LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şengal evînek melez e

Şengal evînek melez e

Dema em çûne Şengalê cenazeyên zarokên ku ji ber tînbûnê miribûn hatibûn komkirin. Me li ku dinêrt mirin, li ku binêrin bêavî, tînîtî… Yek lorînek bilind dibû! “Fermana 73’emîn, Şengal firotin, me di destê çeteyan de hiştin û reviyan, me firotin wan…” Min pir şer, gelek pêvçûnan dît lê ewqas xwe bêçare hîsnekiribû…

Şengal dîsa fermanek dihat serê wê! Û em hemû sûcdarbûn! Şengal dişewitî, zarokan, dayikan ji tîna bêhal ketibûn! Me hewil dida av bidin wan! Min jixwe re digot, hicku çemê Firatê rabe û bi ser Şengalê ve biherike wê dîsa vê tînîtiyê, vê agirî nikaribe vemirîn e. Şervanek digot: “Ez şerm dikim li rûyê wan binêrim! Ji niha û pê de elbet hin tişt bên kirin lê ez dê her tim vê xezeba ku ez derengmayî bijîm.”

Çiyayê Şengalê dişibiya masiyeke mezin ku bi tena serê xwe di nava deryayekî mezin de malevaniyê dikir bû… ew, di nîvê çola bê ser û bin de çiqas bitenê bû çiyayê Şengalê. Di navberê de tam 3 sal derbas bû, dîroka dîtina wî çiyayî sê sal kevin bû lê tiştê ez bûm şahid tu car kevin nebû. Tiştê li çiyayî hatî dîtin hê destana wî nehatiye nivisandin, ji bo nivisandinê cengawerek derkeve jî nayê zanîn.

Şahidbûna 73’emîn fermana gelê xwe yê qedîm wek e lorîna pîrên sedsalî di hemû hucreyên mejiyê xwe de hîskirinek bû. Tu li wir bûyî lê di esasê xwe de ne li wir bûyî, cihekî bêjî wir tune bû. Sankî zemanekî a niha jî tune bû.

Belkî jî dilekî bi hêz a vê demî karibe rabike nehatibe afirandin. Însan dema tu wate nede kabusekî a niha de dijî xwe berdide hembêza xeyalekî. Dema mirov bi singê xwe nikaribe rastiyan rabike, xwe davêje hembêza xeyalan.

Ji ber bahoza bêujdan a rojane dikeve nav dest û lingê mirov wek e ku mirov careke din vegere zikê dayika xwe wisa dixwaze vegere li dîrokê.

Di kela kela germahiya meha Tebaxê de di çolekê de dimeşiyayî ew dîmenên ku min dîtin di herî kurahiya mejiyê min de hatibû kolandin, kur ewqas kur ku bi kêrê jî bixwaze jê bikî êdî nayê jêkirin, wisa di kurahiya mejî de zeliqî bû…

Di nîvê wî çola ku germahiya wê êdî dipijiqî de qefîleyek ketibû rê ji çiyayê Şengalê ber bi jêr ve dihat, qefîleyek ku ji serî heta lingan êş bû. Hiçkû ne lehiya mirovan ên dimeşin bû êş bû dimeşiya. Êş lingê xwe bi axê kaş dikir û dimeşiya. Min dît êş dimeşiya. Li pişt xwe şopa lingên xwe ya şermê dihiştin û dimeşiya. Piyên êş ê hebûn, min piyên wî dîtin. Êş wek e ku tif bike rûye mi dinêrt. Çavên êş ê hebûn, min çavên wê dîtin. Êş di cismê zarokekî de wek e ji nebaşiyê bireve wisa direviya di nîvê wî çolî de.

Min dît nêrtina bi hêrs a êş ê hebû, min dît piyên êş ê yên ku dilê axê diperçiqand û dimeşiya hebû… ne ji fermanê, jixwe jî direviya êş, min dît qet li pey xwe jî meyze nedikir û direviya êş…

Me toz û xweliya çolê diqelaşt û pê hezaran birînan dikir wisa gihiştin çiyayê Şengalê. Me pê birînan dikir lê, birîn baş nedibû, zêdetir xwîn dibû û me jî birîndar dikir. Her dengekî ku digot em minetarê we ne ya me hineke din dixist bin şermê. Ev qefîleya ku me her dilopek avê dida wan spasî û minetariya xwe ku tanîn ziman di heman demî de me di çarmixê ve dikirin. Ma çi ye av? Ji bo dilopek av çima hin kes spasî ji bo hinekan wek minetî be?

Nijada agirê, çima bi vê tînîtiyê dihat azmunkirin, ji bo çi van însanên erdnigariya agirê bibûn parsekê firek avê? Em ber bi Şengalê ve dimeşiyan, qefîleya êşê jî li pey xwe nedinêrtin û direviyan ji Şengalê, hinek ji wan wek e ku em dîn bin li me dinêrin. Di serê min de kedera peyvan şîn dibûn. Dema em bi vê qefîleya êşê ya wekî ku ji Sodom û Gomora direvin direviyan re bi aliyê ters dimeşiyan, wekî ku me rihê Edulê û Derwêşê Evdê jî bi xwe re dibir. Me di rê de herî zêde jinên ku di rûyên wan de êş û elem hatiye honandin didît, bêdengiya wan jî wek e kulmekî di ser dilê mirov bide bû. Çima nizanim lê dema min van jinan didît her kes li ber çavê min gunehkar, sûcdar bûn.

Û min ji gunehkarî û sûcdariya xwe şerm dikir.

Di beriqandina şûrê Îskender de jinan rûyê xwe dîtibûn dîsa, herî zêde stuyê jinan, li ser navê ji bo qirêj nebe dil dabû tûjbûna şûrekî. Dîsa terazinan bangî jinan kiribûn. Û dîsa jinan bi bazdanî ber bi terazinê ve beziya bûn… Jinan ax jinan di hemû fermanên welatê min de secereya serhildanê ya bênamûsiyê, bêkok û bênavbûnê bûn.

Li ser vê axî her çîrok, her serpêhatî bi jinan dest pê dikir û bi jinan dawî dibû.

Di rê de gorekî keçekî bedew a ku bedena wî bi keviran hatibû pêçan hebû, keça ku nexweşîna şekirê pê re hebû ciwanê hiskiriyê wê, ew li ser pişta xwe heta wir anî bû û piştre bi neçarî mirina wê temaşe kiribû, eşqa xwe binkevir kiribû û çûbû. Navê ew jina ciwan a bedew Melez bû. Di esasê xwe de hemû jiyan melez bû û hemû eşq bi şermê re melez dibû. Ew dem di bîbika çolê de çûkekî tawuz qêrqêra wê bû digiriya.

Çavên min li wî ciwanê ku gorekî li wir çêkiribû û winda bibû digeriya lê mixabin, qet nedihat xuya û piştre jî kes rastî şopa wî jî nehatibû. Ya Melez li wir binkevir kiribû û ber bi warekî nediyar ve çûbû… Piştî wî ew ciwan dihat hişê min û diçû, gelo întîhar kiribû, terkê diyar kiribû, bibû derwêşek an jî mecnûnek û bi çolan ketibû nizanim…

Ew dem dayikekî ku di ber me de derbas bû ji xwe bi xwe re digot “Kurê min ê du salî ji tînan xeniqî” û bi van gotinên xwe ber bi nediyariyê ve diçû. Peyvên “Kurê min fetisî” fetisî, fetisî fetisî di navbêra guh û mejiyê min de diteqiya…

Ji pêşberê me ve gerîlayekê jin a çavên wê kesk ku milê wê yê birîndar pêçayî ku zarokekî di çolê de hatibû terk kirin hildabû hembêza xwe dihat. Navê wê Viyan bû. Viyan, zarokekê ji malbata ji qirkirina Ermeniyan xilas bibû, tiştên ku pîrika wê jê re derbarê komkujiya ermeniyan de vegotibû  niha dijiya. Zarokê Êzidî, wisa hişk xwe bi hembêza Viyan a Ermenî ve kiribû, li ser inyata demên hemû kelijandinê. Bi destekî xwe bi stuyê Viyan ve pêça bû bi destê din jî kincên milê wê hişk girtibû. Viyan di pêvçûna li gundê Sinûnê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re pêk hatibû de birîndar bibû. Niha jî ji bo ya mirovan di korîdora ji hêla YPG û YPJ’ê ve hatî vekirin de derbas bike, di nava hewildanek mezin de bû. Milê wê yê birîndar hem çek û hem jî zarok rakiribû dibir.

Min di çavên Viyan de hîskir ku ji ber tiştên ku pîrika wê jê re vegotibû bawer nedikir poşmaniyek mezin jiyan dikir.  Viyan ku vê hîskirina min fêm kir, got “Heval ez zarok bûm, tiştên pîrika min vedigot ji min re wek e çîrokek dihat, ma min jikur zanibû ku ferman tiştekî wisa ye”. Dema çavên kesk ên Viyan tije rondik bûn min ew hembêz kir û min ew aş dikir.

Tê bîra min ku min di dilê xwe de wisa gotibû “Bila hemû cîhan qurbana rondikên çavên te bin”. Dema ew zarokê bê xwedî wek e me biheside dinêrt milê min ên ya Viyan hembêz kiribû ji xwe re hatin xwarê.

Hinek xwarin û vexwarinên li cem min mabûn, min ew dan Viyan û zarokê pê re û min riya xwe dewam kir.

Di qefîleya pêl bi pêl dihatin de hemû zilam li erdê dinêrtin. Rastî bibêjim ew dem, dilê min ji bêçarebûna hemû zilaman xeliya. Di dema xwe de her yek ji wan xwe di cîhana jinan de wek e împaratoriyekî musalat kiribûn, lê dema li ber çavên wan bi hezaran jin dîl hatibûn girtin, wan ya jinên ku wek e milkê xwe didîtin nikaribûn biparêzin jî. Herî zêde jinan digiriyan, herî zêde jinan îsyan dikirin.

Jinekê ku paçek spî li serê wî bû diqêriya û digot “Pêşmergeyan me firotin, me xapandin, me li wir hiştin û reviyan.” Her wiha nifrînan li fermandarekî pêşmerge yê bi navê Serbest dikir û rondikên çavan dibarand û digot “Çima tu beşerek dengê me nabîhîzin”. Ev deng li dîwarên singên mirov diket her carê şûnde vedigerî û dîwarê dil diteqand. Çewa ku pêlên deryayê li tahtê dida û diheland ev qêrîn û hawır jî wisa bandor li ser hemû hucreyên beden dikir…

Dema em gihiştin lûtka çiyayê, em bûn şahidê bazartiya bêencam a du mirovan; yekî erebeya xwe ji bo beranberê kerekî bifroşe bazartiyek, na na ne bazartî lave lav dikir. Dayika wî kesê xwediyê erebeyê ji ber riya erebeyê tune bû di newalekî ku di bin qontrola DAIŞ’ê de bû asê mabû. Xwediyê kerê jî ji heman dertî gazinc dikir, ji ber vê yekî tu wateya wesayîtê tune bû.

Ew bêçareyî erê ew neçarî hemû nirxên dîrokî piçik piçik dikir.

Piştî du rojan min ew mirovê ku wesayîta xwe bi kerekî teqas dikir dida taqaskirin xwe avêtibû ling û destê gerîlayekî û maçê dikir. Ev gerîlayê ku navê wî Sefkan bû ya dayika wî kesî dabû pişta xwe û di wê newala ku rê tunebû de bi zor zahmet derxistibû çiyayê Şengalê. Sefkan, destê wî kesî digirt û ji ber lingên xwe bi zorê radikir, şerm kiribû û ji westabûnê hal dêde nemabû. Ez weke navê xwe dizanim ku ji ber westabûna xwe dua û qêrîna hêvîkirinê wî kesî nedibihîstibû jî. Sefkan, hem pir şerm kir û hem jî ji ber westabûnê bi lez ji wir çû ber sîya qonteynirekî rûnişt. Dema dît ku ez ji pêşberê wî bi baldarî lê dinêrim destê xwe bir eniya xwe û silavê da min. Min bîdonekî avê rakir û ez çûme cem Sefkan. Min av danî berî û min dest pê kir got.

Wextê hin bi hêrs min got “Ya ev du rojin du roj! Ev zilam bê çare li holê digere, aqil nedikir ku here ji wê newalî zindiya herî pîroz bide pişta xwe û bîne, ev çi zilam e?”

Sefkan kenekî kahkaha avêt û got “Erê de, çima tu xwe bi min re aciz dikî?”.

Min got çima ez ê bi te re bixeyidim ez ji wî zilamî aciz bûm.

Got ‘erê erê min bihîst ji roja tu hatî Şengalê ji ber vê rewşî te îmana zilaman derxistiye”, min jî got “Erê ez qenc dikim”.

Di navberê de demek pir dirêj derbas bû careke din çûm Şengalê. Ev car ew bêçarebûn çûbû di şûna wî de berxwedaniyek bi inyat hatibû. Ji rûyê jinên Şengalî yên ku koleyên duh dihatin dîtin maskeya şermkirinê ketibû, di sûret û rûyên wan de jixwe bawerî bicih bibû. Dema min wan di halê ku di nava hewildana wê koletiyê

veçirînin bavêjin de dît, bi wan serbilind bûm, hêjayê pîrozkirinê ye. Dayikên ku nedixwestin keçên wan derkevin ber devê derî jî, niha destên keça xwe digirin tanîn çeperên şer. Jinên Şengalî artêşeke serbixwe ya bi navê YJŞ ava kiribûn. Akademiyek bi navê Ş. Xanê ava kiribûn, di wî akademiyî de dersên wek e dîrok, civaknasî, zanyarî, felsefe, jineolojî û leşkerî perwerde didîtin.

Di meclîsên xwe yên mekanên biryarê bûn ji hemû pirsgirêkên civakbûyînê re çareserî digeriyan, di hemû mijarên jiyanê yên wek e tenduristî, ewlehiyê, ragihandin, aborî, perwerdehî çi hebûya komînan ava kiribûn û wisa dimeşandin. Di dîwanên dadgehê de ne yasayên bi aqilê zilam, ujdana jinê dişûxilî. Jinan, dîwanên ku pirsgirêkên xwe karibin nîqaş bikin ava kiribûn, civînên xwe pêk tanîn. Li gor pêdiviyên xwe konferansan, semîneran lidar dixistin. Mercên ku wekheviya zilaman derbas dikir pergalekî jinan a xweser ava kirin, jin bibûn xwedî nasnameyekê siyasî . Dema me van guherandin li Şengalê dît, min xwe jixwe re got ji paşverû û koletiyê tolhildan wisa tê girtin.

Êdî Şengalê ku PDK ji xwe re wek e mêtingeh didît, DAIŞ wek e cihê hovîtiyê didît, guherîbû.

Lê yê herî zêde jî jin guherîbûn…

02.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً