roja me ya îro di tevahî cîhanê de rola jinê û rengê wê di jiyanê de pir xuya bû. Jin bi her awayî ji pêşketinan re vekirî bû û di nava her karî de serkeftî derdiket. Di roja îro de jî ew serkeftinên jinê hîn berdewamin, lê mixabin jin di her milî de ji aliyê zilam ve hatiye fetisandin. Çawa ku jin di her alî de bê deng, bê maf û girtî hatiye hiştin di nava siyaset de jî bê bandor kirine.
Di tevahî cîhan de di siyasetê de hema bêje li her welatî hejmara jinan pir kêm e. Ev yek jî di civînên siyasî yên her welatî de xuya dibe. Di dîrok de hertim jinê kar, siyaset û jiyan birêve biriye. Her wiha roleke jinê ya bingehîn di avakirina jiyanê û peyda kirina dermanan de heye. Lê bi demê re ev rol û ked ji jinê hatiye girtin û jin bê maf û rol maye. zilam hemî keda jinê ayidî xwe dîtiye. Û bi vî awayî jin ji siyasetê jî hate dûrxistin.
Hertim di mêjiya zilam de ye ku jin nizane siyasetê bike û mêjiyê wê têrê nake. Girîngî ji fikrê jinê re nehatiye dayîn. Di eslê xwe de em Ii rastiya wê mêze bikin emê bibînin ku zilam hertim fikrê jin yê pêşketî û xwedî hêzeke çareser kirinê tirsiya ye. Ji ber ku dema zilam dîtiye fikrê jin raste û bandora xwe li ser civakê dike, wê dema zilam hîs dike kêm dibe û êdî nikare xwe bi wê rengî bide qebûl kirin.
Li aliyekî din jî metirsiya zilam ji siyaseta jinê heye, ji ber ku dema jin siyasetê bike wê desthilatdarî ji destê wan biçe. Ji ber wê jî zilam dikare her tiştî ji jinê re bike tenê ji bo wê ji siyasetê dûr bixe û wê li gorî xwe bide meşandin. Di wê demê dê jin her çiqas bi gotina zilam dûrî siyasetê ketibe jî jin tu carî ji afirandina fikir de gav şunde neavêtiye lê bê deng maye.
Dema ku mirov li sekna Angela Merkel di nava civînên Serokwezîrê Yekîtiya Ewrupa ya bi tena xwe di nava ewqas zilam de meyze dike ji civakê re pir balkêş e. Heger mafê jin û mêran ne di eynî astê de bin, ne bawerim ku tu carî di tu beşên jiyanê de demokrasî, wekhevî û siyasetek rast di asta bilind de pêk were. Herwiha ger hemû kesên ku dixwazin bi rastî jî veguhertinê di civakê de çêbikin, divê alîgirê vê yekê bin ku jin esas were girtin û di nava her siyasetê de cihê xwe bigre.
Di tevahî cîhanê de girîngiya fikrê jin herî zêde Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtiye û mafê jin parastiye. Hezaran sal zilamê serdest çawa ku mafê jin ne hiştiye û di nava jiyanê de bê reng kiriye, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ew ewrên reş ku li ser jin hatine avakirin rahiştiye. Di her qadê de hiştiye jin cih bigre û fikir afirîne, dîsa Rêberê Ocalan di nava siyasetê de jî girîngî daye fikrê jinê û pê bawer bûye. Rêbertî hertim dibêje jina zane tê wateya civaka perwerdekirî. Her parçeyê Kurdistanê û heman demê Ewrupa jî bûye sedem ku jin di nava siyasetê de cihê xwe bigre û xwedî fikir be. Dema ku jin di nava tevgera Azadî de cihê xwe di sîyaset de jî girtin û bi serketin ew serkeftin ji bo gelek jinan bû model, cesaret û hêz ê.
Lewra di hemû qadên kar û jiyanê de pêwîst e ku jin risteke di cih de û aktîv bilîz e, tenê jin bi hin karan sînordar kirin û enerjiya wê di malê de fetisandin pêşketinekê bi xwe re nayne ji ber ku jin di sekna wêrek de xwedî fikrekî ye ku dikare gelek veguhertinan bi xwe re bîne.
Xebatê ku jin beriya şoreşan dida meşandin ew bû ku, tu jinî tê vî bike, lê bi domana şoreşa 19 Tîrmehê ew bû vejîna jin li Rojhilata Navîn ji ber ku dikarî bû di geklek qadan de rol û risteke serek bilîze, ev dem bû dema xuya kirina hêza jinê bi taybet di xebatên rêxistinî û leşkerî de, lê di xebatê siyasî de gav bi şûn de avêtin hebû. Ev yek jî girêdayî zihniyeta heyî ya civakê bû ku tenê siyaset karê zilaman ne.
di encama tevgera jin û xwe perewerde kirin pêre civaka heyî heta astekê hate perwerde kirin ev gav hêdî hêdî tê avêtin, lê di vir de baweriya bi hêz jin divê li pêşbikeve di eynî demê helwesta jin li hemberî wê û xwe ji her karekî civakê re berpirs dîtin pir girîng e.
ji ber vê yekê di xebatê ku jin dide meşandin di hemû qadan de , lazime ya ku vê baş îafade bike jin bi xwe be û ew jî di riya xebatê diblomasî yê jinê bi xwe be da ku vedenga xwe bide. Yanî tê wateya ku jin divê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve û her dem bi dengê xwe biparêze, ji ber ku eger bê dengî çêbibe wê demê tu kes vê dîrokê nanivîsîne, çawa ku jin ji destpêka mirovatiyê xwedavend bû lê tê înkar kirin û niha jî jin nema jina bê denge tersî wê xwedî hêzeke bi bandore.
Amara Cûdî
12.30-02.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً